LI SÛRIYEYÊ ÇI DIBE ?

Hoşeng Osê
 shengo76@hotmail.com

Kêm, zêde, gelê Tirkiyeyê dizane li welatê wî çi çêdibe. Kêm, zêde, li Tirkiyeyê hinek demokrasî û ragihandin heye, ji te re bûyeran, piştî çend deqeyan, yan jî piştî çend saetan radigihîne. Lê li Sûriyeyê demokrasî “memokrasî”, ragihandin “magihandin” nîn e. Gelê Sûriyeyê, ji ragihandina xelkê, rûdanên li welatê wî çêdibin, bê hay e. Eger ji destê rijîma Sûriyeyê bihata dê hemû metodên ragihandina cîhanî jî bêdeng kiribana, da ku kesek nizanibe bê çi li Sûriyeyê diqewime. Sûriyeya îro di dirûvê Tirkiyeya piştî salên 1980’an de ye.
Di 2’yê vê mehê de, berpirsekî ewlekariya payebilind a Sûriyeyê, li mala xwe ya bajarê Tertûsa ber deryayê hate kuştin. Navê wî Amîral Mihemed Sileyman e. Bûyer, di eynî rojê de, di ragihandina cîhanî de belav bû. Lê piştî çar rojan, ragihandina Sûriyeyê nûçeya, vê bûyerê piştrast kir. Tê gotin ku kesê hatiya kuştin, milê rastê yê Beşşar Esed bû. Li gorî agahiyan peywîr, hêz û deshilatiya vî kesî ji ya wezîrê parastin û serfermandarê artêşa Sûriyeyê jî mezintir bû. Tê gotin ku ev kes, sindoqa reş a sirên rijîma Sûriyeyê bû. Gelek dosyayên pir nazik û hesas di nav destên wî de bûn. Ji van dosyayan: 1- koordînekirina lojîstîk a artêşê. 2- koordînekirina posta bidizî (name) a serokomariyê. 3- koordînekirina kirîna teknolojiya atomî ji Koreya Bakur û parastina alim û zanyarên vê teknolojiyê yên koreyî. 4- Koordînekirina têkiliya Sûriyeyê bi “Hizbulaha” Lubnanê re. 5- Koodînatorê têkiliyên Sûriyeyê bi Îranê re bû. Kesekî bi van erkan li wî cihê ku tedbîrên çawa tê kuştin!?
Gelek çavdêr dibêjin ku ew ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye tesfiyekirin, da razên bi wî re bûn, bi wî re jî bingor bibin. Nemaze, têkiliya wî bi kuştina serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Herîrî. Hinek kesên din, dibêjin: Ew hate tesfiyekirin ji ber ku bi delametê xwe baş ranebû û dibe ku tiliya wî di kuştina berpirsê leşkerî yê Hizbulahê Îmad Mugniye de hebû û tiliya wî di bombekirina Îsraîlê ya avahiya ku dihate gotin ‘projeya atomî ya Sûriyeyê ye,’ de hebû.
Berê Serokê Sûriyeyê li Îranê bû û ev kesê payebilind hate kuştin. Piştî ku Beşşar Esad ev nûçe bihîst, serdana xwe ya Îranê qut nekir û dîrekt venegeriya welêt. Ne tenê wisa jî Esad û jina xwe, berên xwe dan Tirkiyeyê qaşo, ji bo seyran û tatîlê!? Ev dide nîşandan ku Esad veneciniqî bi nûçeya kuştina, qaşo “mile wî yê rastê” Dêmek, hayê wî jê hebû. Yan jî biryara tesfiyeyê Esad dabû.
Serokomarê Sûriyeyê, piştî ji Parîsê vegeriya çû Tehranê û ji wir çû Enqereyê. Di van rojên pêş me de jî dê biçe Moskowayê. Ji bilî sedemên naskirî yên van serdanên Esad sedemeke din heye da bide nîşandan ku tu krîz, alozî û pêvçûnên hundirîn di welatê wî de tune ye. Lê kuştina berpirsên payebilind ên Sûriyeyê ne nîşaneke xêrê ye ji bo vî welatî. Hêj jî kes nizane li Sûriyeyê çi dibe. Lê xwedê zane ku aliyekî “Ergenekona” Sûriyeyê jî hêdî hêdî aşkera dibe
—-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…