Hevpeyvîn: Vejîna Kurd
Dûrî helbestê… Melek Elo kî ye?
Ez ji herêma Efrînê, gundê Kefirsefrê me, li pir welatan geriyame, niha ez ji welatê xwe bi dûr ketime, min zaroktî û berxortaniya xwe li Şamê borand, û li wir min xwendina zanîngehê; kulêca Adab, beşê zimanê Îngilîzî bi dawî kiriye, min karê mamostetiyê kiriye û weke wergêr jî kar kiriye, sala 2006an li Qeterê min weke rojnamevan û peyamnêr di kenala Alcezîra Îngilîzî de kar kiriye.
Li ser berhemên te di zeviyê helbestê de tu çi ji me re dibêjî?
Ez bi sê zimanan helbestê dinivîsim, li destpêkê min helbesta stranê bi zimanê Erebî û Kurdî nivîsand, û pir helbestên min bi zimanê Îngilîzî jî hene. Komehelbesteke min a sêwî زفرات امرأة“ku min li Şamê çapkiriye heye, ew jî bi zimanê Erebî ye.
Te kanî ji nivîsandina helbestê derbasî nivîsandina şano û romanê bibî, li ser wê helwestê tu çi ji me re dibêjî?
Min sê şano nivîsandin, ew jî bi jiyana jinê ve girêdayî bûn, di ya yekem de min xebata jinê di warê leşgerî û siyasî de peland, ya duyem li ser dijayetiya li ser jinê bû, ya sêyem jî li ser kuştina jinê, di civakên Îslamî û Rojhilatî de, bi bihaneya rûmetê bû, dûv re min hin tabloyên diramatîkî jî nivîsandin. Li bajarê Dubey min hin gotar û lêkolînên ragihandinê nivîsandin, û li Efrînê, min lêkolînên perwerdeyî li ser pirsgirêkên jinê di civakê de nivîsandin û weke semînar li Navenda Çandî min ew pêşkêş kirin.. niha jî romanekê dinivîsim û hêvî dikim di demeke nêzîk de ew dawî bibe, navnîşana wê أرواح متخشبة“ ”.
Weke helbestvan…. Tu çawa berhemên jinê di warê wêje û helbestê de dinirxînî.. jinê helbestên wê yên taybet hene yan helbest helbest e, eger a jinê be yan a mêr be?
Weke ku em dizanin civaka me ya kurdî bindest e, dijmin zimanê me qedexe kiriye, lewra em di rewşeke ramyarî ye durûtî de dijîn ji ber ku em bi Kurdî diramin û bi Erebî dinivîsin.
Di rastiyê de, piştî şoreşa teknolojî û alavên têkildariyê derketin holê, û derfeta weşandinê dan hemû kesan, ez rastî pir pênûsên jinan ên balkêş hatim, ez bi hinan re têkildar bûm û li ser kovanên me yên hevbeş em rawestîn, ez dibînim ku berhemên jinê wergerandina têgihîştina mejiyê wê û herweha kanîna wênekirina nexşeya derûniya wê ne, wê kanî di, tabloyine nazik de, tevlêbûnek di navbera yar, eşq û welatê xwe de biafiranda, ew jî nîşana pêşketin, zanîn û hestewariya wê ye. Belê, helbestên jinê yên taybet hene ji ber ku derûniya jinê ji ya mêran cuda ye, dewlemendiya zimên û têgihîştina dilnaziyê di berhemên wê yên wêjeyî û nemaze yên helbestî de berçav in, weke ku Froyd û Biyêr Dago nav lê kirine: têgihîştina hestî ye.
Çima berhemên te yên bi zimanê Kurdî kêm in?
Mirov di xweristiya xwe de li hêsaniyê digere, û ji ber ku em ji çûkaniya xwe de fêrî zimanê Erebî bûne, hest û ramanên me bi wî zimanî hêsantir derdikevin, û ji ber ku ferhenga min a Kurdî xizan bû, min didît ku zimanê Kurdî nikane ramanên min bi zelalî biherikîne, lê piştî min kar û xebata we di warê ragihandina kurdî de peland, ez têgihîştim ku kêmasiyeke mezin e ku ez bi zimanê xwe nenivîsim, birastî karê we yê hêja coşê bi her kesê ku ji zimanê xwe bi dûr ketiye re peyda dike.
Bandora biyaniyê li naveroka berhemên te heye yan na? Çalakiyên te li wî welatî çi ne û kengî Melek Elo wê vegere welêt?
Bi sedema tunebûna têkiliyên civakî, biyaniyê hîşt ku ez pirtir bi xwe ve werim girêdan û di wê hevgirtinê de kûr biçim, min êş û kovanên welêt bi xwe re rakirin û ez fêrî têkçûna hêviyan bûm.
Çalakiyên min li vir: Em hewil didin ku bi riya avakirina komeleyên civakî yên civîl em urf û adet, ziman û folklora xwe biparêzin.
Lê dema ku ez kesatiyeke bi sûd biser xim ezê vegerim welêt.
Wateya van peyvan çi ne: Jin, helbest, welat, ziman, evîn?
Jin: Kaniya dayînê ye.
Helbest: Wergerandina pistepistên lêvên giyan dema nimêjê ye. Welat: Ew hembêza ku dûrbûna wê me disotîne. Ziman: Pireya navbera raman û giyan e.
Evîn: Seyreke ku bi tiliyên Xwedê çêdibe bi mebesta mabûna regeza mirovahiyê, bêyî wê jiyan bê reng dimîne.
Rojnama Rewşen bi rêvebertiya jinan tê weşandin û piraniya pênûsên wê yên jinan e, tu vê yekê çawa dinirxînî?
Birastî ev gaveke gelek pêşketî ye, ji ber ku ew hemû hêza jinê ya ramyarî di karekî neyabdar û hêja de derdixe holê, û ew gotinên ku jin weke regezeke kêmhiş li erdê dexe, vaye bi serkirdayetiya jinan û bi zimanê dayikê hûn REWŞENÊ diweşînin û rola jinê di warê ragihandinê de diçespînin, her serkeftin û pêşketinê ji we re hêvî dikim.
Gotina min a dawî ez bi hêvî me ku jina kurd ji mînakirina kesên din û ji pirsgirêka kêmasiyê di regezê xwe de derkeve û ji xwe re kesayetiyeke serbixwe û serkeftî ava bike.
Gelek spas ji we re ku we derfet da min ku ez dengê xwe bigihînim miletê xwe.
Ji weşanên rojnama REWŞEN
Adar, hejmar 21