Bi boneya pêncî saliya koça dawî ya nivîskarê Kurd Qedrî Jan yekîtya giştî Ahingek û di xelat dan bi navê Qedrî can

Sedîq Şernxî
Jînen gerya Qedrî Can
Sala 1911 Li Derika Çyayê Mazî dayikbû ( liver gelek dan û standen liser rastya salbûyine heye)
Navê wî yê fermî: Ebdul Qadir kurê Eziz Can , Tê naskirin bi navê (Qedrî Can) Diwan dema de guhdani pê hebû.
Şensê wî hebû ku kete Qutabxana Seretayî li Dêrkê dûvre li mêrdînê dibistana lîse bi dawikir.
Ew û Hevalê xwe Reşîdê Kurd diçin Qonya Dibistana Mamosteyan dixwinin, lê Mixabin bidawî naynin vê Qutabxanê ji ber Çalakvanya wanî Netwî dijî Kemalîstan.
Direvin ji ber  zordarya Rayedarên Tirk berê

 

xwe didin Rojavayê Kurdistanê  (Amûdê).
Temnê wî dor 17 sal bû. Li wir Cegerxwîn berî wan hatubû, Ew Pêşewazî kirin, bibarê wan Rabû.
Tevlî temenê wî yê Piçuk dorî sala 1928 bû di Salekî de hînî zimanê Erebî bû, Duvre jî  xwendina xwe berdewam dikê li selemyê
Qutabxana Mamostayê, Demekî li Entakya dibê Mamoste duvre tê  dibistanên Qamişlo û Amudê de dibê Mamoste.
Lê mixabin di salen 1942 de Ferensî dagîrker   bûn  li sûrî ew veguhistin Şamê jiber  metirsyên wan ji Bandora Ramanê wî.
Li Şamê dîsa li Dibstanên tara Kurdan de dibê Mamoste, dûvre karê Îdarî dikê di wezareta Perwerdehiyê
Li Şame bi xanima Nilfer Osman Bek
re Hevjin dibê di kûr û keçek ji wanre Çedibin.
Li wir têkilî Grupa Azadî Xwaz dibê ji

indamên wêy Çalak bû. Herweha Tekilya wi bi Komela Xweybûnê re dibê dema Kongera dawî sala 1931 têde bi nêzkay naskirin girgirên Kurda li Şamê ên Penabr û dûrxistî li wir de, nemaze bedirxanyan û malbata Cemil Paşa Dyarbekirlî, Memduh Selîm, Hemze baksî, û Osman Sebrî, Xaild begdaş jî ..lê hinek Di bandora  Remanê Xalid Begdaş de ma, dibê Dostê Kominîstan lê ne Îndamê wan,
bitaybetî piştî têkçuna Şoreşa Agrî Dax wê demê  nakokî di nav Îndamen xweybûnê çêdibin.
Sala 1931 Qedrî Can hêla Bedirxanyan Girt ji bo vejandina  Mirat û Folklora Kurdî bû alika bi mîr Celadet Bedirxan re di her dû Kovarên wi (Hawar 1932-1943) û (Ronahî  1941-1945) .
di  jimarê 1de Sala 1932 di Hewarê de nivisî  Herweha di Rojnemen birayê wî

kamiran Bedirxan (Roja nû û Stêr)
Li Beyrûte, têde Çirok û Hilbestê xwe diwşand.
Di sala 1957 de amade dibê li Kongira Xortên Navnetewî diçê Mosko wê Barzanî ji bibînê li wir Helbstekê dyarî dikê ( Serdarê Kurdan Barzanî)  bi dest nivis bi tîpên Erbî.
Piştî wê  Çûyinê Ditna wî ya civakî hîn xwurttir bû,  Cara duwem Barzanî  dibînê li Bexdê sala 1958 piştî vegera wi ji Sovyetê û nameykê jêre Rêdikê 14/10/1958
Barzanî jî  carekê bi xwe Amade dibê li Xelatdana wi de.
Qedrîcan Hilbestvan, Çirok nivis û werger bû
yek ji Helbestvanê herî Mezin ên
Gelê Kurd bû wek bavê Helbesta nûjen,a kurdî wê demê de tê nas kirin  di helbesta  (rya teze)  de .

dîsa yek ji Helbestên wi yê binav ( Gula Sor) hate sitran ji gel Ciwan Haco
Li ser Barzanyê nemir di sê Helbestên wî pir heja hene.
Lê ev kesayetya han ne tenê Hilbestvan bû xewdî Xebateke pir Hijmar bû di warê Rewşen bir yê de , Ronak bir, Zana , Syasetmedar, di salên (1959-1961) zindan dibê di sê car. Gelek Sala di bûrînê li libnan û Iraqê ji ber karê xwey Edebî û Syasî.
Li Şamê hember qedexekirna Zimanê Kurdî li Sûrî, Dersên Kurdî dida Xwendevanên xwe  yen dibistanê.
Diwê demê de  di Ramanê Sosyalizmê de ew Cegerxwin nêzik hevin di  baweryan de lê ji aliyê forma hilbestê ji hev cihêne .
Tevlî kû Qedrican demekê di dibistanen Osmanya û tirkan de xwendye lê bandora vê yekê di nivîsan û ramanê wî de naxwuye.
Bêhtirîn  devokê mêrdinê bikar aniye, û

dîsa jî wî Zimanê tevahiya Kurdistanê vekoliye guhdarî kirye an jî bihistiye
Ta kariye bibê pêşengê Helbestvanya kurdî
Ya pêşeroj a ku bê cê wî hatiye nivîsin, pêşketî û nû jenin, hem drûv û hem jî naverok.
Di warê çirok nivisîn li pey xwe gelek çirok heştin ( gundê nû ava, serencam , Gulçin, muhra Silêman, heyva Çarde şevî, rojên drbas bûy…..
Gelek Gotar jî di Ronahî û Roja nû de nivîsine wek: bihara Derikê, Sileman Bedirxan, Şîna Xalê min…
Pêşgotina dîwan yekem ya seydayê Cegerxwin nivîsan diye.
Di warê wergerê de Çiroka şivanê kurd ya Ereb Şemo de alikar kirye, çiroka Menfelutî ji Erbî wergerand (tayek sipî) herweha çirok nivîskarê rûs grigorî petrof ( li welatê zenbeqên gewir)

Li dawî Wek her dawî li dinyê
1972 .9 .tebaxê li şame çu ber dilovanya xewdê li goristana Şex Xalidê neqşbendî
Li taxa kurdan hat veşartin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…