Ismaîl HemêNewroz ne bi ciwamêriya desthilata Ba-is hatiye serbestkirin, lê belê bixwîn û xebat û berxwedanê hatuye qezenc kirin, ew berhemê fedekariyê ye, û kulîka xwîna şehîd Silêman Adê ye û berxwedana ku li Şamê û kurdaxê di newroza sala 1986 an de hatibû kirin.
ji bo vê rasteqînê jî, gerek em tucar bawer nekin ku desthilatek wek vê desthilatê wê bikaribe xwe bughere yan rojekê ji rojan li ser pirsgirêka kurd raweste û li awayên çareseriyê jêre bigere, ji ber ta vê redeye ev desthilat xwe dide nîşan wek yek ji rêjîmên totalîtar û regezperest yên kevnar û hemta ku di cîhanê de mane, û ji me re dibêje “ku ta ez hebin divêt hûn bi vejîn kirina tu newroz û sersala şanabin û tu mafên netewî ji were wê nabin û cihê we û rengên kesk û sor û sipî û zer di vî welatî de nîne, ev welat yê netewa erebe û yên nerazî be bera barke û here ji xwere li welatekî dîtir bigere”.
Hin kesan ji me di xewin û xeyalên xwe de hêvî dkirin ku belkî îsal newroz bi rengkî fermî bi xweşî û aramî derbas be, û dixwestin ku berpirsiyarên desthilatê bi millet kurd re li ahingên Newrozê beşdar bibin û pîrozbahiyê bişînin, nemaze piştî ku roja newrozê bûye rojek cîhanî li gor biryara komela giştî ya netewên yekbûyî, lê diyare ku rêjîma Be-is dûrî van hêviyaye çimkî ew li dervey dîrokê dijî û xwe nabîne wek nûner di rêza nûnerên civata navdewletî de, û ji bo wilo jî bi nameyên xwînê newrozê dorpêç dike.
Em tu gazinda ji rêjîmê nakin ji ber helwesta wê ya dijminatiyê li beramberî milletê kurd eşkereye û rojane tête bikaranîn, lê gazindên me ji civaka navdewletî û raya cîhanê ya giştî re heye ku çawa dimînin bê deng û lal li beramberî vê zilm û zordariya. Em dipirsin gelo wê ta kengê li vê ne heqiyê temaşe bikin û wê ta kengî bimîne dîlê bercewendiyên aboriye bi rêjîma Sûrî re,û silogan û pirînsipilên mafên mirovan binpê bikin ji bo parastina van bercewendiyan ..??!! ma gello siloganên parastina mafên mirovan û dîmuqrasiyê namînin vir û derew demê ku berjewendiyên aborî li mazatê bin..yan pîvanên me ji mafê mirovan û dîmukrasiyê re şaşin û em bi wateya wê ya durist tê negihiştine …??!!

Şîrove (0)