Rewşenbîr û siyaset

Qado Şêrîn
 
Li pêşê bila bê zanîn ku siyasetmedar dikare rewşenbîr be.
Rewşenbîr dikare ne siyasetmedar be, bêtir dikare alîkar an şêwirmendê
siyasetmedaran be. Rola rewşenbîr ya sereke rexne û guhertina ber bi başiyê ve
ye, çimkî hewcedarî bi raman û gotina peyva rasteqîne heye,  bi gotina rasteqîne re zulm lawaz dibe û bêtir
berjewendiyên gelan tên parastin.
Eger mirov bi çavên lêkolîneran tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê bişopîne, mirov dê bighê wê baweriyê ku siyasetvanan li rewşenbîran guhdarî nekirine, ji ber wê tevger lawaz, bê bandor û bê rol maye, jixwe perçebûnên partiyan nerawestiyane, taku jimar gihaye 64 partiyan. Di encamê de, me maf bidest nexistin, civak bi jimara partiyan perçe bû. Belkû serkeftina yekemîn a partiyan ew bû ku em fêrî dijîtiya hev kirin.
Siyaset û welatparêzî ji hev cudane, mirovê welatparêz dikare alfabeya siyasetê nizanibe, lê mixabin partiyên me welatparêzî kirine siyaset, jixwe wexta welatparêzî kirin siyaset, em bêtir pêrgî şaşî û şikestin û perçebûnan hatin.
Nifşek ji rewşenbîran rola xwe ya sereke wek rewşenbîr piştguh kirin, û wek welatparêz tev li partiyan bûn, bûn siya siyasetvanan, di dijîtiya navxweyî de roleke neyînî lîstin.
Rewşenbîr bûn du beş, beşê ku tev li partiyan bû, yan ji êla serokê partiyê bûn û yan jî xewnên gulgulî bi guhertina ber bi başiyê ve didîtin. Helwest û gotara wan ne rewşenbîrane bû, bêtir ji bo serok û berjewendiyên kesane bû. Nifşê serbixwe jî ji tevgerê dûr ketin, bi egera li wan nedihat guhdarî kirin.
Rewşenbîrên partiyan nikarîbûn ji asta serokan wêdetir biçin, bi tenê dikarîbûn daxwiyaniyan binivîsin, berevaniyê di ber partî û şaşiyên serok de bikin, êdî di nav pirsgirêk û nakokiyên partiyan de xeniqîn, nikarîbûn bejewendiyên giştî di ser yên partiyan re bigrin. Ta astekê ev yek bû egera lawazî û kêmbûna fikra netewî.
Wexta rewşenbîrên bêlayane rexne û gazin dikirin, helbet ji mafê wan bû, belkû wacibê wan bû, li wan nedihat guhdarî kirin, partî yan bi pirsgirêkên navxweyî û yan bi nakokiyên bi partiyên din re mijûl bûn, digotin em ji hev fam nakin, mesele dikirin kesane. Bi wî şêweyî piştguh û ceza dikirin.
Partiyan rexne û gazinên rewşenbîran bi xebaset ji bo xwe bi kar tanîn, wexta helwest û gotara rêzdar Hemîd H. Derwêş û partiya wî, wek nimûne, rexne dikirin, kêfa partiyên din dihat û ew rexne boyî xwe li dijî Hemîd bi kar tanîn, lê endamên Pêşverû aciz dibûn. Mişkile wiha bû, eger te rexneyek dikir, gazin dikir tu dibûyî neyar, yan gerek tu bêdeng û bê helwest bimayî, bi tenê şelaf û xweş û şayîk bikra. Min hîn ji partiyek kurd guhdarî nekiriye ku mirovek wek rewşenbîr bi nav kirine, ango maqûle li tevaya Kurdistanê rewşenbîr tune bin.
Li seranserî pêncî salên borî, tevgera siyasî nikrîbû dezgehên rewşenbîrî ava bike, ew dezgehên ku dikarîbûn boyî tevgera siyasî bibin lêveger û bi kolînan rabin, belkû tirsa tevgera siyasî ji bîr û boçûnên cuda, ji helwest û gotara cuda û ji rexne û gazinên cuda bû. Tevgera siyasî nikarîbû, belkû newêrîbû rû bi rû bi rewşenbîran re li ser mijarên mezin biaxive, çimkî lawazî û windabûna xwe di wê yekê de didît, ango berjewendiyên xwe di ser yên mezin re digirtin.
Li dawî, ew kes, siyasetmedar û partiyên(nimûne: ew yên bi perçebûnan rabûne) bûne egera lawazbûna tevgera siyasî, di encamê de lawazbûna helwest û hêza gelê kurd, hema hema xiyanet li gelê kurd kirine. Rewşa ku aniha gelê me têre derbas dibe, encama wan pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên pêncî salane, eger çareser bibûna, wê aniha rewşa gelê me baştir ba, û wê yekrêziya me hebûya.
01/11/2016
Hollenda

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…