Şepal Hêvo
Zarokên ku di nivîsên me
de pêrgî hev tên ew tovên êşê ne, min û te bi yek dilî ew xewn hembêz
kirin.Dergehê mala we dergehê mala min
bû,û hîn jî ew dergeh di buhurên bîranên min de vekirî weke dilê te dimîne.Tê
gotin ku bi tenê Evîndar nameyan ji hev re dinivîsînin, lê ez ê li vir hemî
baweriyan derbas bikim, ez ê te di xaçerêkên vê nivîsê de bilêv bikim.

Wa Silo? Welatê ku
nikaribe min û te hembêz bike ew welat bi me nakeve.Balgihê ku têra xewna min û
te neke bêguman em ê timî di taya veciniqandinê de bimînin. Ez û tu bi behaneya
nivîsandinê li hev terpilîn, nivîsandina tiştên xweşik,yên nazik, yên bedew.. û
em ê di ritima vê bablîsokê de gellek kêferatan jî bidoşin.

Wa Silo? Di refikên pirtûkxaneyan de mil bi mil pirtûkên me govenda Helbestê dihejînin. Tu dibînî? Çendîn tabloya min û te berfireh e, bêsînor e dikele û ji kelçûna wê gellek dîmenên germ difûrin. Tu dibînî? Em bêtir nêzîkî hev dibin, nêzîkî pêsîra mebestê dibin.
Wa Silo? Zarok ji şîr vedibe, lê nivîsandina nameya te ji mêtina rastiyê venabe. Gelo em ê delaliyê xwe li kê bikin? Hevaltî dayika duyemîn e û ez û tu zarokên wê ne, çendîn simbêlên me boq bibin jî em ê zarokên wê yên delalî bimînin.Hevaltiya min û te westanê nas nake dibeze, pîr dibe lê namire.
Wa Silo? Bila ev nivîs bibe Tikeya evîndaran ,bibe rawestgeha penaberan û hemî perîşanên mîna min û te, yên ku her şev mistek girî li şopa xwe dihêlin. Tu dibînî? Tu dibhîzî? Malneketo em ji çavkaniya çend êşan der dibin?
Wa Silo? Cejna hevaltiya min û te pîroz be.