Demhat deriki
Tirs ! tirsa ji wê dûriya dûr ji wê nêzikiya nêzîk
Ku di nava me de rê û bajarên gorên miriyan avakirî..
Wargehên artêşa bizdonek goristan di hembêza me de bi cih kirî.
Heta kengê yê taca bê dengiyê li serê te be
û asîmanê bûyî şevistan şûrê destê te be.
Heta kengê tu yê me hînî reşgirêdana peyvên revoke û veşartî bike.
Ma tu nabîne dil bûne konên şînê
û firmêskên wan bi êş dibarin..ber textê re diherikin…
û cotê memikan ziwadibin!
Lêv dişeqitin!
Simbil dişkin!
Sêdar pir dibin!..
Heta kengê yê çîroka Mem û Zînê
Ferhad şîrîn di malhestên şikeftên tarî de bêne gotin.
Nizanim …
Ma dem nehatiye sitûnên şînhez hilweşin.
Ma dem nehatiye didanê te yê zinger girtî ji canê me bêne der
û lêvên li benda ramûsanên felatê alên xwe li ser canê me bilind bikin.
Ez çi bêjim.
Ez bibêjim aaax û sedcarî aaax!.
Hawaaar me nebese pistepista gotina li pişt awiran
û dil ser arêzingan xwe dixwê
û pencereyên girtî rondikan ji dilî Edûlê dibarînin.
Hey gidî!
Tirs li ser dilê me cot dike
û tov di mêjkê me de dike cejna zîldayîna tirsê!
êdî her dever tirs!..
Ez tirs!
Ez tirs!
Tu tirs!
Em tirs!
Xewin tirs!
û dîtinên me çîrokên xwe despêk û dawiya tirsê dibûrînin.
De ka dilê min em taca tirsê bi çakûçê dilwêrekiyê bişkînin
û tirsê di dilê evînê de bikujin!
Da Edûla Dewrêşê Ebdî bes rondikan bibarîne.
De were diol dilê min em mirinê bikin vejîn
Vejînê bikin jîn da dem bibe dema evîndaran
Da peyv peysvê bikşîne
û pev bajarê dilwêrekiyê bi evîna xwe ava bike.
VEGER
û careke din piştî wê dûriya bager zagrosî
Careke din piştî wê tofana pêpelûk pêpelûk
di nava me de bi jor diket
û têlên derehî tixûbên parçekirinê li ser erdnîgeriya dilê me
zêdebûyîn
û peyvên xelkê dibûn peyvê veqetînê ser dika mêjkê me
yê bûyî zimanê mijdûmana windakirinê
emê ji nûve
û ji despêka wan awirên min
û te yê ku di hemû şevan de hev jibîr nedikirin
û bi xewn û aşopên dîtinê nedîtin difetisandin
Bi xunava wê lêvgulsora ya bendewar careke din avbidin.
Careke din erê careke din li ber wê gulê
yê çav biaxifin yê tola wan demên ne wek me
ji wê dîtina mîna lehengekî birçî ji cengê re
di wan sing û beran de rakin.
Aha va tu hatî
Tu li virî li ber wê guliyêyî…
û dest dirêjî wê dîtinê dibin
Can di nava deryaya bê binî diçin hey diçin…
Tofaneke nû despê dike
Lê ne ew tofana berê ye
Bagereke din serî hildidê
Lê ne ew bagera zagrosê ye.
Erê can!
Piştî wê derketinê dilopên neveqtînê stêrên şeva me re dibin yek
û li ser canê me wek elmasan diçirisin.
Li vir li ber gula min û te evîna mina bi navê evîn
Tixubê veqetînê
Tixubê dûrîkirinê bi wê şevê şevê radibin.
û niha li ser erdnîgariya te ya bê sînor qehwa
Kensibehên ji destê te yê ku pêjna evîna min jê tê vedixwim.
êdî destên te peyva rojbaşa mine
Destên te kêlî û gav û bîra mine.
Tu dibînî evîn hezkirina me di çavê hezkirinê de
Hezkirinê ava dike.
Erê can! Simbilê genim pelgên payîzê
dilopên baranê gulên buharê
Hezkirina me dibêjin.
Her du çavê te jî wisa kûr wisa dûr wisa fireh wisa şîrîn
Di çavê min de nimêja vê hezkirinê dikin.
Erê tê bîra te dema em ez bûyîm parçek
û tu bûyî parçek û rondikên me wek dîna bi çolan diketin
Wek sêwiyan li xwe dixistin û bi hesreta xewê bûn.
Tê bîra t edema em dibûn benîştê devê nifiran
û li kolanên wî bajarê tirsonek navê daleqandina me digeandin
û wêneyên ramûsanên me bi peyvê şermê bingor dikirin.
Lê….!
Duh di îro de li ser destê me evîndarin…
û windakirina evîna ji pîtên te di wê şevê de
Ez dîtim û rêzên peyvên me bûne xwelî
û xweliyê bi ser peyvên wan de dibarînin.
Ez û tu mirinê dikujin
û bûne vejîndarê kulilikên hezkirinê belav dikin
û nameyên veşartî li vir û li wir diyar dikin.
Lê ew di poşmaniya poşmaniyê de
Di parçebûna parçetiyê de
Di bê wêrekiya bê baweriyê de
Wek xwe qurmiçî
Wek xwe tazî
Wek xwe belengaz
Li xwe dixin
Jibîr dibin
Winda dibin
Diçin dûr diçin
Bê nav
Bê war diçin.