Hozanê Girkundêwelatekî sitembar
kirasê bin destiyê
li xwe zîvar zîvar
kir û ber bi asoyekî
winda hêdî hêdî
hilkişîya belkî dikaribe
li wêderê bihnek
ji azadîyê li ser rûpelên dîroka
mirovatîyê wajo bike
govenda bûyeran saz dike
li pênas û navê xwe di gere
di nêv mija nîgaşên xwnade
di be mîna rewrewka leylanê
li pê dûmana hêvîyan tîdar dimîne
welatekî xwedî ziman û tor
qad û dîrok
hînê wisa ji sawa çewsandinê
di tirse…
ko razên veşirtî
ji bin tevna salên pîr
derîne…..ev peyama
hebûnê….hînê çavên xwe
li xwen devanekî evîndar

Şîrove (0)