ZAGROS OSMAN
hêsrêt yara min kilkirin
bi xweliya şewata hêlîna xewna min
jibo xaçekî ji agir… lidarxin
di sibeha minî kur û kem de
amudê efsanek zikmakiya
hertimî … şewat sozê xwe pêre heye
***
li ser qevdikên destên dayikên bi girî bilya ne
neqşên deqandî hene
qehra biroskan… dibêjin
li amudê çend mesîh şewitî ne
çend… perestgeh
çend… xanî û mal
hêsrêt yara min kilkirin
bi xweliya şewata hêlîna xewna min
jibo xaçekî ji agir… lidarxin
di sibeha minî kur û kem de
amudê efsanek zikmakiya
hertimî … şewat sozê xwe pêre heye
***
li ser qevdikên destên dayikên bi girî bilya ne
neqşên deqandî hene
qehra biroskan… dibêjin
li amudê çend mesîh şewitî ne
çend… perestgeh
çend… xanî û mal
***
dîroka serhişk
toz pê nikare
her şewatek
pîzotek xwe heye
di dilên bêzar de
baweriyek…nemir
***
amudê … ji ku de emê destpêbikin
li ku de emê bi dumahî bikin
derdên te… xaçirêkên xwe dirêjin
li vê derê xwe vehêsî ne
pala xwe bide şermola û raze
jibo tenberiya te
bi şehê dara hinarê … bişkinim
bo biskên te hine bikim
çavên xwe bigre
bo ji westandina te
ez romanek nayê nivîsandin bihûnim
ta ku ramîsim
wan guliyên bi dîwarên malên tev daliqandî ne
***
ji êvara teyî bi xwîn
di xeyalê minde steyrên rîhanê
pîzot şiyar kirin
liba zeytûnê
li ser şax bûye… tenî
li kujeran digere
stirî di bextê koçeka de… şînhat
de bihêle
ez bi xweliya zenglên dêrên tey berdayî
daxuyaniyekê binvîsînim
çil û heft kul çûn
û hîna wêne ne diyare
ezê ropelekî dîtir bavêjim ser ropelên sergerdanê
bîrwariya bicivînim
bîrwariyek berya min hebû
ez afirandim ez kirim dîrok
bînerê… bi tenha …tenî bû
ezê li serê xwe siwarêm
û bihêlim xwelî saloxdanê bide
***
xweliya amudê
darin … mirovin
bêhnxweşî û bînadarî ye
çîrokên… ku rihet nabin
***
dîmen çawa pêket … dîmen
demsalek dîtir bo şewatê
tiliyên belo …xwestin
bi agirê zikreşiya xweyî nuxmtî bileyizin
welatek daqurtandin
jê têr nebûn
çavên xwe li nêçîrek nuh gerandin
amudê bûka şewatê ye
ji bilî şewatê çi maye ku wî nêçîrbikin
bêbextî nêçîrvanekî jîre
nêçîrê dajo
wê di xefka werdike
bi kevirekî… gelek çivîka di kuje
xefk ji darê zorê û qederê û wêneya çêbûye
nêçîr ji deslanî ketiye
dehf … nifirek mayindiye
daye ser pişta bajarekî
xwe bi lawên xweyî çav reş paye dike
***
amudê awirên wan… ne xwend
sozek bi dojehê re heye
dayik bi karên xwe
û qerwelkan daketibûn
bavik çûn çayxana
ji qedehê çayê û lîstika qelemaça
payebûna xwe dadigrin
û kulîlik û gul û çivîk derketin
çûn dibistanên ji kelpîçan
****
bêguneh li ser qutyên teneke rûniştin
li hêviya fêr û mamosta ne
amudê bi çav reşiya çêlîkên xwe… dilşaye
bi lewasiyên di çayxana de… di çirisîne
ji bînxweşiya dehla… serxweşe
ji fîxana bilbilan …ahenge
li ber awazên qerebalexa dibistana
dîlanê dike
hajxwe nebûn … û nebûn
di kêlîka ku hajxwe nebûn
mirinê xwe kişand dibistana
yê nehtor û yê kujer pîlangerandin
sipartinde de destê mamosteyekî beyanî de ye
mamoste bêbextî bi şandiyariya xwe re kir
şagirtyên xwe bi derewek şêrîn ve girêda
rîhan ajotin ser şewatê
biryar ew bû ku spartinde ji desxwe berde
ebdul selam şêx helîm
husên ehmed
corc qiryo
