Gotar

Baxçeyê Birêveberiya Koçberan

 

Li bajarê Şilêswîg (Schleswig) Birêveberiya Koçberan û bi beşdarbûna Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) baxçeyekî gulan hate danîn. Baxçeyê hevbeş Kurd û Elmanan gul û kulîlkên li gora seqaya herêmê guncaw çandine.
Di roja cîhanî ya jîngehê de hem bi amanca parastin û ciwankirina jîngehê, hem jî ji bo têkilya Birêveberiyê digel biyaniyan tako tabloyeke pêkvejiyanê nîşan bidin.  Berpirsê navçeya Şilêswîg Herr Dr. Wolfgang Buschmann (birêz Dr. Volfgang Bûşman) li çalakiyê amade bû.

 

Birêveberê birêveberiya koçberan Herr Nils Wienke (birêz Nîls Vînkê) kurtegotarek xwend û tê de got: „Ez pir kêfxweş im ko îro bi we re çalakiya çandina kulîlkan dest pê dikim û bi hev re em tiştekî ciwan û rengîn biafirînin. Dawiyê bihar hat û tav dihêle ko xweza dîsa şîn bibe. Gelo çi ji çandiniya kulîlkan bi hev re rêyek ji bo pîrozkirinê çêtir heye?
Îro em komeka rengîn in, ko ji gelek welat û çandên cuda hatine. Her kes ezmûn û helwesta xwe bi xwe re tîne û ew tiştek e ko ez bilind dinirxînim û rêzê  lê digirim. Ji ber ko tenê bi danûstandin û hevdîtinan em dikarin ji hev fêr bibin û bi çandeyê hev dewlemend bikin.”
Bi amanca parastina jîngehê û zindîkirina xakê pir giring e çalakiyên wisa bêne kirin, bi taybetî li Kurdistanê û yek ji amanca komleya Kurdî-Elmanî ko bikare li welêt jî piştgiriya çalakiyên zindîkirina jîngehê bike û di sala derbasbûyî de bi rêka komeleya Kurdî- Elmanî gelek cûreyên gulan li Kurdistanê hatine çandin.

06.07.2023
Beşê Ragehandinê
Komeleya Kurdî-Elmanî
ŞILÊSVÎG.. BAXÇEYÊ CIWANIYA AVAHIYA RÊVEBERIYA KOÇBERAN – YouTube
https://www.youtube.com/watch?v=yRluUXyrCAs

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…