Xewnek Li Ber Zayînê

 
Hoşeng OSÊ

Dûmana çixara te, siwaran peyadike…
Û porên te yên givjole, wan li pêlên mirinê siwardike.
Geh dibî nalîna bilûra şivaneke deşta Mêrdênê…

Geh dibî tava buharê, bi ser min de dibarî.
Xeydokê…
Mîna şervanan taxêvî.
Mîna kemanê, dikenî…
Û mîna gîtarê, min bi çixara xwe re dikêşî.
Ez karekê liber şîrim…
Hîna teze me.
Xeyda xwe ji ser xopanên dilê min vekêşe…
Giriyê min têrî têkçûneke din nake.
Xewnek liber zayinê ye…
Kilîta dilê xwe navêje deryayê.
Bi te nakeve ewqas zivirbûn.
Bi te nakeve ewqas xemsarî…
Û bi min nakeve ewqas bendewarî.
Xeydokê…
Barê min, dileke wêrane..
Temeneke sêwiye..
Û refek xewnên beravêtîne…
Lê barê te çiye?.
Ez ji warekî xwekuj têm, lê tu?.
Di oxira xezalên xwe de, min çendîn welata kavilkirin.
Li ser peravên mirinê, rêwiyeke bê rê me…
Dikim bibim ji wendahiyên hevalên xwe.
Dikim bibim keldûmana weteyan.
Dikim û nakim û xewnên şîn ji şevên min naqewtin.
Dikim û nakim, tu ji paş xeyda xwe ya derewîn dernayê.
Xweziya min bi wê peyala te ya çayê tê.
Xweziya min bi wê çixara li nav tiliyên te ye, tê.
Xweziya ew dûyê çixarê ku ji nav lêvên te dertê, ez bû ma.
Lê barana vê payiza dînoke nahêle ev xewin bizê.

İstanbol 10/9/2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…