fewzî kifte
mîna wan bi sedan
rîhan û terhik
peyvên mamoste bo şehrezad
ew dilbijandî kirin
li ber nizaniya xwe ew pelûbûn
nave sînema li wan siwar hat
dehfkê ew xapandin
***
zarokên bajarekî
li qorzîkek jibîrkirî di cîhanê de
navê sînema bihîstin…cadûbûn
bi dilçûnê bilayan
bi coş û dilgerm bûn
bawerî bi mamoste anîn
pey ketin û çûn
di salonê de ew komkirin
û vekişya
berxên amudê bê şivan hiştin
destên veşartî dergeh kilîtkir
salon bi donê mirinê pêçaye
şewq vemirîn
nêçîr li ber xefkê amede ye
***
qeya destek gerand
wêne di livin di peyivin
zarok matmayî dimînin
dîmen li wan siwar bû
hişên xwe ketin xefkê de
***
cîhanek dîtir di tarîbûnê de… dimeye
dolên nijdevan û talankeran
kewijandina wan livya
xefk li ber nêçîra stembar vedan
hejmar durist bûye
***
ji nişka ve qiyamet li salonê rabû
gurên agir
li berxên amudê derbûn
pêlên sincirî
di rûhinarkên kulîlka de di zûrin
qîlên agir bi laşên nazik ketin
dest û lingan û guhan
di keritî ne
qamçiyên şewatê li ser bişt û zikan
rêka vedikin
şitlên di kumçika buhara xwe de
donê wan herikîn
mejiyên wan hilyan
çav di rjin … bêvil di birijin … tilî di şewitin
***
salona sînemê
ardûwên wê ji mirov û kevira ye
salon çû xwarê bû dojeh
haşer û meheşer
allah û ekber
***
dîmen wergerya
wêne li ser dikê nediyare
fîlîm qut bû
jibo şano dest pêbike
zarokên bizdandî
hatin bo temaşe bikin
lê ew bûne dilê dîmen
bûn temaşe
dojehe … dojehe … dojehe
dîwar di sincirin
serban dihilin
kevir ji hevdikevin
agir û dûmane
xwîn û cî û dem namînin
salon ji hebûnê dikeve
en li salonê hebûn dibe nebûn
ne … av
ne… ba
gelo hebûn li ku derê maye
***
gurîn şano ye
sînaryo wê kujerekî …nivîsand
hunermendên wê zarokên bêguneh …lîstine
kiryarekî nepen … derhinêrê
salon … li cîhanên dîtirin dojehe
temaşevan qirêja …netewa ye
lehiyek ji agir çep û rast
zaroka li ber xwe dibe
pêlek wan davêje jor
û ya dîtir li bin guhê wan dixîne
qerebalex û qîrînên bizdandî hene
***
dema ku qiyamet radibe
wê kî hewarê bibhîze
dema ku roja hîsab bê
wê kî li qîrînê guhdar be
***
zaroka hevdû ajotin
bi her aliyî ve çûn
di gurînê de winda bûn
can nebedî bû
êşa şewatê … paşayê kuştinê ye
rê qedexe kir
li ber derî êş nayê hilgirtin
li ber penceran nayê pîvan
yên xwe avêtin ber dîwar
dîwar ew birijtin
zarok ji êşan kêferatê dikin
***
biryar ahinga şofînîstan bû
jibo me têde bibrêjin
ey selah aldîn
di guldanê de
xweliya gewdên niviyên te
li te vegerandin
li ser goştên wanî taze
bi qîlên xwe
sipasî ji tere nivîsandin
qenciya te jibîrnekirin
ji nêçîrê têr xwarin
kê got : dojeh têr naxwe
wan ew têr kirin
bela dojeh nava xwe
ji we re veke
ta ku hûn bibînin çend sed berxên amudê xwariye
***
bav bi konkan û ternîbê bilyabûn
gurîn girnijî zimanê xwe veziland
dûman hilkişya
bihna kezebên birajtî belabû
amudê korsek bang dike
şewat … şewat
***
kîna êl û îdyolojya li ser masa payebûnê
li pey xwe hştin
di dojeha ku li wan qelibî bazdan
hilma qûnên paytextên
ew perçekirin
bêvilên wan dagirtin
û li vêderê bihna birjtina seriya beladibe
***
gurîn hestiyê xewnên bi şewq dicû
bîntengî bi çav û dirûn ket
