Sîrwan Hecî Berko: Sedema serketina êrîşê kêmasiyek di programa malperê de bû

Welatê me

 Di roja 7/4/2008 seet 16.26 an li gor dema Uropa, girûpek ji hackerên tirkan derbasî beşek ji rûpela kontrola malpera amude.com bûn, û karîn berê serdançiyên malperê bidin malpereka propagandayê ji tirkan re, lê rêveberiya malpera amude karî piştî demek kin carek din berê serdançiya ji wê malpera tirkan vegerînin malpera amude, lê ta niha malperê dest bi weşana xwe ya normal ne kiriye.

Jibo bihtir zanyarî li ser vî karê têkder yê hackerên tirk, me ev hevpeyvîna taybet li gel birêz Sîrwan Hecî Berko berpirsê malpera amude kir:

 

Wekû hatibû naskirin, malpera amude yek ji palperên parastî bû dijî karên hackirinê. gelo Li gor agahiyên we bi destxistin, vê girûpa êrîşker, çawa karîn derbasî kontrola malperê bibin ?

Ji dema pêkanina sîstema nû ya malpera Amude di Adara 2004ê de u ta niha gelek êrîş li dijî Malpera Amude hatin kirin, lê bi ser neketin.
Ev yekemin car e ku êrîşa li dijî malperê bi ser dikeve. Sedema serketina êrîşê kêmasiyek di programa malperê de bû, kû êrîşkeran ew piştî 16 seetan ji êrîşên berdewam dîtin u ji bo êrişa xwe bi kar anîi. êrîşker karî derbasî rûpela kontrolê ya malperê bibin, lê nekarî ziyaneke mezin pêk bînin, ji ber ew tenê derbasî beşekî biçûk ji rûpela kontrolê bûn. êrîşkeran program u virusên ku ji bo êrîşên bi vî rengî hatine amadekirin, bi kar anîne. ji bo agahiyên berfireh, fermo li Daxuyaniya me binerin: (www.amude.com)

Gelo we karî nasbikin bê ev girûpa hackerên tirk ji kîjan deverê derbasî malpera amude  bûn e ? 

Devera kû êrîş jê hatiye pêkanîn, ne diyar e. Tenê polîs dikarin vê deverê eşkere bikin. Lê ji ber kû êrîşên li dijî malperan pir in û malpereke kurdî ji polîsan re ne zêde giring e, ew serê xwe naêşînin.

Ta çi radeyê vê êrîşê ziyan gihandiye malperê ?

Ti ziyan negihaye Malpera Amude. Hemû fayl li ciyê xwe ne u erşîv ji nehatin têkbirin. Sedema we yeke ew e ku programa Malpera Amude taybeti ye u li ti deverên din peyda nabe. Loma êrîşker ne bi dijwarî dikarin nas bikin bê di kîjan rêyan re êrîşî malperê bikin, da ku malperê bi temamî têk bibin. Lê programên herî xurt jî, ji êrîşan ne ewle ne.

Çi şîretên we hene ji bo rêveberê malperên kurdî , jibo kû xwe bi parêzin dijî êrîşên van girûpê hackirinê ?

Divê birêvbirên malperên kurdî tim hişyar bin. Kesên kû programên belaş bi kar tînin, divê programên xwe tim nû bikin u kêmasiyan rakin.

A çêtir ew e ku mirov van programan bi kar neyne u programên taybetî bikire an çêke. Lê ev program jî buha ne u derfetên malperên kurdi jî mixabin sinorkirî ne. Mirov tenê dikare ewlekariya malperan xurtir bike u programan tim nû bike u faylên nû peyda bike. Lê teknîk tim nû dibe u derfetên êrîşan jî mezintir dibin. êrîş wê tim berdewam bin. Mirov tenê dikare xwe baş biparêze. Tiştekî din ku mirov bike, tune ye. Mixabin!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…