BIHUŞT

Salih Bozan
 
Homêros/Homer/ ne bes helbestvanekî
yonanî bû, xwediyê pirtûka binavûdeng(Iliad û Odessey) bû, belam ew ramyarekî
mezin bû. Ta niha fêlosefevan vedigerin pirtûka wî û ramanên cûda jê derdixin.
Di olên ezmanî de doza Bihuşt û Dojehê dozeke sereke ye. Gellek ramyar dibêjin
jiyana Bihuştê û tirsa ji Dijehê xelk mecbûr kirin li pey Pêxemer Muhemmed
herin û baweriya xwe bi ola îslamî bikin.
Gava nejdevanên Ereb ên îslamî ji girava erebî derketin û êrîşe welatên gelên din kirin, çavên wan li ser du tiştan bûn. Ku serfiraz bibin, dê ji xwe re jin û malên pir bînin, a ku şehîd bikevin dê herin Bihuştê bi sorperiyan re cawîdan bijîn. Pêxember bi xwe weha ji wan re got.
 Lê çawa Homîros Bihuşt nirxand?
Gava Odesyos ji cenga Tirwade (troy) vedigere, bi rê ve pêlên deryayê yên girgîn keştiya wî dişikîne, û hevalên wî giş noq dibin. Ew tenê li giravekê derdikeve. Ew girava ya Yezdana jin Kalîpos bû. Odesyos heft salan bi Kalîpos re jiyan dibe. Jiyaneke sêksî û hemû xweşiyê. Ev girava nişana jiyana Bihuştê ye. Kalîpos xortanî û jiyana cawîdan pêşniyarî Odesyos dike. Di wan heft salan de Odesyos ji wê jiyana cawidan a bi Kalîpos re acis dibe. Bîriya war, jin, û kurê xwe dike. Ew dibîne ku di vê jiyana cawîdan de guhartin û nûyêtî tine ye.  Odesyos ji Kalîpos dixwaze wî berde, ji bo vegere welatê xwe. Vegere cem jin û kurê xwe. Û vedigere.
Homêros dixwaze ji me re bibêje, ku jiyana li ser Zemîn ji ya Bihuştê xweştir e, û watedar e. Ji berku ev jiyana guhartin tê de heye, xweşî û nexweşî. Bi hemû tiştî zengîn e. Bi zanistiyê, bi êş û kederê, bi hêviyên ku dilê mirov gerim dikin, bi tirsa ji nezaniya pêşerojê, bi razên ku yek bi yek deriyên wan vedike. A jiyana cawîdan a di Bihuştê de, jiyaneke weke jiyana lawiran e. Karê mirov tê de bixwe, vexwe û sêksê bi sorperiyan re bike. A tewr girîng ku li wêderê mejî bê kar e.   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…