Bi dilekî pir xemgîn em nûçeyên erdheja ko li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê çêbûye dişopînîn, di evê derbarê de bi navê Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê şilêswîgê (birêveber û endamên) komeleyê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û em hêvî dikin rewşa birîndaran saxlem û çareser bibe û ew kesên li jêr wêraniyê mane bi lez rizgar bibin..
Hêjayî gotinê ye, evê sibeha 06.02.2023 li bêtir ji 20 bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê û Sûriyê erdhejeke mezin bi pleya 7.7 bi pîvana Rexter çêbûye û navenda wê bajarê Mereşê ye, di encamê de hejmara qurbaniyan bêtir ji 1500 kesan mirine û bi hezaran birîndar û bi sedan li jêr wêraniyê mane..

Ji bo zanînê, Komeleya me digel dam û dezgehên fermî yên Elmanî di têkiliyê de ye, tako di demeke pir nêzîk de alîkariyên pêdivî bigihînin û piştgiriya wan herêmên wêrankirî û xelkên ko li kolan û çadirgehan dimînin bikin.
06.02.2023
Komeleya Kurdî-Elmanî
Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.