85 Daliya Rojbûna Yilmaz Guney (1937 – 1984)

Konê Reş

(..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pîre berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û xeman, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van tiştan ji hev dernaxînin..)
Yilmaz Guney
  Di yekê Nîsanê de 2022, (85) sal di ser rojbûna lehengê kurd, derhênerê bi nav û deng Yelmaz Guney re derbas dibe.
Yilmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye ta ku em wî bibîr bînin?

 

  Ew kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û dijwar de, perîşanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê re da xuya kirin û eşkere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe diyar dikir..
  Ew di 1ê Nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û perîşan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiriye.. Piştî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weşandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û 17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982an de bi beşdarbûna wî di festîvala (Kan)ê de li Fransayê bi filmê (YOL), Xelata zêrîn stand û bi wê xelatê navê wî û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.
  Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û gelek filmên din hene.. Di sala 1983an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kişandiye.
  Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sibata 1983an de (Enistîtuya Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî, Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûredîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet Şerîf Wanlî.
  Ew di 9ê Êlûna 1984an de li nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laşaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veşartin.
  Ma nehêja ye ku em her sal wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind deynin?
Qamişlo, 01.04.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…