Zewaca nûjen

 Dr. Xelil Omar
   Pîrê ji bêkesî û kalo ji bênefsî, herdiyan li hev pirsîn û meheke di wê navê re neçû, bûk û zavê govendeke giran lidarxistin. Ji aliyekî de dahol û zurne bû û ji aliyê din ve girî û hêsrên herdû keçên Kalo bû; çawa wê bav bizewice û hîna deh sal di ser mirina diya wan re neçû ye.
– Heger  min nehişt  ko takên porê wê, yên mayî bibin hirî, bera navê min ne Xecê be! Keça Kalo ya mezin got.
– Heger  min nehişt  ko ew sêrê xwe jibîrbike, bera ez ne ji pişta bavê xwe bim! Keça Kalo ya biçûk got.
– Xwelî li serê min be, ko ev hedû sêwiyên ber dîwaran, ji min re bibin kêş e! Pîrasêr ewê jî ji xwe re got.
 Li balefirgeha “Frankfort”-ê melkesa pîrê danî û çawa xwe ji polîs û gumrikê azadkir, berê xwe da teksiyekê li dera han û navnîşanek da destê şifêr.
*   *   *
Li kolana “Gottê” li ber deriyê bara “Pontê”, herdû xortên kurd pêşwaziya mêvana xwe kirin û ew vexwendin hundur ser “bekaleke”¹ bîra bavarî! ..”Bekala” pêşîn bi pirsên ser rewşa welêt xelasbû, bi vexwuarina bekala diwem ; pîrê û herdû xort bi hev re gihîştin peymanekê û qelenê herdû keçên Sofî birrîn û ji wêderê jî, jinika sihirdar, koma “mark”-an² transfêrî hesabê xwe yî swêsrî kir.
*   *   *
Serê sibehê ye, roja înê ye, roja ko pîrê tê de bi tu deveran de naçe û xwe ji Remlê û mitalan re vala dike û heke girîng bû, ew dikare roja mêrik jî lê bike jar.
– Wê mêvanên me bên û va tiştek di destên wan de ye, gelo buxçike gelo sellike? Pîrê got û serê wê ma daqûl li ser Remlê.
– Gelo ew ji riyeke dûr ve tên? Sofî jê pirsî û destê xwe avêt herdû taken  riha xwe.
– Hela wêde, Xwedê ji te razî! Pîrasêr bi zilamê xwe re xeyidî û ew ji xwe wêde kir.
*   *   *
– Yadê pîrasêr, ins e an cinn e?Lawikê cîrana, ji diya xwe pirsî.
– Pîrasêr mirov e, ew jî weke me ye, dizewice û dimre, lê tenê
zarok jê re çênabe! Dê lawikê xwe liberxist û berê xwe da bîro û
neynikê.
– Yanî pîrasêr  ne pîrebok e? Lawik dîsa ji diya xwe pirsî.
– Pîrebok cinn e! Dê lê vegerand û mûçing avêt orta herdû biruwên xwe.
– Wê rojê diya Şemso digot: heger  mirov derziya çelokan di ber pîrebokê re rake, ew pîrebok nema dikare xwe ji ber çavan bixe û bi vî rengî bapîrekî wan ji xwe re yek ji wan girtibû û jê re hemû karên wî dikir! Lawik ji diya xwe re got.
– Serbextê diya Şemso be! Dê mizicî û mûçing ji dest xwe danî û “pomad”-a  sor di ser lêvên xwe re bir û anî.
*   *   *
– Miriyekî me di qulekê de nehiştiye! Dê û bavên me biriye firingekî,wextî cîran ji ber me barbikin,agireke û em têdene! Ez di bextê te de, bê tu çarakê ji me re nakî? ..Tişt nema û me nekir! ..Lê me axa ûcaĝ Koro li ber derî belavkir, lê me berbejin û tiberk ji mala şêx Meqsûd jê re anîn, lê me devgirêdan jê re li cem “Ezra”³ çêkir! Hemû weke ava, ko tu berra binê bêjingê de! ..Tu ji min re nabêjî ev çiye?..Min hîna televiyonên wisa bi gellek bişkok nedîtiye? Jinika cîran ji gilî û gazinan hate pirsê.
– Ev kempyûter e, keçên zilamê min ji Elmaniya ew jê re şandine, te dȋ pêwendî di riya “skype” re bê pere ye! Pîrasêr jê re şîrovekir.
– Her mirov dimîne her ecêban dibîne! Jinika cîran got û herdû destên xwe danîn serhev.
– Ji bo bûka te, ezê ji te re li malpera Valintayn binerim û hemû pirsên ko di “ankete” de hatine,divê tu bersevên wan yek bi yek bidî! Pîrasêr jinik li berxist û xwe vemalt.
– Cima tu ji min re li Remlê nanerî! ..Ma Remil jî xeradibin? .. Bibuhur xaltîkê bi Xwedê eva han nakeve serê min û bi rastî jî, ez nizaim bê tu qala çi dikî! Jinika cîran baweriya xwe di merselê de da.
*   *   *
Piştî ko sofî Kitik fêrî kempyûter bû, her roj bi se””””etan bi herdû keçên xwe re “çat” dikir û gava ko pîrê ne li mal ba, radibû bi karê wê jî û biser kullan de bê pere xizmeta xelkên dûr û nêzîk dikir.
*   *   *
– “Kurmê şîrî ta pîrî!”. Nanê min li vir nema! ..Bera jê re bimîne, serê wî buxe! Heger ko ez vê jara han bişkînim jî, ewê cegenên wî yeke din jê re bişînin! ..Du tiştên şaş min di jiyana xwe de kirin: Ya yekem, ko min evê han kir! Ya diwem, ko min ew fêrî kempyûter kir! Pîrê ji xwe re got û bê zengo li melkesa xwe swarbû û bê fîtêz û dibiryac, weke rakêtê bi hewa ket.
—————————————————————————————————-
¹ Qiideeke mezin e.
² Pere yên Elmanya bûn, berî €.
³ Mirovekî Cuhû bû, li Qamişlo devgirêdan çêdikir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…