Daxuyanî ji civîna Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

 

Nivîsgeha rêzanî ya “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” civîna xwe li darxist. Di karnameya civînê de hejmarek ji mijarên rêzanî û rêxistinî hene :
Li ser asta rêzanî : Nivîsgeha rêzanî pêşhatên ku di helwesta erebî û herêmî di derbarê Sûriyê de dibin hatin gotûbêj kirin , û hewlên ku dewletên ereb dikin ji bo vegera sûriyê nav kombendên dewletên erebî , û vegera peywendiyên dîplomasî di navbera sûriyê û hawîrdora erebî bi şêweyekî erênî da ku bandora wê ji hemû aliyan ve di jiyana welatiyên sûrî de bike , û da ku bibe dergehek ji birêxistina pirosêseke siyasî li sûriyê , û di vê çarçewê de nivîsgeha rêzanî dibîne ku divê hikometa sûriyê ji aliyê xwe ve nerîn û pirojeyekê ji çareseriya siyasî re li sûriyê di rêya diyaloga niştimanî ya sûrî sûrî re pêşkêş bike û nûnerên hemû pêkhatên civaka sûrî têde beşdar bin. Tevî tunebûna lihevhatineke navdewletî di navber hêzên xwedî bandor di meydana sûrî de û bi taybetî Amerîka ji aliyekî de û Rûsiya ji aliyekî din de ,
lewre dibê ku astengî û dijwarî hebin ji gihaştina çareseriyeke siyasî ji qeyrana sûrî re. Herwiha hevalan rewşa aborî ya ku welat ji ber digazîne gotûbêj kirin ku bandora wê li ser jiyana welatiyan bi sedema herifîna nirxê pereyên sûrî li hember dolar ku hiştiye rêjeya sûriyên di bin xeta perîşaniyê de dijîn heroj zêdetir bibe û şêwazên neyênî di nav civaka sûrî de firehtir bibin.
Sebaret bi hewldan û navbênkariyên ku Rûsiya dike ji bo nêzîbûna di navber Sûriyê û Turkiyê de  hevalan tekez kirin li ser ektîvkirina peywendiyan di navber herdu welatên cîran de lê divê li ser bingeha peywendiyên cîrantiyê û rêzgirtina serweriya Sûriyê bin , û hêzên Turkî ji hemû xaka sûrî vekişin, û divê ev lihevhatina ne li ser hesabê tu pêkhatan be ji pêkhatên civaka sûrî û bi taybetî pêkhateya kurdî.
Di dema gotûbêj kirina rewşa xirab a tevgera kurdî li sûriyê ji encama rewşa parçebûnê ya tevger ji ber digazîne nivîsgeha rêzanî dibîne ku divê partiyên kurdî lêvegereke rexneyî giştî ji siyasetên xwe yên berê re bikin û siyaseteke nû dînin ku li gor pêşhatên di meydana siyasî ya sûrî de be , û divê kar li ser danheva mala kurd û yekrêziya tevgera kurdî were kirin.
Herwiha civîna nivîsgeha rêzanî li ser rewşa Kurdistana Iraqê rawestiya û destwerdanên berdewam ji aliyê Tirkiyê de û nerêzgirtina wê ji serweriya Iraqî re gotûbêj kirin , û di vê derbarê de nivîsgeha rêzanî ya partiya me ji herdu partiyên sereke dixwaze hişyar bin ji wan gelaciyên ku hêzên herêmî peyda dikin ji bo hejandina ewlehî û aramiya herêma Kurdistanê.
Herwiha civînê rewşa partiyê ya hundirîn gotûbêj kir û hejmarek ji destkariyên pêwîst standin ji bo xurtkirina yekîtiya partiyê da ku di zûtirîn dem de kongira partiyê ya Sêzdemîn were lidarxistin.

Qamişlo / 17 / 4 / 2023

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…