Ezmanên ku ji me xeyidîne

Ciwan nebî
 
 Îsal û vajî hemî salan li welatê min baran ne bariya, ne jî min û te şil li kolanan destên hev girtin û di bin baranê de reviyan, me ramûsanên qemirî qaçax ne kirin danzanek ji sarbûnê re.

Îsal ji axa me bêhna jiyanê ne fûriya û zarokên taxa me dengê wan ket hingî bang kirin: Ya rebî baran were, erda xwedê şînwere! Lê lavê wan bê sûde bûn, wilo jî bêgunehiya wan û hêviyên cotyaran li welatê minî ku pêşeroja wî di destê ezmanên ku ji me xeyidî de ye.
Îsal ewran em jibîrkiribûn, rêya xwe guhertibûn û bê silav derbasdibûn, ne carekê kolanên me şiştin, ne jî dilên me, bo ez li hêviya baranê bimînim û helbesteke weke ewrekê bibare.
Îsal tiştek ne bariya ne baranek, ne berfek, ne jî teyrok hat, her bi tenê çavên me zivistanên çûyî barandin û bîranînên ku hîna guleyên me ne dijî vê zuhabûnê, dijî me.
Baran ne bariya û pirsên min di helbestan de xwe qeza kirin, lewra ez îsal ji te na pirsim bê ka tu hîna ji baranê hezdikî, ne jî bê tu hîna pişkokên porê xwe vekirî dihêlî.
Ezê ji te re bibêjim; îsal heriya di taxa me de ranebû bo kes di nav de biteqine yan erebeyek e ku barê êşên me dikişîne, ne jî potîn gerek bûn yan sobeyên ku odeyên me di qurçikên xwe de kurt dikirin, me cilên zivistanê dernexistin ji qubaleyan û îsal em bi zekimê ne ketin lê xwezî baran bibariya û bera ez bi zekimê ketiba û bi zekimê rabûba!
Mane baran ne tenê zivistanê ji nav dibe, buharê jî, mane îsal buhar jî nebû, ne jî gulek ku wê diyarî te bikim, û simbilên ku çendî me xwe di nav wan de vedişart, dema em bi çav girtinê dilîstin, wan îsal nikarîbû me biparêzin, wilo şînahiyê ji riwê welatê min bar kir û zuhabûnek ciqerû xwe berda cihê wê, û em qedexe kirin ji çûna seyranên Eyndîwer û Dirêcîkê.
Biraziya minî piçûk Hîro buhara par wêneyeke xwe di nav simbilên Sêgirka de girtibû û bedewiya wê di nav bedewiya xwedê de werbûbû. Simbil bi ser wê diketin û sed xwezî ku Hîro ew wêne ne girtiba belkî barê vê zuhabûnê siviktir ba li ser min, ez yê rojekê ji buharê heznekirî, çendî min ev hest ji te re raxistin û got; buhar weke qehpekê ye, bi cilên xweşik û mikiyacan me dixapîne, buhar sexte ye ne normal e, ew kêlîkeke û diçe, lê li zivistanê binihêre, li payizê: ewin demsalên  rast bi xwe û me re, her tiştî dibarînin, xwe jî, û her tiştî tazî dikin, rastiya wê diyar dikin û didin xuya bê çendî buhar derewan dike.
Lê havîn? Havîn li Qamişlo dojeh e na birova ye li ser dojehê. Wilo min bersiva te dida, lê îsal ji hemî nerînên xwe hatime xwar, mane baran ne bariya û ez îdî ji buharê hezdikim, na ew ne sexte ye, bera buhar were..bera were.
Lê baran ne bariya ma wê buhar ji çi ji dayik bibe? Û havîn jî na ew ne dojehe,ne jî birova ye, lê îsal wê havîn jî ne be. Havîn ne tenê germbûn e li cem me em xelkên bakurê (Selîm Berekat) û lehengên jîwariyên wî, havîn dema kar e, dema paleyiya genim e lê îsal mûsim jî nîne…havîn jî nîne…jiyan nîne, mane îsal baran ne bariya, mane me destên hev ne girtin…ma baranê çi kir û çi ne kir, û ezmanên ji me û qada me xeyidî ne gotin çima ?
Ezmano we çi bi me kir ?
Hûn ku hêviya me bûn, we wilo ev ax li hêviya xwe zuha hişt, madê mirovan tirş kir, êdî ne gotin bi wan re dibe, ne jî silav, welatekî bi giştî di tirsa birçîbûnê de dijî, û vê rehitbûnê xwe wer kiriye bi ser hemî civat û axaftinên wî de, welatê min e ku bi ser de her tişt li wî buha dibe, baran buha dibe, nan buha dibe, mazot, benzîn, hezkirin, lîstikê zarokan buha dibin, û bitenê em…..
Lê çima baran ne bariya îsal, çima zivistan nehat, buhar, havîn, payiz aax ma wê îsal payiz-ku hat- çi biweşîne ji pêvî me û helbestên ku nû pişkivî?
Ma em çi bikin? Wilo ji hevalê xwe Besam Mistefa dipirsim bo ew ji Kurdistanê Selîmo bi bîra min bîne dema di jîwariya xwe de dibêje:

Wê rojek bi ser xelkên bakur de were, wê xaniyan ji nêza bixun……
_ax selîmo ma te demekê çI ne got. 

ciwannebi@hotmail.com  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…