belavokên partiyan

7 ê Adarê pêşeroja Başûr tayîn dike…

Weke ku tê zanîn ku, di 7 ê Adarê de li seranserê Iraqê û li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk tê.
Em baş dibînin ku, partîyên ereb û hikumeta İraqê, bi hin leyistikên qirêj astengîyan derdixînin pêşîya hilbijêrên kurd yên li derveyî welêt.

Eve bixwe dîyardeya tirs û nesamîmîyeta wan hêzên nijadperestan e. Loma jî Hilbijartina li İraqê gellekî girîng e ku, divê hemû kurdên û kêmneteweyên ji Başûrê Kurdistanê biçine ser sindoqan û mafê xwe yên dengdayinê bi kar bînin.
Îsal, bajarê Kerkûkê jî beşdarî vê hilbijartinê dibe. Beşdariya Kerkûkê serkeftinek ya kurdan e. Em piştrastin ku, beşdariya Kerkûkê ya vê hilbijartinê, ewê temsîla Kurdan li Parlamentoya Iraqê zêde bike.
Bêguman encama hilbijartinên li Kerkûkê, dikare weke referandûma madeya 140 ê jî were  qebûl kirin. Loma jî divê hemû hêz û alîyên siyasî yên Kurdistanê berjiwendiya Neteweyî têxin pêşîya hemû berjiwendiyên din.
Em bawerin ku, serkeftina Milletê Kurd ya di vê hilbijartinê de, ewê qedera cografyeya Kurdistana Federe li Iraqê bide nexşandin. Loma jî temamê Kurdên ji Başûrê Kurdistanê yên li cîhanê divê biçine ser sindoqan û dengê xwe bidine namzedên Kurdistanîyan! 
Em weke Însîtafên Kurd li Ewrûpa –ÎKE, piştgirîya siyaset û struktura Listeya Hevpeymanî ya ku ji PDK, YNK û 12 rêxistinên din pêk tê, dikin.
Em bang dikin ku, her kurdekî xwedîyê mafê dengdanêye, bila erka xwe ya Neteweyî bi cîh bînin û em hêvîdarin ku, Kerkûk a ku Dilê Kurdistanê ye, mesajekê bide dagirkeran û dujminên Kurdistanê.
2010.03.01

Însîtafên Kurd li Ewrûpa –ÎKE

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…