DENGVEDANA TIRSÊ

Hozanê girkundê

 Li vî welatî gotin têde lerzokin di qefilin tev tazîne bê tebatin an jî tirsokin xewn û hêvî bê watene tim revokin bê hevokin li vî welatî gerdûn rşe her tariye dem sal girtîne xenqîne gemkirîne li vî welatî jiyan bê ser û bere xav û sar di mîne herdem lale mîna lalbûna zemînêye li vî welatî hertişt têde ew bi êşe jar û xemgîne li vî welatî çivîk bê hêlîn di mînin bilbil xeman di kşînin li vî welatî hertişt bê renge yaseyên mirovatîyê di dadgeha hovatîyê de bê wêne û xemil wilo bilandî di mîne li vî welatî pir tişt têne wêrankirin têne

qedexekirin tenê dîwarên zindanan têne pirwaz kirin di lopên hêsiran di lîlînin li vî welatî bihar bê gul bê bîn tê vejandin di meyxana cûdahîyêde di çelmisin çavêd mendalan herdem şilin bi girîne xaz yiz in bê pênas û bê ayndene rojên temenên xwe di hûnin bi kemera tirsê têne pêçandin bi sawa dengê cenawiran bê xew û birçî di mînin li vî welatî kovanên sotî dilên dayikan di pelînin destên bi qirêj giyanê tekoşînan ji laş di revînin nenûk ji goşt radikşînin qevdên sitirîyan li ser riwê berbangê radixînin li vî welatî bihna tozê bihna barûdê bi ser bejna newrozêde di barînin firiştîyên dojehê qonaxa hebûname di pîvin roj bi roj xweşîyê ji nêv zevî ûgulîstanên me mîna findekê bi şewl vedimrînin li vî welatî me bê sibe û bê êvar di hêlin carekê xizanî ûcarekê koçberî û carekê ji welat mişixtî ûpenaberî li vî welatî pênûs li ser riwê kaxezan ser xweş di mîne girnejînên fedîyok xwe ji ser lêvan di xeyidînin li vî welatî em li xwe di gerin di nêv nîgaşande wilo wilo em windadibin bê ronî li hev di gerin erê emê li xwe bi gerin ta em xwe bibînin li vî welatî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…