Helbest, û welaté ku ez jé

  Arjen Arî

Peyva herî bi raz û bi efsûn e helbest… û evçend jî dilsoj! Evçend dilsoj e,  mîna pirpirîneka bask mişt hez, li dora rewnaqa sotîner perwane ye geh, geh dîwane …
Ji wî welatî me, ji welaté helbestén nebihîstî …Welaté ku roj di berbangé de ristik ristik helbestî, tîréj bi tîréjé ve bestî, bi bişirînén herî himbézker hilté, û bi hilatiné re deşt û çiyan, aségeh û riyan, dil û dildaran bi hetava rûxwedawendî zérîn zérîn dişo…

Ji wî welatî me, welaté destanhelbestén jibîrbûyî…
Weyé jî bihîstibe, û dibe ku hûn jî nas bikin war û wargehén Girgaméş û Enkîdo’yé ku di berizîneke dijwar de rastî hev û mérxasiyé, rastî hev û hevaltiya hata kélîka miriné hatin…
Ji wî welatî me, welaté helbestén hozanî…ji wir… ji wira ku bi desté Babiliyan Dastané Afirîneriyé hate afirandin, û afîrînerén wé, niha ne bi destanén xwe, ne bi stiranén xwe, ne jî bi nîvîsa ku afirandin xetkéşén Summeriyan û nivîs li ser kahfikén kîlî; Guttîyan, Hûrîyan, Aqadiyan mîna berbejneke pîroz himandin û bi stûyé dîroké ve alandin û çûn, tém.
Tém; di mista min de dilé min û hezén di stirananén gelerî de kedîrî…
Tém; di dilé min de xuşk û biratiya ku li ser xuşk û bira û li dû xuşk û bira, birra birra dikare bimre…
Peyvé çawa ku helbestén héviyé afirandibe li ser ernîgariya ku jé tém; li heman erdnîgariyé, hosteyén peyvé dara jiyané bi qelemé miriné tahmandin , û mirin bi mirina xwe veguharandin ekla nemirtiyé.
Nemir in ew jî: weke peyvén nemîr én helbesta Birabozé ku yara xwe vedixwîne geşt û seyrané û Babekî’yé ku hatina biharé hezar sal berî niha dike zimané bişkivîna kulîlkan, û nergizé pé bejinxembar û kofîxwar dike!
Li rexeke din é vé bihara helbesta kurdî, hemdemé Babekî, Baba Tahiré Ûryan é  ku  nemirtiyé dide péyva kurdî; niha, hinek, wî milké bi peyva kurdî çandî, dixwazin bikin milkekî ji xwe re talan kirî! 
Talan û wéran bûbe jî milké wan, ew,  hé jî evîné şîr didin bi stélmén héviyé, da bi ser piya bixin azadiya ku roj û şev li héviyé; li çiyayén her devî Xec, her lat Siyamend: li Herekol, li Gebar û Cûdiyé Miradan…Ku her navekî wan çarîneke Tahir dixe bîra min:
Hûmayûn im seré çiyé weten e
Gerdûné seyr dikim herder çemen e
Ne mal heye ne welat û ne saman
Ku ez bimrim per û baském kefen e(1)…

Wan evçend helbestî ji jiyîn û jiyané hez kirin, evçend jé hez kirin, di 16 saliya xwe de mîna Cegerxwîné şéx û derwéşé helbesté  guldesteyeke péşkéşî dildara xwe ya nemir, axa xwe bike, wisa eşkere û bétalde, di biné tava hîvé de an jî ronîvro, enî çik li xwe ewle…xewnén xwe yén herî gewrik, dahatuya xwe ya herî bi rewnaq û  temenén xwe yén herî rexl-rîhanî, bi newaya herî dengvedér, kirin destan-helbesteke bihîstî lé nenivîsandî, û…gotin!
Gotin…û her gotin weke çavşînkeké bi péşenîka çiyayekî vekirin û çûn.
Ew herin jî, her peyva ku bi dû tolhildana wan ket û ji mérxasiya wan gon xwar û bû helwesthelbest, xwe di malzaroka azadiya siberojé de bi héz û heza lorîka dayikeké meyand; û xwe li çiyayén helbesta wan nenivîsandî, qewimand!

