Xizan Şîlan
şîn û şahiya temen
li ser hestên hinava şewitî
nîgar dikim
tîra bêbextiyê
ji kevana xwe pekî
û di kezeba şadiyên min re
çû xwarê
kulîlkên qedera çilmisî
dîsa li ser axa tirba min
şîn dibin
tûrikê kul û kederên jiyana fanî
li ser pêlên rûbarên mirina ebedî
dadiweşînim
bi saya xweşbînî û kamilbûna xwe
sifreya ilmê exleqa durist
li ber herkesî radixim
fanûsa dilê birîndar
li nav şewqa eşqa îlahî bi coşekê
diçirise
tahma gulava baxçeyên rengîn
ji bihara zozanên hênik
distînim
derbirîna ramanên felsefa xwe
li ser sîngê kevirê mermer
dineqişînim
li tîbûna mêjiyê ziwa
ber bi deryaya zanistiyê ve
dimeşim
bi awirên kor
di laşê miriyên bêdeng de
nûraniya goristanên lal
dibînim
li şevên cemidî
li hêviyên çirûska rojên şad
digerim
min
serxweşiya eşqa dilê sersem
bi duaya nimêja serê sibehê
tune kirin
bêhna hêrs
şehwet
quretî
xirabî
û daxwazên nefsê
di firnikên pozê giyana pak de
xitimandin
2011-04-04
Stockholm