«Bargiraniya yeqîniyê, aloziya pirsê û dilbijokiya xeyalan» Romana Hoşeng Osê: Romana pirs, hêvî û şikestinan e

 Fawaz Husên
 
“Bargiraniya
yeqîniyê, aloziya pirsê û dilbijokiya xeyalan” Roman. Weşanên “Dar
Sou’al” 380 rûpel, çapa yekem, Beyrûd, Libnan, 2016.
 
Roman weke nameyeke
e-mailî dest pê dike. Ew e-mail ji Hagobê Zaradaştyan re, ermeniyekî ku li
Swêdê dijî, tê şandin. Kesê ku e-mailê dişîne Ha-L. Sinjariy (Heyder Loqmanê
Sincarî) ye. Ew bavê keçeke bi navê Newrozê ye û gelek salan bi Hagob re li
Sûriyê ji ber çalakiyên siyasî yên di nava partiya komunîst de di zindanê de
maye.
Ew di sala 1989an de di 27 saliya xwe de tê girtin û di 42 saliya xwe de, ango piştî 15 salan, tê berdan. Nêrîna wî li ser rewşa welêt pir reş, bêhna wî lê dernakeve û tu heviyên wî nemane. Jixwe sernivîsa e-mailê jî «Ez têm ku bifetisim» e. Eger ji Heyder bihata, dê xwe bikuşta lê hemû bêhêviyên xwe bi xwe re weke barekî giran digerîne. Dostbûna wî û Hagob li Libnanê di sala 1982an de dest pê dike û herdu dost paşê di kovar û rojnameyan de jî dinivîsin.
Beriya ku xwendevan pêrgî Hagob bê, ew dîroka malbata wî jî bi saya vê e-mailê dinase. Navê Zaradaştyan li malbata Hagob bûye ji ber ku di fermana Ermenan de, bavê Hagob bi saya malbateke êzdî û zaradaştî ji mirinê difilite. Malbata êzdî paşê alîkariya wî dike ku ew li merivên xwe yên li her çar aliyên dinyayê terqiyayî bigere. Ew şopa wan li Helebê, Libnanê, Qahîreyê û li Parîsê jî peyda dike, lê piştî qetlîam-jenosîdê, ew li Qamişloyê ji ber temenê xwe yê dirêj dimire û tê binaxkirin.
Eger beşê Yekem li Sûriyê, di sala 2007an de dest pê dike, beşê duyem, ango bi sernivîsa «Tirên» Welat, Oso bi xwendevanan dide nasîn. Ew Kurd e, li Belcîkayê dijî, penaber e û li hêviya tirênê ye da ku here bajarê Ostendê ku li kêleka deryayê. Li hêviya tirênê, tirêna zaroktiya wî tê bîra wî çawan ew di navbera Tirkî û Sûriyê de, serxet û binxetê de, dibû sînor. Ew dîroka kalikê wî yê qaçaxçî jî tîne bîra wî. Welatê bê welat, nivîskar e, helbestvan e, temenê wî 35 salî ye û ev yek vebêjer û nivîskarê romanê, Hoşeng Osê, bi xurtî tîne bîra xwendevanan. Welat li Belcîkayê dijî û li hêviya tirênê pêrgî jineke belcîkî 77 salî tê. Katrîn de Winter jî bi rastî hemû dîroka Ewropayê bigewde dike. Jin bi Erebî dizane û pênc salan, ji 2002an ta 2007an, li Sûriyê maye û heta bajarê Qamişloyê jî çûye –nivîskar behsa Dirbêsiyê nake. Ew ji zimanan, û ji mêran jî, weke ji xirecira tevegerên cihanê, hez dike. Ew û Welat bi inglîziyeke şikestî û xwaro-maro diaxivin lê paşê zimanê wan dibe yê Erebî. Welat jî ne ji mêj ve li Ewropayê ye, ew ji welatê xwe di nîvê sala 2009an de ji ber istixbaratên Sûriyê xwe daye alî û veşartiy, paşê direve Tirkiyê û ji wir tê Belcîka û li «Petit Château», ango «Koşka piçûk», ku navenda penaberan li Brukselê ye, dijî. Lê dixwaze ji xirecira vî paytextî û tevahiya cihanê dûr bikeve û li kêleka deryayê, li cihekî bêdeng û aram, perçeyên xwe yên belawela bide hev û romana xwe binivîse.
Di hemû romanê de, Welat û Katrîn dê gelek caran hev bibînin û bi saya hevûdudîtinên wan, xwendevan dê beşên ji dîroka Ereban, Cihûyan, Rojhilata Navîn û heta ya cihanê jî nas bike. Tiştek tune ku ev her du leheng behsa wî nakin. Katrîn bixwe dîroka Belcîkayê, cihanê û tevliheviya danûstandinên di navbera jin û mêran de bigewde dike. Ew sê salî bû, gava şerê Cihanê yê Duyem dest pê dike û heta ku dibe 77 salî, Xwedê dizane wê çiqas mirov naskirine û li çiqas welatan geriyaye (Belcîka, Spaniya, Fas, Israil, Siwîsre, Amerîka, Tunis, Sûriye, Iraq, Yemen, Misir, Tirkiye…hwd). Ew hemû dinyayê û siyasetên wê, bi taybetî yên welatên Ereban li bin guhên hev dixîne, erê, ev jina 77 salî ku hîna hezkirina jînê û têkoşînê di dilê wê de pêl didin, lewma dibe pişgira şoreşa lidij rêjîma Sûrî.
