Xwendineke tamzar di pirtûka Qado Şêrîn de

CanKurd

Yek ji nivîsevanên me yên bi dilvehesîn dinivîse, hêja Qado Şêrîn e, ku hem bi Kurdî û hem bi Erebî jî, zîrek e. Ez nivîsên vî camêrî baş dinirxînim, ji ber ku ew mirovekî wêrek e, û wekî di paşnavê wî re “Şêrîn” diyar e, ku ji navê dayîka xwe biriye, ew di koka xwe de ji “Şêr” hatiye, ne ji “Şîrîn”iyê.

Di pirtûkxaneya kurdî de –mixabin- pirtûkên rexneyî pir hindik in, lora ku em ji civateke êlparêz, sofî, û axatiyê hatîne, ku rexne têde nedihat kirin, ne bi terzekî siyasî, ne olî û ne jî wêjevanî.
Rexnekirina mezinan, deselatdaran, bav û diyan, û her kesekî ku gopalekî mezin di destan de hebû, qirka mirov dibir ber kêndirê, ew dihate riswakirin û bersûckirin, wekî hêştirê gurrî bûye, ji nav êlê an ji nav civata olî dihate derkirin, an jî bi tenê hêştin. Ev bermayê çandeyî û kelepora “devgirtinê”, û “devmisdanê”, me bi xwe re hilgirt, weku di ”Gênom”ê me de hatiye çandin, nema ji nav xûn û rehên me derdikeve, me bi xwe re aniye Ewrûpa jî, û ew ketiyê hinder mejiyê me yê siyasî jî. Rexnevan li ba me bûye “Zindîq”, bûye “Gawir” ê ku pêwîste em xwe jê biparizin…

Qado Şêrîn rexnevanekî xudan huner e, li têlên tev zirav dixîne, ku hinava civaka me ya kufikî, tevlihevbûyî, jihevketî, û deselatiya me ya siyasî, ya ku hîn negihaye pileya dewletî, dilerizîne…Çi di gotarên xwe yên siyasî de û çi di berhemên xwe yên çêrokî de…

Li vir pêwîste em bînin zimên, ku di Kurdî de „Çêrok“ û “Çêrçêrok” hene, ne “Çîrok” û “Çîrçîrok”. Ji ber ku koka peyvê di “Çêrêkirinê” de ye, bi wateye “li ser hewaldan”, ne ji “Çîr” hatiye, ku bi wateya dengê derî an tiştekî dî ye, û gava em dengekî wilo dibihîsin, em dibêjin: “Derî kire çîreçîr”, lê gava yek tiştekî li ser kesekî dî bo me hewal dide, em dibêjin:” Çêra wî kiriye.”…Li hinek derên Kurdistanê “Çêrêkirin” bi wateya “Axiftina nebaş” e, lê herweha jî, ev nêztire ji “Çîr û çîreçîrê”…

Serok û Merok, ku çapa wê ya yekê, di sala 2009 de, ji aliyê saziya çandeyî SEMA ve, di bin jimara 31ê de derketiye, gaveke wêrek e di rexnevaniya kurdî de, ku bi tersê çêrokî gelek mijarên me yên civakî, siyasî û wêjevanî hatîne lêvkirin, nivîsandin û belavkirin…Hema bi geltebazî “Suxriye”, ku li ba nivîskarê me yê giranbiha her hezkirî ye.

Serok û Merok, ku tenê 120 rûpelin, teviya koçberekê ji jiyana nivîskarê me yê geltebaz tîne zimên, ku têde şagird bi şimik û şekalan diçûne zanîngehê, û tevî ku dayîk û bavên wan hejar bûn, lê dîsa jî ji vexwarina meyê nediman, da rewşa xwe ji bîr bikin. Di nav wan de hinekan dilên xwe bi hîviya ku rojekê bibine xanedan an serok dadigrtin, ji wan hebûn, ku tew carekê jî di jiyana xwe de govdeyên jinan nedîtibûn, û ji wan jî hebûn derpî û binkirasên jinan di axur û kadînan de dikişandin seriyên xwe.

Di vê pirtûkê de, ku serok wekî gokvanên werzişê têne kirrîn an kirêkirin, nivîskarê me yê hêja tinaziyan bi ramiyariya tevgerên me yên kurdî dike, ewên ku nikanin ji siya serokên xwe derkevin, li pey wan wekî çêlçûkên mirîşkan dibezin, ewên tew bi sernakevin, nezanin û gava di komcivînekê de bi hev diçin, teviya tevgera xwe parçe-parçe dikin, ew dişehitin û gelê me jî bi xwe re dişehitînin.

Bêguman hinek kêmaniyên piçûk ên zimanî, nivîsandinî û ji aliyê çap û dîmenê ve di pirtûkê de hene, hema bê guman Qado Şêrîn bi hevîrê Kurmanciya Kurdistana navendî hatiye histiran, û wekî dixuye, wî hîn di zarotiyê de pir ji zimanê xwe yê zikmakî hezkiribû, û pişt re bi dilxweşî pê nivîsî bû.

Dostê me yê nêz û hêja, karîkaturvan Inayet Dîko jî, li gorî mijarên rengareng ên pirtûkê karîkaturekî gelek xweşik bo bergê pêşîn ê pirtûkê çêkiriye, ku Kurdekî qelew û simbêlboz li pişta yekî hejar suwar bûye û dibêjêyê:“De bimeşe hevalo, bimeş. Rizgarkirina welat hîn dûr e…!”

Wekî min xwend û dît, “Serok û Merok” hêjayê xwendina we ye jî…

20 Avdar 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…