“ Gava ku masî tî dibin” Romana Helîm Yûsiv ya nû derket

Masî, xortekî binxetî ye ku mîna şaxekî şikestî ji dara malbata xwe tê xistin û bi kûçikê xwe re dijî. Marê li malê jî çavdêriya wî dike. Awireke dijwar ji keçikeke serxetî ku bi mêvandarî tê binxetê, jiyana wî serobinoyî hev dike. Ev evîna ku sînor wê perçe dike qedera Masî bi temamî dizîvirîne aliyekî din. Name ya keçikê ji çiyayê Gabarê jê re tê, ew jî dide pey şopa evîna xwe û  bi masiyên din re dikeve nav behra şerekî giran de. Şer bi salan dirêj dike, qurbanî jî rojane têne dan.
Serme bi rihê Masî nikare, lê dixwaze zora beden û laşê wî bibe û lingên wî bixwe. Ji hêla din de, birêveberê şer, generalê masîxwir, hem li pey xwarina Masî û hevalên wî ye, hem jî hewil dide ku wan çiyayan kevir bi kevir bixwe û ji holê rake.

Li şûna ku Masî li çiyê li yara xwe rast bê, li tîbûnekê rast tê. Di wê navê re bûyer tevlihev dibin, qederên kesên romanê li hevdu dizîvirin. Evîn kûrtir, şer girantir dibe, wisa jî şikestin û hêvî tên hemberî hev.
Di romanê de mar û evîn cêwî ne. Mar li benda vegera Masî pîr dibe, kûçik hêviya xwe winda dike û  derbider dibe. Şahidên ku jînanîgariya wî dişopînin nivişt e, şûtik e, pirtûk e, kûçike, mar e, pênûs e û deriyê hesinî yê mala wî ye. Ev tişt hemû çavdêriyên xwe dibêjin. Wisa jî her tiştek bi vebêjiya xwe stûneke avahiya romanê bilind dike, pê re jî qedera Masî yê birîndar ber bi mij û dûmanê de diçe.
Roman xirecira sîh salî ya welatê kurdan li her du aliyên sînor li ber çavan radixîne. Herwisa darên xewn û hêviyên şikestî yên nifşekî di riya tîbûna masiyên romanê re, têne avdan.
Ev roman pirtûka Helîm Yûsiv ya heftan e, piştî Sobarto û tirsa bê diran, ev romana nivîskêr ya sêyem e.

Berhemên  Helîm Yûsiv yên ku heta niha hatine çapkirin ev in:
1-  Mêrê avis -çîrok-1991
2-  Jinên qatên bilind- çîrok-1995
3-  Mirî ranazin- çîrok- 1996
4-  Sobarto- roman- 1999
5-  Memê bê Zîn -çîrok- 2003
6-  Tirsa bê diran -roman- 2006
7-  Gava ku masî tî dibin- roman-2008

Hûn dikarin agahiyên berfirehtir li ser nivîskar û berhemên wî li vir bixwînin: www.helimyusiv.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…