Di Roja Zimanê Dayikê De

Konê Reş

   21ê sibatê, 2010 an anku sibe, roja navnetewî ya zimanê zikmakî an zimanê dayikê ye. Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCO yê ve hat pejirandin. Her sal di vê rojê de, çalakîyên pirreng, li seranserî cîhanê têne li darxistin û ev roj tê pîrozkirin.

   Em wek kurdên rojava sed mixabin ku rêxistinên me, yên pir, guh nadin ziman wek ku pêdivî ye.. û sebaretî vê rojê ez nebawerim ku di huş û xeyalê wan de ye..
   Bi vê helkeftê, em çend perçeyan ji helbestek helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî ya ku li dor zîlana hezkirina zimanê Kurdî digere dikin diyarî ji hezkerên zimanê Kurdî re, li her cih û warî. Hevîdarin ku gula zimanê me roj bi roj xweş û geş bibe û bibe cihê guhdana her kurdekî. Hêja ye gotinê ku helbestvan Mûsa Zaxuranî beşekî mezin ji temenê xwe di ber siyaset û rewşenbîriya kurdî de xerc kiriye.. Her wiha gelek destnivîsên wî hene, bi tenê dîwanek helbest bi navê (Govendek Helbest), li başurî welat, ji rex wezareta rewşenbîriyê ve hatiye çap û belav kirin. Fermo werim em û hûn bi hev re vê helbesta wî ya bi navê ZIMAN bixwînin:

ZIMAN

Guh bidin ziman xortên me Kurda

Bera ev ziman nemîne winda

Dilê welate ev zimanê xweş

Kesê jibîrke, dê mîne rûreş

Nasnama me ye, li her civatî

Hebûna me ye, li vî welatî

Win bi her kesî, vê bidin zanîn

Zarê Bedirxan, zarê Mem û Zîn

Zimanê me ye, pê serbilnd in

Ne bê keleh in, bi şar û gund in

Nabe ev ziman wiha bimîne

Kes pê nenûse , kes wî nexwîne

Cizîra Bota, xweş xweş xuya ye

Zimanê me ye, bi me hêja ye

Xanî û Qadir, xweş wan dinas im

Ew û Cizîrî, pir serfiraz im

Zimanê min e, pê serbilind im,

Şêrîn û xweşe, alê dihild im

Sih û yek tîpin, yek yek bi hejmar

Bi wan xemilî kovara Hawar

Mîr ew dane hev, ji me Kurda re

Lewma navê wî bo me guhare

Divê ku em Kurd wî xweş bixwînin

Bi Konê Reş re soza biçînin

Di ber ziman de, weke Konê Reş

Herdem em bêjin; şeva we ma xweş

Ziman e, ziman wata hebûnê

Zimane rêça, her pêşveçûnê

Ziman e navê, milet û welat

Ziman e dengê, Dicle û Firat

Her kes zarê wî bi wî şêrîn e

Em ne bêwar in , em ne sêwîn e

Kurdo! Dîrokê rastî bixwîne

Ji bo bizanî ka kurd em kî ne

Nabe ev ziman wiha bimîne

Kes pê nenûse, kes pê nexwîne

Omîda Mîran bi cî werînin

Gulên Celadet her roj biçînin

Kovara Hawar herdem bixînin

Şerme ku em Kurd wiha bimînin

Dîse dibêjim; guh bidin ziman

Derdê Celadet, kurê Bedirxan

Qamişlo, 20.02.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…