şiyar bûn
bê tirs pêşve çûn
çav reşa
li qedera xweda pirsîn
ew jî derew bû
çi sud heye
di nalîna mêşa hingivî di
ku bi şewite
di helkehelka gulek de
ku bi dûmanê bînçikandî dibe
di hewara zarokekî agir wî dixwe
di êşa darekê
ku bûye tenî
***
jin bûn nevêl
axê li serê xwe dikin
amudê … çend kerbela di nava tede hene
dayik şînê dikin
li sîngên xwe dixin
guliyên qîza jêdikin
ruhinarkên xwe diqelêşin
ferîda elî
daket dojehê
şer dike
mihemmed axayê degorî
pîsbûn qebûl nekir
lingê xwe li gurînê xist
kubarî pê dike ve
xwe berda nava êtunê
şerekî dijwr bi agir re dike
di her daketinekê de
dû zarokan ji nav lepê mirinê direvî ne
wan dixe bin baskê felatê
di meydanê de çû û hat
dûbare hewldanê dike
birêzekî amudî resen û çavreşe
kurê dayek serfiraze
bang lê dan :
axa kurê te ne li salonê ye
li wan vegerand
tevde kurên minin
hovitiya qederê
mêranî qebûl nekir
Mihemmed serî danexist
ta ku bi destên berxwedanê dike bigre
û zarokê dûmahî
ji dojehê rizgar bike
mêrxasekî hêja guhneda mirinê
lê qedera bêxt reş
ji dawîde lêda
demirekî sincirî ew nêçîr kir
jibo bobelatê bike dû qat
hêviya wî jibo felata zarokan qurmiçî
bi şewatê şehîd ket
kerwanên zarokên xweyî şehîd
dan pey xwe û çûn hêla kuçberiya mayindî
ji canên terqyayî re bû bav
li esmanê amudê
dûvstêrek bilind bû
li ser stêrek dûr danî
tebatê bo zarokên qurmiçîn di xwaze
***
ev dîtin li ber çavên hemî jinên
ku gula datînin ser gorên miriyên xwe
ev dîtin rondikek di herike
li ser ruwên her kesên
ku fatîhe li goristana amudê di xwînin
***
koçê ji cîhana stemkar barkir
lê yê nijdevan melheze çêdike bo şewatek dîtir
dojeh ji bajêr kişya
lê dîmen di ciyê xwede tarî maye
xwelî … wêran û xopan … di pêje
xwîn û hestu … di bêje
rastî mîna zilindarê tazî maye
bajêr laşên şewitî gewdên peritî vexwar
***
dayikan baweriyên xwe yî belebûyî kolan
li nîşana berxikên xwe digerin
kefen dan pey hev kişandin goristanê
wê kî here behiya kê
şûn li mala ye.. li kolana ..li dibistana
***
careke din
dojeh di rehan de
di wijdana de gur bû
bobelat nayê hilgirtin
agirê sînema vemirî û yê dila pêket
***
amudê tevna mijûl û metala vedirêse
ji qehra
xak û esman û derdan dihune
konê şûnê vedigre
Mihemmed hiso bang kir
birano girî rumetiyê nade cangoriyên me
werin emê kefenên zarokên xwe
ji pirotisto çêkin
emê yê gurîn şiyar kir tawanbar bikin
***
dîmenê dumhî hat
dojeh ji cîhanê kişya
di neqeba hebûn û nebûnê de
derewek heye
mirovayetiyê ji bilî rêûrismê şêweyî tiştek nekir
nuçeyek bilez di radoya bbc de weşiya
bobelat ji bîrkirin
xweliya şehrezad
şojineke di çavê mirovatiyê de ye
sêsed şitil qurmiçîn
di gulistanekê de ew binax kirin
û bi dîwarekî ew pêçan
û bi putekî nediyar ew xemilandin
gotin li vê derê pirsgirêk bi dumahî bû
***
gul bişkivîn
gulistana jibîrkirî bû ziyaret
dara tuwê hezar pirs lê ket
pirsgirêk di dilê bi kul de vekirî maye
wê kî dilê dayikên kezeb şewitî kilît bike
di nimêjên xwede birîna vedilorînin
bîrwariya bêtebate namiçiqe
tev şewatan
amudê dimîne û her wê bimîne
stiriyek di qirika kujeran de
wergerandina çend bêjeyan :
toz pê nikare
