Berê nuh: “Mihmed Şêxo huner û jiyan”. Ji nivîskar Qado Şêrîn.

Nizar Yosif

Keda nivîskarê birêz Qado Şêrîn di durv kirina pirtûka li ser hunermendê bê hempa nemir Mihemed Şêxo de cihê rêzê û syanetê ye.
Ev ked û lêkolîn û dayînhev bi awayek hostayî ji birêz Qado Şêrîn, encam da, bû verêjek saxlem giha nava lepên xwêneran. Kedek wisa di derbarê hunermend ê xwedan helwest, ku jiyan û hemî xweseriyên xwe ji dozê re terxan kirîn û surgûn bûyî, ji me re cihê romet û bextewerî û şanaziyê.
Min bi lezgînî bergê wê vekir, li naverokê temaşe kir û sernav xwendin, di nava wan de pêjna cefa û zehmetkêşiyên ku nivskar têre derbas bûyî dîtin, ta radeyekê pê serwext bûm.

 

Bê guman ev xebat ne bi hêsanî û rewan çavê xwe di pirtûkxaneya kurdî de vekiriye, helbet kêmasî û şaşî jî wê têde peyda bibin, dibe ku deriyê rexn û hogotiyan li dijî berhem bi giştî û bi taybet li dij nivîskar vebin û rû bidin.
Lê rastî û baweriyên nivîskar û girseya wê kesayetiya ku li ser nivîsî, cihgirtina wê kesayetiyê û bandora wê di nava civakê, rêzan û pîvanê ji serketina berhem re tînin.  Navê Hunermend M.Şêxo hatiye girêdan û parçûm bûye bi nasnameya civaka kurd û doza kurdistanê ve, ew nîşana girêdanê ye di navbera hunerê dilsoz û civaka xwe de. M.Şêxo bi deng û gotin û nalîn û performansa xwe yên xweş û bi bandor, wî peyama xwe ya hunerî di hemî tengaviyên jiyanê de biriye serî, bûye mîrate ji çanda gelê xwe re.
Nivîskar Qado Şêrîn û naveroka pirtûkê:
-Pêşgotin: Nivîsa nivîskar Qado Şêrîn e.
-Jiyana hunermendê nemir Mihemed Şêxo tîne zimên.
-Gotar û lêkolînên bijartî: Nivîskar Q. Şêrîn para nivîskar û lêkolînvanan di pirtûkê de ji bîra ne kiriye, lewma gelek gotarên wan di berhemê de cih girtine, hevpeyvînên ku bi hunermend û rojnamevanan re li ser wî hatîn kirîn û yên bi M.Şêxo re bûyîn, têde bi şûn bûne.
-Beşê stranên Mihemed Şêxo: Di nava xwe de hêjmar 124 stran nivîsîne.
-Beşê Portrêtan: Hêjmarek baş ji wêneyên ku şêwekaran çêkirîn tê de cih girtine, lê mixabin gelek wêneyên din yên ji hêla şêwekarên din ve hatîn çêkirin, bi şaşî û bêhemdî hatine ji bîra kirin.
-Beşê dawî Wêne û belge: Taybet yên hunermendê nemir Mihemed Şêxo ne, wêneyên ku di jiyana wî ve girêdayîn û têde peyda bûyîn ewin.
Dubare ev berhem li gelê kurd û pirtûkxaneya wî pîroz be, da ku ji nifşên sibehrojê û lêkolîneran re bi be jêder û çavkanî, û ji pêşvebirin û nûkirina hunerê kurdî re mal û milk be.
Dest saxbi rêzdar Qado Şêrîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şex Hesen – Kobanî

Di şopandina dîroka dewletên Rojhilatê Deryaya Spî (Rojhilata Navîn) de, eşkere dibe ku dabeşkirina wan dewletan ne li ser bingeha faktorên xwezayî an civakî pêk hat, lê li ser bingeha berjewendiyên hêzên derve hate saz kirin. Ev rêbaz, ku di nav polîtîkayên kolonyal û stratejiyên navneteweyî de…

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…