Mihemed Şêxo Û Hilbijartina Gotinan

Konê Reş

   Kêfxweş dibim, ku ez jî dewla xwe di bîra hunermendiya Mihemed Şêxo de dakim û dilê evîndarên deng, awaz û gotinên wî, bi çend gotinan şad û xweş bikim.
   Mihemed Şêxo; ew jî mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; Mirovekî bi bûyerên gelê xwe ve girêdayî bû, qet hayê wî ji malê dinyê tune bû.
Wî tev temenê xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckirin, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere..
   Wek guhdarekî stranên wî, ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; Deng, awaz û gotin. Mihemed Şêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor eş û janên gelê kurd ji xwe dibijartin, bi hevre dihûnan û di nav gel de belav dikir. Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul, xem, kef û şahî de dûr – dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî  akam û bandoreka mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiştan ve dehif dide; Welat û evîn..
   Mezinbûna navê Mihemed Şêxo ji vê yekê tê; ku dikare du celebên guhdaran peyda bike, yek jê; Ewên bi kul û jan in, a din ewên  bi kêf û şahî ne. Ango Mihemed Şêxo di stranên xwe de, şîn û şadiyê bi hev re kom dike.. Dikare bihêle ku mirovên şîn-şad li yek stranê guhdarî bikin. Di baweriya min de ev yek jî vedigere ser bijartina wî ji gotinên stranên wî re. Wî, bi zanebûn gotinên stranên xwe dibijartin û razî nedibû ku her helbestê bistirîne. Li gor ku ez yek ji kesên nêzîkî wî bûm, gelek helbest jêre dihatin ku bike stran, lê ew razî nedibû… Helbestên ku dibijartin, bi piranî li dor zilana welat, bûyerên welat û evînê digeriyan. Ta ku wî evîn jî, bi welat ve girêdida, ango li tembûra kul û êşên welatiya dida, xwe ji welatiyên xwe dûr nedikir, bi reşahiya welatiyan re bû û bi wan re dijiya.. Weha wî helbestên stranên xwe bi zanebûn bijartin û helbestên van helbestvanan gotin, ewên ku welat ji wan re, evin bû, hebûn bû û bi bûyerên welatê xwe girêdayîbûn û bi wan bûyeran re dihejiyan û dixiliyan.
De ka werin emê mêzebikin bê Mihemed Şêxo helbestên kê kiriye stran:
Cegerxwîn: (1903-1984)
1-   Bilinde bejin û bala te
2-   Di baxan de
3-   Pêjna te nayê
4-   Nalînek tê guhê min
5-   Agirê derdê te îro
6-   Bexçê gula
7-   Ey felek ka ew sera, birc û qunaxed dimin
8-   Dil kujtiyê awirên çavê te me
9-   Şêrînê nû gihayê.
Tîrêj: (1923 – 2002 )
1-   Feryad û sed ax û eman
2-   Erê şoxê
3-   Dîsa li min awir kişand
4-   Em hemî pêşmergan e
5-   Wa keça Tora banî
Yûsif Berazî( Bêbihar), li Serê Kaniyê a suriyê dimine
1-    Hebis û zindan
2-    Di xwed e
3-    Rabe ji xewê
4-    Çibikim bi can
5-    Koçê me barkir
6-    Di zindanê dinalim ez
7-    Ez bûm ferar
8-    Welat
9-    Derdan çi ez dil jarkirim
10- Şêrîn tu cirana minî
11- Rabe pismam
12- Eman ez bûm warê xeman
13- Şeva tarî
14- Ez jî bi cî bim
15- Yarê şehkir porê siyah
16- Perwîn keça nû gihiştî
Mele Ehmed Namî (1906 – 1975)   
1-   Pêşkevin em serfiraz in miletê kurdî
Omerê lelê: niha li Zaxo jiyana xwe derbas dike
1-   Xem û xeyalê te ez revandim
2-   Ay lê gulê gula min ê
3-   Qedera min çendî ciwan e
4-   Yarek min heye bi navê jin
5-   Peymana min şêrîn yare
Sebrî Botanî (1925 – 1998)   
1-    Tu wî bihuşta rengîn
2-    Pîrê xemcivîn
3-    Mixabin bi navê jîn
4-    Vê yarkujê tîrek weşand
Xelefê Zîbarî: Niha di dengê Emerîka de li washington kar dike
1-   Dema min tu dîtî Nesrîn
2-   Kewê xortê serê çiya me
Dr. Bedirxan Sindî: li kurdistana başûr dimîne
1-   Ey felek bo te dinalim
2-   Şermîne dil
Ehmedê Şêx Salih: li Eyndîwerê ye, rex Cizîra Botan
1-   Çûm nav baxê evînê
2-   Azad e, ciwan e
3-   Cana min !
4-   Xortên me lêne bê jimar
Kemal Şanbaz: Di sala 1975 an de li Beyrûtê hat kujtin
1-   Gewrê
2-   Min bihîstî tu nexweşe
3-   Yadê rebenê
Mustefa Atrûşî: Ji kurdên Başûr e
1-   Min canê dît
2-   Sê zerî hatin ber derî
Dr. Feydellah Xiznewî: Niha li Parîsê diji
1-   Bilbilo
2-   Xalxaloka çema
 Ferhad îçmo: niha li Qamişlo dijî
1-   Destê min bigire
Mihemed Elî Şakir: Niha li Serê Kaniyê dijî
1-   Eman dilo
Adil Seyfeddîn:
1-   Azade şêrîn
Beşîr Çaçan(Şêrên): Niha li emarata erebî dijî
1-   tu ji min dûr ket şêrîn yarê

   Her weha Mihemed Şêxo di dor 20 salan de, dor 114 stranan gotiye, ew stran di gelek kasêtên têvel de belav bûne..
 Hem jî, wê stranek bi erebî gotiye bi navê (Zûro libnan), ango herin libnanê…
   Belê gelek stranên wî yên din jî hene, ez tênegihiştim bê ji gotinên kêne..Lê ji stranên wî yên navdar wek ku li jor min nişan kiriye ji gotinên wan camêran e.

Konê Reş
Qamişlo

Çavkanî: Kowara W, hejmara 22

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…