Li Wanê Festîvala Feqiyê Teyran hat lidarxistin

Li Wanê li qezaya Miksê; welatê Feqiyê Teyran şairê binavûdeng ê kurd ê sedsala 17-ê di navbera 19-21-ê mehê de festîvaleka navneteweyî a bi navê Feqiyê Teyran hatlidarxistin.

Festîval resmî ji bal parêzgeha Wanê hat organîzekirin, lê ew bi esasî ji bal parlamentera AKP-ê a Wanê Gulşen Orhan, qeymeqamî û şarederiya Miksê hat birêvebirin. Di Organîzasyonê de parlamenterên AKP-ê Dengîr Mîr Mihemed Firat û Abdurrahman Kurt jî cîh girtin. Wezîrê karûbarên Yekîtiya Ewropayê ê Tirkiyeyê Egemen Bagiş ji alî darayî û organîzasyonê de beşdarî amadekariyên festîvalê bû.

Festîval navneteweyî bû. Ji Herêma Kurdistanê, Ji Kurdistana Îranê, Sûriyeyê û Tirkiyeyê, ji Swêdê, Avusturyayê û Almanyayê nivîskar, lêkoler û akademisyanên kurd hatibûn vexwendin.

Herwiha hemî balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê hatibûn vexwendin, Grûba muzîke a alman a ku li Avusturyayê di konserê de li gel şivan Perwer stir, Aynur Dogan û Yekbûn ji bo beşê ahenga festîvalê hatibûn vexwendin.

Diviya festîvalê, li Wanê bi konsereka gelêrî û bi axaftina vekirina parêzgehê Wanê destpêbikiraya. Lê ji ber ku rojekê berê li Hekkariyê 12 esker hatin kuştin konsera roja 19-ê mehê û hemî beşên şahiyan ên resmî hatin betalkirin. Balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê beşdariya xwe ya ji bo festîwalê betal kir, ew çûn di merasima cenazeyên eskeran de li Wanê li gel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyip Erdoganî amade bûn.

Roja 19-ê mehê mêvanên festîvalê çûn li Kela Wanê gerriyan û pişt re bi qeyikê derbasî Girava Axtemarê bûn, serdan Dêra Axtemarê kir.
Programên 20-21-ê rojê li Miksê li welatê Feqiyê Teyran hatberdewamkirin, hemû mêvan, parlamenter û rojnamevanên amade li Miksê civiyan.

Roja 20-ê mehê serdana gorra Feqiyê Teyran a li Warezozê het kirin, ku gorr di geliyekî asê de ye û li nav daristaneka gurr e. Gorra Feqiyê Teyran ji nuh ve îsal hatiye restorekirin û kumbeteka nuh li serê, mizgefteka hêja jî li rex gorrê hatiye avakirin.
Roja 21-ê mehê du programên sempozyuma Feqiyê Teyran hat lidarxistin, Di du panelan de pispor û lêkolerên ji beşên cuda û ji Ewropayê li ser jiyana Feqiyê Teyran şairiya wî felsefe û tesewufa wî axaftinên gellek hêja pêşkêşkir.

Wezîrê kulturê ê berê Herêma Kurdistanê, serokê Komeleya Dostayetiya Kurdi û Tirkan Felekeddîn Kakeyî jî li gel heyetekê di festîvalê de amade bû û sillava Nêçîravan Barzanî gihand amadekar û beşdarên festîvala Feqiyê Teyran.

Ji xelkên Wanê û Miksê jî gelek beşdarî festîvalê bûn rengakî gelêrî dan wê, Di herdu rojên Festîvalê de êvaran aheng hatin gêrran, stiran hatin gotin sohbetên bi beşdariyên fireh hatin kirin. Sohbet û yariyên (henekên) Nacî Orhan bavê parlamentera miksî gulşen orhanê û serokşarederiyê kevn gelek bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Miks ku nuha navê dewletê kiriye Bahçesaray qezayeka piçîk a di geliyekî nav çiyayên bilind û asê de ye. çemê Miksê yê ava şîn a zelal û sar di nav bajêr re bi himehim û lemelem diherike. Gelî seranser bi dar û darostanan dagirtiye. darên meywe, sêv, gilyaz û hirmî hene. Lê ew esasî daristaneka darên gwîzan e bi hezaran darên gwîzan bejî bajêr û gelî dixemilînin.
Mêvanê festîvalê li gelî û nav bajêr geriyan û bi hev re çûn wî cihê ku çemê Miksê jê dertê. Ew şikeftweka mezin a di quntara çiyê de ku jê re Serkaniya ava Miksê tê gotin. bi rastî jî cihekî balkêş ê xweş e.

Festîval roja 21-ê mehê êvarê temam bû, di 22-yê mehê de mêvanan xatir ji miksiyan xwest, sipasî wê mêvandariya wan a xweş û camêrane kir û ew vegeriyan Wanê. Di sefera navbara Wan Miksê de di çûnî hatinê de mêvan li wê şoxûşngiya suruşta herêmê, li wan çiyayên bilind û asê ên di ser 3000 metreyan di ser deryayê re ku lûtkên wan bi berfê hatiye vegirtin û li wan geliyên kûr li wan rêyên� evraz û nişûv bi fetlok man heyran. Bi dilxweşî û dilgerimiyeka mezin ji Miksê û Wanê xatir xwest.


NETKURD
Aktuelbûn: 2010-06-23

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…