Rojnivîsên Pezkoviyekî


Hoşeng OSÊ

Çiqas bihna te, li vê şevê tê…!
Çiqas ev şev, li porê te tê…!.
Çiqas porê te, li bê tê…!.
Û çiqas ba, li toza min tê!.
***
Ez kavilên heft gunda me.
Sêwiyê heft çema me.
Xwîniyê heft gura me.
Kuştiyê heft xezala me.
Bi qasî heft mirinan dijîm.
Biqasî heft stêrkan dirjêm.
Biqsî heft şoreşan vêketî me…
De were min di paxila xwe de bilorîne..
 aşbike û vemirîne.
***
Ez hîna berxê ber şîrim.
Hîna fêrî dûrbûnê nebûme.
Bi kûve derî…?.
Tê vê havîna reben, bi kûve bibî!?.
Çima payizê hînî guvaştina min dikî!?.
Şopa birînên min didî ber baranê!.
Hemû nameyên min dixî binê kevirekî
û bîranînên min didî ber bê!.
***
Haho… haho… gidînê,
bê ev ba, çıqas li porê te tê!?.
***
Dema min berê xwe da mirinê…
Hayê min ji min nebû.
Tew hayê min ji birîna min ya yekem, tune bû…
ne ji wêne ya min ya dawî hebû…
Ne hayê min ji rê, ne ji rêwiyan.
Ne ji ayetan, ne ji nivişt û lavêjan.
Tenê hayê min ji helbesta min ya nîvçe…
Evina min ya nîvçe…
Û qehweya min ya nîvçe hebû.
***
Jana wî çiyayî, xezalan dide ber bayê sawêr û xewnan.
Jana wî çiyayî, dilbijokiya pezkoviyan hardike.
Jana wî çiyayî…
demsalên zexel dihêre…
demsalên mexel hêrsdike…
demsalên avis, dide ber qolincan…
û demsalên stewr avdide.
Jana vî çiyayî, ne dihêle ez binivim, û ne bimirim!.
***
Xezaleke çiyayî kete kirasan.
Kevnikê xwe yê bi xwîn, binaxkir.
Li şûna wî, pûng şînhat.
Şervaneke hate bihnkir û wêneyek li ber kêşand.
Marek di nav de hêlîna xwe veda.
Bibileke sirûdeke xwe avête ser.
Cendirmeyek hat û pêlê kir.
***
Bi lerz û kelogirî, di oxira peyvê de tu çûyî.
Tu dar û dar çûyî…
Rê û rê…
Gorstan û goristan…
Çol û çol…
Çem û çem…
Gund û gund…
Şev û şev…
Û sla û sal, tu çûyî.
Ger tu bêy min vegerî, tê av û av herî!.
***
Memikên te, di nava destên min de gihiştin.
Geh dibûn hirmê, geh xox.
Geh dibûn helbest, geh kevok.
Xewên şevan difirandin.
Rojê mestdikirin.
Halanan didan baranê…
cih û demê zîz dikirin.
Memikên te, du oxirên bê vegerin.
***
Ne mîna dîwaran…
Ne mîna derya…
lê mîna kuştaran, ev kêlîk, min dorpêç dikin.
Mîna stranên Eyşe Şan pergî min tên.
Mîna ava Zapê, rê li min dibirin.
Mîna guran min hembêzdikin…
Û mîna qehpikan, dev ji min diqerin.
***
Çi xwînsar bû.
Lêv xav û reng kal bû.
Qurre û bi paye bû.
Bi serê tiliya silav dide.
Bi serê poz taxêve.
Bi bejna xwe ya zirav û bilind, û bi fêkiyên xwe yên teze…  xwe pir didît.
Lê wê gawirê, qîza Xwedê bû.
Dilê keviran jî dibijand xwe.
***
Neviyên guran, min ji vira diqetînin.
Derya dibêje: ji vira neçe…
Tu dikarî li vira jî bimirî, lê bê bîranîn…
Bê nasname… bê xewn…
Bê şîn û kêl.
***
Min bêriya çiyayên xwe kirye.
Pir bêriya vexwarina çaya wê derê kiriye.
Bêriya xewa li ber xoşexoşa kaniyê…
Gera li nav çiya…
Lixwekirina cilê gerîlla…
Dîlana ligel wan…
min pir bêriya wan kiriye.
Ditirsim bimrim û careke din çiya ne bînim.
***
Nih têghiştim bê striana Ciwan Haco ””””bîrîndar kirim xerîbiyê”””” çiqas tale!.
Hîna ji xatirxwetinê re derenge.
Rê li ber min teng dibin û oxira min, hîna gêje.
Ne mozîk, ne nivîs, bendewariya min bidawî dike.
dîwarê li hinberî min, ji min re dibêje:
di nîvê şeva înê de, bi destê xewneke xwe, tê bê kuştin.
Pencereya li kêleka min ji min re dibêje:
Berî berbanga siba pênşembê, bi destê helbesteke xwe î nîvçe, tê bê kuştin.
Şev ji min re dibêje: li ser baskê helbesteke xwe î mê, tê bifirî.

İstanbol 1/10/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…