her şewatek
pîzotek xwe heye
di dilên bêzar de
baweriyek…nemir
***
amudê … ji ku de emê destpêbikin
li ku de emê bi dumahî bikin
derdên te… xaçirêkên xwe dirêjin
li vê derê xwe vehêsî ne
pala xwe bide şermola û raze
jibo tenberiya te
bi şehê dara hinarê … bişkinim
bo biskên te hine bikim
çavên xwe bigre
bo ji westandina te
ez romanek nayê nivîsandin bihûnim
ta ku ramîsim
wan guliyên bi dîwarên malên tev daliqandî ne
***
ji êvara teyî bi xwîn
di xeyalê minde steyrên rîhanê
pîzot şiyar kirin
liba zeytûnê
li ser şax bûye… tenî
li kujeran digere
stirî di bextê koçeka de… şînhat
de bihêle
ez bi xweliya zenglên dêrên tey berdayî
daxuyaniyekê binvîsînim
çil û heft kul çûn
û hîna wêne ne diyare
ezê ropelekî dîtir bavêjim ser ropelên sergerdanê
bîrwariya bicivînim
bîrwariyek berya min hebû
ez afirandim ez kirim dîrok
bînerê… bi tenha …tenî bû
ezê li serê xwe siwarêm
û bihêlim xwelî saloxdanê bide
***
xweliya amudê
darin … mirovin
bêhnxweşî û bînadarî ye
çîrokên… ku rihet nabin
***
dîmen çawa pêket … dîmen
demsalek dîtir bo şewatê
tiliyên belo …xwestin
bi agirê zikreşiya xweyî nuxmtî bileyizin
welatek daqurtandin
jê têr nebûn
çavên xwe li nêçîrek nuh gerandin
amudê bûka şewatê ye
ji bilî şewatê çi maye ku wî nêçîrbikin
bêbextî nêçîrvanekî jîre
nêçîrê dajo
wê di xefka werdike
bi kevirekî… gelek çivîka di kuje
xefk ji darê zorê û qederê û wêneya çêbûye
nêçîr ji deslanî ketiye
dehf … nifirek mayindiye
daye ser pişta bajarekî
xwe bi lawên xweyî çav reş paye dike
***
amudê awirên wan… ne xwend
sozek bi dojehê re heye
dayik bi karên xwe
û qerwelkan daketibûn
bavik çûn çayxana
ji qedehê çayê û lîstika qelemaça
payebûna xwe dadigrin
û kulîlik û gul û çivîk derketin
çûn dibistanên ji kelpîçan
****
bêguneh li ser qutyên teneke rûniştin
li hêviya fêr û mamosta ne
amudê bi çav reşiya çêlîkên xwe… dilşaye
bi lewasiyên di çayxana de… di çirisîne
ji bînxweşiya dehla… serxweşe
ji fîxana bilbilan …ahenge
li ber awazên qerebalexa dibistana
dîlanê dike
hajxwe nebûn … û nebûn
di kêlîka ku hajxwe nebûn
mirinê xwe kişand dibistana
yê nehtor û yê kujer pîlangerandin
sipartinde de destê mamosteyekî beyanî de ye
mamoste bêbextî bi şandiyariya xwe re kir
şagirtyên xwe bi derewek şêrîn ve girêda
rîhan ajotin ser şewatê
biryar ew bû ku spartinde ji desxwe berde
ebdul selam şêx helîm
husên ehmed
corc qiryo
fewzî kifte
mîna wan bi sedan
rîhan û terhik
peyvên mamoste bo şehrezad
ew dilbijandî kirin
li ber nizaniya xwe ew pelûbûn
nave sînema li wan siwar hat
dehfkê ew xapandin
***
zarokên bajarekî
li qorzîkek jibîrkirî di cîhanê de
navê sînema bihîstin…cadûbûn
bi dilçûnê bilayan
bi coş û dilgerm bûn
bawerî bi mamoste anîn
pey ketin û çûn
di salonê de ew komkirin
û vekişya
berxên amudê bê şivan hiştin
destên veşartî dergeh kilîtkir
salon bi donê mirinê pêçaye
şewq vemirîn
nêçîr li ber xefkê amede ye
***
qeya destek gerand
wêne di livin di peyivin
zarok matmayî dimînin
dîmen li wan siwar bû
hişên xwe ketin xefkê de
***
cîhanek dîtir di tarîbûnê de… dimeye
dolên nijdevan û talankeran
kewijandina wan livya
