Kertek pîrozbahî

Lazgîn dêrûnî
 
Bi boneya cejna 119 saliya Rojnamegeriya kurdî,em cejna hemî rojnamevan,nivîskar,rewşenbîrên
Kurd ji dil û can pîroz dikin li gel serkeftin û pêşveçûnê.Em bi hêvîn e ku
rojnamevanên kurd bi erkên xwe rabin wek tê xwestin û bi taybetî di vê qûnaxa
awarte û hestiyar de,karibin pirsgirêk û armancên miletê xwe bi şêweyekî rast û
durist bighînin Cîhanê û zelal bikin .
Em bi hêvîn e ku pênsûa rewşenbîrê kurd azad be,di xizmeta gel de be,ne keve xizmeta berjewendiyên partîtiya teng de û nebe alî di nakokiyên wan de .Divê ku Rojnamevan cihê baweriyê be,babet û mijara ku jê ne piştras be belav neke,ji rojnamevan tê xwestin berevaniyê di ber rastiyê de bike û alîgirê wê be .
Bi vê boneyê banga me ji hemî desthelatên kurdistanê re heye ku Rojnamegeriya kurdî azad û serbest be li ba wan  û mafê rojnamevan û nivîskar werê parastin û piştgirtin .Em kuştin û girtina rojnamevan û rewşenbîrên kurd ji aliyên yên ku xwe dibînin desthelat ji bo gotina rastiyê û nerînên cuda bi tundî şermezar dikin,û em daxwaza berdan û azadiya wan dikin .
 
 22.4.2017  Swîsra

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…