Di beşê sêyem, ango «Prometêos mir» de, kesê ku e-maila Hagob girtiye, ango “Hayder Loqman Sincarî” bersiva wî dide û bi dirêjahî jê re behsa destpêka Bihara Erebî dike bê ka çawan li bajarekî piçûk ji Tûnisê, M. Bouazîzî agir berdide canê xwe û wisa jî ew rê li pêşiya şoreşa belengazên cihanê, bi taybetî hustûxwarên welatên Ereban, vedike. Ew çar rûpelan ji helbesta helbestvanê navdar yê Ereb Abû Al-Qasim Alşabî jê re dişîne, çûnku ew bi hêvî ye ku agirê şoreşa Tûnisê dê li her derê belav bibe û guhertinên mezin bi xwe re bîne û pût û peykerên dîktator û zordaran birûxîne.
Di beşê «berbanga êvara seneman-pût û peykeran» de, Ha-L.Sinjariy besiva Hagob dide û jê re behs dike ka çawan senemên dîktatoran dê bikevin. Dem dema serîhildanan e, lê e-mail bêhtir cih didin jiyana Welat.
Bi taybetî, beşê «Meydana La Boursê» ku li nava Brûkselê ye û yek ji cihên xwepêşandanan e, dibe dil û nava romanê. Di vê beşê de, roman berfirehtir dibe, Katrîn helbet hergav li wê navê ye, lê kesên din jî derbasî naverokê dibin, an roman dikeve nava serpêhatiyên wan ên tevlihev û têkel: Derxamê felestînî, Serdarê Amûdî jî, çi li vê derê be, çi berê, Roland Bounioubayê Kongolî, Klara Rozinştayn a Almanî û Gorgînio Anderyotî yê Îtalyanî tên xwiyakirin. Di axiftinên di navbera Welat û Katrîn de, behsa gelek tişan tê kirin: PKK, Kurdistan, Mişel Temo û kuştina wî ya li Qamişloyê û çawan ew bûyer helwesta Welat Oso ji vê partiyê diguherîne û dihêle ku ew paşê bi tundî rexneyan lê bigire.
Perçeyekî mezin ji vê beşê li ser kirîn û firotina perçeyên nav û hinavên mirovan e ka çawan ew li Ewropayê dikevin canê nesax û nexweşên ewropayî. Ji ber ku Ha. L. Sincarî di zindanê de û di bin azar û îşkencê de tê kuştin û organên gewdeyê wî tên rakirin û bi rêya MAFYA bazirganiya organên mirovan, digihên Belcîkayê û di gewdeyên Roland û Klara û Gorgînio tên çandin. Organên Heyder guherînan di hest û henas û xeyalên van her sê kesan de çêdikin, lê ew nizanin bê sedema wan guhertinên di kesayetiyên wan de ji ber çi ye?!. Piştî ku serwext dibin ku her sê organ “tora çav, gurçik û kezeb” ên kesekî ne, êdî dixwazin nas bikin bê ev kesê ku giyanê wî di gewdên wan de dilive, kî ye. Di vê beşê de, liv û hûnandina polîsî dest pê dike û di dawiyê de, têdigihêjin ku ev organ û ev giyan û hest û xeyal yên Heyder Loqmanê Sincarî ne.
Di beşê «Rêwîtiya pirsyaran û niyaza xeyalan» ji romanê de Hagob behsa biranînên hevalê xwe yê zindanê Hayder Sincarî dike ku navê wî bi dirêjahî ev e; Heyderê Loqmanê Ezdeşêrê Heyderê Masûmê Eliyê Sincarî ye, û behsa pirsên xwe ku wî ji kalê xwe kiribûn dike û bersivên wan jî dide. Ango Heyder bi zimanê kalikê xwe diaxive. Ew dibe mîna Nîtşeyê Almanî di «Wisa Zaradaşt dipeyivî», an jî Xelîl Cibran di «Pêxember» de. Ew wisa bersiva çend pirsên serekîn di warê nasîn û venasîna cihanê de dide. Wek nimûne: jiyan çi ye? mirin? hebûn? nebûn û fena? dem? bawerî û îman? hiş û aqil? guneh? evîn? dojeh û bihişt?…hwd.
Di dawiya romanê de, Hagobê ermenî ku hatiye Brukselê dê piştî çar rojan vegere Stockholma xwe. Lê kemyonek “dîn” li otomobîla wî û ya sê kesên din “Klara, Roland û Gorgînio” dikeve û ew ji balefira xwe bêpar dimîne û her çar têne kuştin. Roman jî wisa diqede. 
Mirov dikare bêje ku “Bargiraniya yeqîniyê” romaneke bi giştî li ser dîtin û baweriyên nivîskarê xwe ye. Ew nêrînên wî yên li ser rewşa şoreşên Erebî û doza Kurd û Kurdistanê û dezgehên birêvebirina cihanê pêşkêş dike. Ew helwesta wî ya li hember pirsa azadî û meqeresiyê, rindî û kirêtiyê bi xurtî dide xwiyakirin û bi zimanekî pir hêsan hatiye nivîsandin. Mirov dikare hemû 380ê rûpelên vê romanê weke taseke av bi ser gewriyeke tîh de dake û bêje ofiyaaaan, çi xweş bû law!.
=============
jêder: heftenameya Basnews / hijnara 23ê – 12-18/6/2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…