xefk li ber nêçîra stembar vedan
hejmar durist bûye
***
ji nişka ve qiyamet li salonê rabû
gurên agir
li berxên amudê derbûn
pêlên sincirî
di rûhinarkên kulîlka de di zûrin
qîlên agir bi laşên nazik ketin
dest û lingan û guhan
di keritî ne
qamçiyên şewatê li ser bişt û zikan
rêka vedikin
şitlên di kumçika buhara xwe de
donê wan herikîn
mejiyên wan hilyan
çav di rjin … bêvil di birijin … tilî di şewitin
***
salona sînemê
ardûwên wê ji mirov û kevira ye
salon çû xwarê bû dojeh
haşer û meheşer
allah û ekber
***
dîmen wergerya
wêne li ser dikê nediyare
fîlîm qut bû
jibo şano dest pêbike
zarokên bizdandî
hatin bo temaşe bikin
lê ew bûne dilê dîmen
bûn temaşe
dojehe … dojehe … dojehe
dîwar di sincirin
serban dihilin
kevir ji hevdikevin
agir û dûmane
xwîn û cî û dem namînin
salon ji hebûnê dikeve
en li salonê hebûn dibe nebûn
ne … av
ne… ba
gelo hebûn li ku derê maye
***
gurîn şano ye
sînaryo wê kujerekî …nivîsand
hunermendên wê zarokên bêguneh …lîstine
kiryarekî nepen … derhinêrê
salon … li cîhanên dîtirin dojehe
temaşevan qirêja …netewa ye
lehiyek ji agir çep û rast
zaroka li ber xwe dibe
pêlek wan davêje jor
û ya dîtir li bin guhê wan dixîne
qerebalex û qîrînên bizdandî hene
***
dema ku qiyamet radibe
wê kî hewarê bibhîze
dema ku roja hîsab bê
wê kî li qîrînê guhdar be
***
zaroka hevdû ajotin
bi her aliyî ve çûn
di gurînê de winda bûn
can nebedî bû
êşa şewatê … paşayê kuştinê ye
rê qedexe kir
li ber derî êş nayê hilgirtin
li ber penceran nayê pîvan
yên xwe avêtin ber dîwar
dîwar ew birijtin
zarok ji êşan kêferatê dikin
***
biryar ahinga şofînîstan bû
jibo me têde bibrêjin
ey selah aldîn
di guldanê de
xweliya gewdên niviyên te
li te vegerandin
li ser goştên wanî taze
bi qîlên xwe
sipasî ji tere nivîsandin
qenciya te jibîrnekirin
ji nêçîrê têr xwarin
kê got : dojeh têr naxwe
wan ew têr kirin
bela dojeh nava xwe
ji we re veke
ta ku hûn bibînin çend sed berxên amudê xwariye
***
bav bi konkan û ternîbê bilyabûn
gurîn girnijî zimanê xwe veziland
dûman hilkişya
bihna kezebên birajtî belabû
amudê korsek bang dike
şewat … şewat
***
kîna êl û îdyolojya li ser masa payebûnê
li pey xwe hştin
di dojeha ku li wan qelibî bazdan
hilma qûnên paytextên
ew perçekirin
bêvilên wan dagirtin
û li vêderê bihna birjtina seriya beladibe
***
gurîn hestiyê xewnên bi şewq dicû
bîntengî bi çav û dirûn ket
şiyar bûn
bê tirs pêşve çûn
çav reşa
li qedera xweda pirsîn
ew jî derew bû
çi sud heye
di nalîna mêşa hingivî di
ku bi şewite
di helkehelka gulek de
ku bi dûmanê bînçikandî dibe
di hewara zarokekî agir wî dixwe
di êşa darekê
ku bûye tenî
***
jin bûn nevêl
axê li serê xwe dikin
amudê … çend kerbela di nava tede hene
dayik şînê dikin
li sîngên xwe dixin
guliyên qîza jêdikin
ruhinarkên xwe diqelêşin
ferîda elî
daket dojehê
şer dike
mihemmed axayê degorî
pîsbûn qebûl nekir
lingê xwe li gurînê xist
kubarî pê dike ve
xwe berda nava êtunê
şerekî dijwr bi agir re dike
di her daketinekê de
dû zarokan ji nav lepê mirinê direvî ne
wan dixe bin baskê felatê
di meydanê de çû û hat
dûbare hewldanê dike
birêzekî amudî resen û çavreşe
