Hevpeyvîn û bêhnvedanek hunerî bi hunermend Luqman Ehmed re û xwendina hunera kurdî!!!

  1- Kurte jiyana hunermend Luqman Ehmed?

Li bajarê Dirbêsiyê hatime dunya yê, xwendina seratayî li wir kir, paşê em hatine bi malbatî bajarê Hisiça, û xwendina xwe lê tewakir û min dest bi hunera şêwekarî kir.

2-Huner tê girêdan bi talantê ve, lê ji bilî wê çi jî heye? Win çi dibêjin di vê buwarê de?

Huner kare di dawiyê de, divê yê hunermend baş metryalê xwe binase û têkeve piratîka rojana wî bi xwendina bilind di derheqa mijar ên hunerî de, û bi hobûna dest û çavê xwe di aliyê tekenîkî de… xwe ji kar dûr nexwe.
3-Guhestina jiyan û dastanên kurdî li ser tabloyên hunerî, çi wateya wê heye?

Ev diyaloga di navbera musîk û rengan de ye, çawa em dengê kurdî bi hemû tonên wî şiroveyî reng û xêzan bikin, di mebesta xwe de du tişt hene yek jê hunerîye bi asoyên aferandinê ve girêdaye û ya din bi nivîsandina dîroka mêrantî û dilsoziya gelê kurd ve  girêdaye, bi rengekî ciwan û modêrn.

4- her tabloyek û wêneyên wê dîrokek wî heye, li cem luqman gelekî reng têne xuyanêkirin û ji bilî hesp, erbane û jina kurdî, ev çawa tê şîrovekirin?

Ev dîroka mine (xezeba mirina siwaraye, bi evîn, qehremanî, naz û kêfxweşiya jiyana wane) evana rastiya baweriya mine di buxçika kurdî de.

5- ji dervî hunerê, luqman û nerîna wî li ser pîrekê?

Paşeroja zilam e weke Luîs Argon dibêje. Buhara jiyanê ye.

6- guhdana hunermed luqman bi zarokan, vedgere çi?

Vedgere zarokê di nava min de, û hîna xwe nedaye nasîn wek hezarên zarokê kurdan, bê guhdan û bê hezkirin mezindibin……dibin nîşana hesan ji nîçîra deshilatan re, dive em wan kedî bikin bi zanên û hezkiin.ji bo bibin xwediyê roja xwe.

7- karê hunerî yê kurdî di çi astî de ye?

Hîna li xwe digere, weke her tiştê kurdiye, lê dîsanê gavên pak radide bi keda serborên taybet ji aliyê hindek hunermendan ve.

8- di kultura gelêrî de, hinek cudabûn di nav bera hunermend û civakê de heye, çima? Û wê çawa ev nerîn bê guhertin?

Ev kultura civata meye, tenê ya gotinêye, gelek sedem ji wê re hene, kultura bînerî( hunerî) ne ket nav piratîka rojan ji civakê re, ev pirobleme di stûna avakirina civakê de ye û di roja îro de pir zehemet buye.

9- ziman û karê hunerî û rewşenbîrî, û pirsgirêka kurdî, wê hunermend luqman ji mere bi hevre girê bide?

Tevde cokin , divê em wan bi ser hev vekin ji pêla avayê bilind û bi hêz be, tevde hev temam dikin.

Luqman Ehmed:

– di sala 1972 li bajarê Dirbêsiyê hate dunyayê.
– Çalakî û pêşangehên têde beşdar buye:
– Pêşangeha (hunera kurdî) 1998.
– Pêşangeha tevayî li Hessekê 1999.
– Pêşangehên tevayî li galîriya Êbla li Helebê di salên: 2001, 2002, 2003, 2006.
– Pêşangeha tevayî li galîriya Al-xancî 2002.
– Pêşangeha tevayî li bajarê Misyaf 2003.
– Pêşangeha tevayî li Siwêsra 2004.
– Pêşangeha tevayî li festîvala Batman 2007.
– Pêşangeha tevayî li navenda çandî li Hessekê 2004.
– Pêşangeha tevayî li navenda çandî li Serêkaniyê 2005.
– Pêşangeha tevayî li navenda çandî li Qamişlo 2006.
– Pêşangeha tevayî li galîriya Êbla li Helebê 2006.
– Pêşangeha tevayî li D.S.M li bajarê Diyarbekr 2007.
– Pêşangeha tevayî li navenda çandî li (sînema yelmaz gunay) li Batman 2008.
– Berhemên hunerî ji gelek pirtûk û berhemên (kurdî, erebî)

——

Jêder: Govara HELEZ hejmar (3-4)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…