Helbest u pexşan

Çelsarîya xwîna lîstikvanên bi agir.

Salih cefer

Qey we zanibû ku wê îsal jî buhara Qamişlo wek buharên berê hişk û bi xwîn derbas bibe.
Qey we zanibû ku baranên Qamişlo tenê di zivistanan de dibarin.
Qey we zanibû ku çavên dayikên Qamislo li benda baranê û vergera zarokên xwene.
Qey we zanibû ku ewrên reş û tarî dîsa berê xwe dane ken û henekên we, ji ber vêjî we bi lîstikên xwe pêşwazîya agirê wan kir.
Ma we zanibû ku win bi agir dilîzin?

Ma we zanibû ku listitka bi agir çawaye?
Aaaax, ax, çima we ji dîwarên Amûde yên şewitî nepirsî .
Çima we ji  çavên dayikên xwe yên li rê mayî nepirsî.
Çima we ji kevir û kort û kuncalên çarşyên Qamilo nepirsî.
Lê xem nake, win ciwanbûn, we wateya bi agirlîstinê nizanibû
Lê dîsa aaaaax , axxx, ew lîstika we, ya dawîbû.
Gelo win fêrbûn ku  temenê bi agirlîstinê çîye?
Eger na, çima win jî wek buhara Qamişlo miçiqîne?
Win li benda barana Qamişlone?
Win li benda mêrxwaz û lehengên Qamişlone ku baranekê bi ser gora wede bibarînin?
Win li benda ku kes çelsarbûna xwîna we bi bîr bîne?
Çima ? ma çel roj di ser koçkirina were derbas bû?
Weeeeeeeeh, çi zû buhar derbas dibin!
Çi zû xwîna lîstikvanên bi agir sar dibe!
Na, na, li benda wan nemînin, buhara  îsal jî ne tu buhare.
Vaye bû çel roj ku gul û kulîlkên gorên we tî mane.

Lê hey waaaaax, hey wax. 

Ji bilî hêsirên daykên we kes nikare tîbûna gul û kulîlkên li ser gora we bişikîne.

25.04.2008

     

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…