Mehrecana Duhokê

 

Qado Şêrîn

Hin têbîniyên min ji bo Festîvala Duhokê ya Rewşenbîrî, yan jî Mehrecana Duhokê ya 5mîn.
Mixabin gelek ji me kurdan bi tiştekî razî nabin, eger ew ne xwediyê meseleyê bin, eger ne di serê govendê de bin, û eger ne serê rimê bin. Mixabin bihaneyên pûç û vala diafirînin ji bo li dij derkevin û têk bibin, nemaze ku partiyên wan û birêvebirên çalakiyê cuda bin, wê sed derew û egeran derxînin ji bo li dij çalakiyê derkevin û pûç bikin, ji ber wê dibêjim Mehrecana Duhokê serkeftî bû.

 

Mehrecana Duhokê serkeftî bû ji ber baweriya min ew e ku, tiştekî temam sed li sedî tune. Û baweriya min ew e ku, mirov çi û çawa û çilo bike, wê ileh hin kes razî nebin û kêmaniyan jê re derxînin.
Çi Mehrecan be nikare hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd vexwîne û amade bike, eger wisa bike, divê li Yarîgeha Footbalê çêke, na li sê çar yarîgehan. Maşele serê malê nivîskar û nîvek û du rewşenbîr hene.
Eger hat û mêvanekî, helbestvanekî, nivîskarekî yan rewşenbîrekî şaşî û sûcek di mehrecanê de kir, li ser mehrecan û birêvebirên wê nayê jimartin. Kurd dibêjin: “Golikek, garanekî xera dike”.
Di helkeftinên wiha de rewşenbîr, qaşo, zêde dibin û serê xwe ji nav qûmê radikin, fitneyê dikin ji bo bibêjin; “ez heme”. Keysebaz in. Lê dema mijar tê ser revandina zarokan ji aliyê apoçiyan ve, du rewşenbîr nayên dîtin. Ji nav amadebûyên li Mehrecana Duhokê, hinan nas dikim, hîn kiryarek apoçiyan, ji komkujiya Amûdê ta bi revandina zarokan şermezar nekirine.
Mirovê nivîskarê rasteqîne be, guh nade amadebûna li mehrecanan, bi wateyek din, eger tu wek nivîskar nehatî vexwendin, tu piçûk û mezin nabî,  tu yê wek xwe bimînî nivîskarê rasteqîne. Vêga, ew yê fitneyê bike, dev bavêje mehrecanê ji bo ku nehat vexwendin, ew ne nivîskar e, belkû sola qetyayî ye.
ji bo zimanê wan nivîskar û rewşenbîran kin bibe, ew yên nayên vexwendin û dest bi devavêtin û reş kirinê dikin, pêşniyarek min heye. Ji tevaya dunyayê wan vexwînin, ji Emerîka, Keneda, Awstralya, Europa, Efrîqya û Amazon, wan fermî vexwînin, lê bila ji kîs xwe biçin û vegerin, bixwin û vexwin, helbet dudu naçin û amade nabin, lê wê zimanê wan li ser we kin bibe.
Ya baş, salane mêvanên nû amade bibin, û yên ku îsal amade bûn, cara bê amade nebin, bi texmîna min wê wisa baştir be.
Gotina dawî,
bawer nakim, her 5 rêxistin û saziyên nivîskar û rewşenbîran yên Rojavayê Kurdistanê bi hevûdu re, bikaribin mehrecanek wisa saz bikin, her yek ji wan wê sofî û mirîdên xwe, belkû peyên xwe amade bike, eger hat û li hev kirin ku bi hevûdu re tiştekî hevpar bikin. Nebêjin ew dewlet in û pereyên wan hene ha, mesele hemû ne pere ye.
Bi hêviya xal û xwarzêtî di van meseleyan de nemîne.
www.qadoserin.com
30/09/2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…