Ez ji wî welatî me, ji wî welaté ku çiyayén wé helbestén evînén bémirad dinehwirînin û digorînin di ber xwe de.
Min li wî welatî bi temtéla dayikeke kitan di soringiya xwîné de mayî, bi helbesteké be jî xwest destanhelbesteké zéde bikim li dû  nemirtiya  giyanén eyloyî…
Li wî welatî her tişté min; axa min, navé gundé min, şopén zaroktiya min a béguneh û sava jî ji min stendin…
Bi vé stendiné re xwestin min béziman û giyan, béjiyan… û uryan bihélin!
Û wan, piştî ku her tişté min stendin ji min, zimané xwe dane min!
Ev ziman zimanekî ku ne tené xerîbé min; ne pîra min pé diaxivî, ne diya min jé fam dikir, ne jî xuşka min ew nas dikir bû!
Ew, zimanekî din bû, û nedişibiya zimané stiranén min û zimané çîrokén ku pîra min her évar ji min re digot, û ez di xew ve dibirim.
Min ew ziman li dibîstaneke ku paçeke sor di seré tîrekekî de bû, nas kir.
Wé rojé wî zimanî zimané min li min qedexe kir, û xwest hemû çîrokén xwe jibîr bikim, hemû stiranén xwe nema bilévînim…
Min nedikarî, weke hemû zarokén ku nedikarîn téhna hembéza diya xwe ji bîr bikin, min nekarî sirûdén ku bi min dabûn jiberkirin li tevî stiranén diya xwe bikim û bibéjim.
Ji lew, piştî 16 salén xitm én di bişawtgehén bi al û sirûd de, di rojeke ku ew ziman bû serpozka postaleké reş û bi hiçka li hestiyé birçî yé piyé bavé min ket, diya min xwe dexilî xwedîyé potînén reş kiribû bi zimané xwe, ku hurmizkan, pehînan li bavé min  nexin…
Lé, xwediyé potînén reş guh nedabûn zimané diya min û bi potînén reş û zimané reş bavé min dabûn ber pehînan…
Wé gavé, diya min desté xwe î mîna axa xwe tîştîşî berû Xwedé ve kiribû û nifirén herî dojehî réz kiribûn li xwediyé potînén reş:
–Rebé min bela we bide we!…Biqeşitin… herin! zimané we jî bi xwe re bibin, bi xwe re!

Biçûna jî ji ber deriyé diya min ji ser axa wé,; zimané xwe hiştibûn di devé milyon milyon zarokén mîna min de…
Wé kélîké bi kerbeke xwedîkuj min desté xwe avétibû devé xwe, û min zimané wan kişandibû ji şikefta devé xwe…
Her ku min dikişand û derdixist, ew diréj dibû. Her ku min dikişand wî xwe li bedena min dialand…Dîna ku min dît; ne di şikefta devé min de bi tené: di hizra min de, téramîn û hestén min de; di awirén çavén min de xuya kir zimané ku min dikişand ji devé xwe…

Rojeké di révitiyeke ku ez bilî kişandina zimané di devé xwe de  dibûm de, rihspîyekî gote min, ‘ kuré min çawa ku xwîn bi xwîné nayé şûstin, tu vî zimanî dikarî bi şîrînîya zimané xwe derbixî ji devé xwe’!
Wé rojé min bi ya wî kalemérî kir û min xwe di şîrîniya zimané xwe werkir:
Paşé min fam kir, xwe téwerkirina di zimané xwe de biserxwebûna kes û giya min é li ber wendabû bû!
Bindestbûma jî li ser xaka ku herkes bindest bû, bi zimané xwe min beré xwe da azadiya ku di berbengeké de weke roja her kes li héviya hilatina wé.
Wé rojé min azadiya xwe bidestxistibû. Ji ber ku zimané min azadiya min bû!

*Baba Tahiré Uryan,Du Beytî,Sabah Kara,Wş.Nûbihar
11/08/09

Arjen Arî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…