kurê dayek serfiraze
bang lê dan :
axa kurê te ne li salonê ye
li wan vegerand
tevde kurên minin
hovitiya qederê
mêranî qebûl nekir
Mihemmed serî danexist
ta ku bi destên berxwedanê dike bigre
û zarokê dûmahî
ji dojehê rizgar bike
mêrxasekî hêja guhneda mirinê
lê qedera bêxt reş
ji dawîde lêda
demirekî sincirî ew nêçîr kir
jibo bobelatê bike dû qat
hêviya wî jibo felata zarokan qurmiçî
bi şewatê şehîd ket
kerwanên zarokên xweyî şehîd
dan pey xwe û çûn hêla kuçberiya mayindî
ji canên terqyayî re bû bav
li esmanê amudê
dûvstêrek bilind bû
li ser stêrek dûr danî
tebatê bo zarokên qurmiçîn di xwaze
***
ev dîtin li ber çavên hemî jinên
ku gula datînin ser gorên miriyên xwe
ev dîtin rondikek di herike
li ser ruwên her kesên
ku fatîhe li goristana amudê di xwînin
***
koçê ji cîhana stemkar barkir
lê yê nijdevan melheze çêdike bo şewatek dîtir
dojeh ji bajêr kişya
lê dîmen di ciyê xwede tarî maye
xwelî … wêran û xopan … di pêje
xwîn û hestu … di bêje
rastî mîna zilindarê tazî maye
bajêr laşên şewitî gewdên peritî vexwar
***
dayikan baweriyên xwe yî belebûyî kolan
li nîşana berxikên xwe digerin
kefen dan pey hev kişandin goristanê
wê kî here behiya kê
şûn li mala ye.. li kolana ..li dibistana
***
careke din
dojeh di rehan de
di wijdana de gur bû
bobelat nayê hilgirtin
agirê sînema vemirî û yê dila pêket
***
amudê tevna mijûl û metala vedirêse
ji qehra
xak û esman û derdan dihune
konê şûnê vedigre
Mihemmed hiso bang kir
birano girî rumetiyê nade cangoriyên me
werin emê kefenên zarokên xwe
ji pirotisto çêkin
emê yê gurîn şiyar kir tawanbar bikin
***
dîmenê dumhî hat
dojeh ji cîhanê kişya
di neqeba hebûn û nebûnê de
derewek heye
mirovayetiyê ji bilî rêûrismê şêweyî tiştek nekir
nuçeyek bilez di radoya bbc de weşiya
bobelat ji bîrkirin
xweliya şehrezad
şojineke di çavê mirovatiyê de ye
sêsed şitil qurmiçîn
di gulistanekê de ew binax kirin
û bi dîwarekî ew pêçan
û bi putekî nediyar ew xemilandin
gotin li vê derê pirsgirêk bi dumahî bû
***
gul bişkivîn
gulistana jibîrkirî bû ziyaret
dara tuwê hezar pirs lê ket
pirsgirêk di dilê bi kul de vekirî maye
wê kî dilê dayikên kezeb şewitî kilît bike
di nimêjên xwede birîna vedilorînin
bîrwariya bêtebate namiçiqe
tev şewatan
amudê dimîne û her wê bimîne
stiriyek di qirika kujeran de
wergerandina çend bêjeyan :
ــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
koçek الرهبان –
bîner – الشاهد
pîlangerand التواطىء –
sipartinde – الامانة
şandiyarî الرسالة –
cadûbûn مسحور –
nevêl – خوارج
dûvstêr الشهاب –
behî العزاء –
ــــــــــــــــــــــــــ
li min megrin helbesta min pir dirêje mîna derdên ew dayikên ku jibo wan min ev helbest verêsandiye , çimkî piştî 48 sala hîn birîn wek xwe ye êş û şewata xwe gur dibe , sal bi sal zincîra qurbaniya li vî weltê dirêj dibe ,di gel xwe de çemên xwînê û hêsran û êşê dirêj dibin , xene dûmahî bo vê efsana zindî nîne , ku ti serdana amudê bike wê taya sînemê te biger û bo te bibe saw û girêk , ti nema kare wê jibîr bike , jibo wilo helbesta gurînê wek girêkekê ji navbira gelek girêkan diyarî we dikim .