Helbest u Vidyo

Peyv di çavên min de man

Bo mamosteyê min Rezo

Keservedana kîjan sinorî ye, li nav xunava hizra te bû bayekî sor?
Kîjan xem di çavên şevê de, aleya şikestinê daneçikand?!

Kîjan xewn li ser derfeşa peyvê bêhiş ket?
Şev  dubare dibin
Ez ji çavên Salar û Rewend xerîbiya xwe serhev dikim
Adar ji tiliyên te peyvên xwe rêsan
Bajar diloyeke gerok e, li hindava dukela dilê min
Dilê me jî sînemaya şînê ye
Te hêviyên xwe, li ber êşeke bêdeng xelmaş kirin
Li bîra min têt, dem û dîmenên hizûra te
De bila stukura vê mirinê bişike
De bila perdeyeke reş li sînorê xezebê bête alandin
De bila ..

„ kevoka min ji ref ma ye              nema tê lîs û hêlînê“

Ji kîjan şevê?
Ji kîjan êşê?
Ji kîjan şikestinê dest bi sirûda çûna te bikim?

xewna min bayê serê xwe nuxumand
Şemendefereke ji ewrên payîzan
Perava zaroktiyê di quntara şanoyeke
bidawînehatî de, xewna min û te
Tabloya êvarî, ji toza li ser giyanê tilûran rabûyî.

 „Kevoka min ji ref ma ye             nema tê lîs û hêlînê“

awirên te evîneke bayî ne, li ber dergehê deryayê
hevok ên hingavtî ji hezkirina tîpên te,
ez dûr û bêpişt mam, Zagros çelmisî
Tu stêrek rijiyayî li ber hilma peyvê
Bask û hevokeke nefiriyayî di nav êşê de
Çend rûpel in ji viyanê..?
Tu mayî pirtûkek nexwendî
Li nav rûpelên pêkola qedexe.
Sirûdeke lidûvxwehiştî di eniya me de
Tu ber bi lotkayê ve û ..

Ez û keva min ji ref mane               nema tên lîs û hêlînê“.

T. Marînî

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…