Çend Fermêsk


Hoşeng OSÊ

1
Xwêhdangirtî, giyanbirçî, poşman û têkçûyî…
Ji kûrahiya tenahiyê, pêjna helbestvanekî, ber bi dojehekê ve, tê.
Kes nizanîbû bê ji kur tê…?!.
Ji kê re dikene û sînga xwe ji kê re vekiriye…?!.
Destnivîsa pirtûka xwe spart rewrewkê…
Wêneya xwe ya nîvşewitî li ber dergeha mirinê daleqand…
Û bê ku navê xwe li ser şevê binivîse…

Pişta xwe da awêneya xwe û di çavên bê de, bû firmêskeke tal.
2
Vî bayê payizî, vê şeva reben diklê û diklê.
şev jî…
min dihêre û gilî û gazinên xwe didêre.
Ez dûm du fermêskên sor, di nava desmala xifşeke çiyayî de rijiyam.

3
Li bin siya wî kendalî…
Ew kiye pêjna min daye ber kêran…?!.
Li pişt wî çiyayî, spîndarekê, berê xwe avêt…
Li ser quloçên pezkoviyekî dîn, welatek bişkivî…
Dastanek vêket û helbestvanek vemırî.

4
Hingî lipey xezalên çiyê diket…
Çavên xwe li keleman dixist û dilê xwe dida ber kêrên kevirî.
Ji nişka ve…
darên gûz, kizwan û berû, hew wî dîtin ku bûye fermêskek şor di çavên ewrên vê payizê de.

5
Wê êvarê… İstanbol çiqas dişbî Beyrûtê?!.
– Derya pirsî: tu bi tena xwe yî…
kanî xezala te ya wê hingê…?!.
– wî got:
ma xezal man…!.. hal ma?.
Ji feleka qehp, bipirse.. derya.

6

Nûxuriyê xewna xwe bû.
Rûken û ji teşqeleyan hezdikir.
Taxên İstenbolê tavêt kewara xemên xwe.
bîstikên wî tijî dojeh bûn.
Lixwe dizîvirî û li dora Bûka berfê digeriya.
Ew heliya û bûk, weke xwe ma.

7
Ji newaleke bê binî…
zarezara birîndarekî tê.
Ji hevalên wî hebû, ku ew ji binê wê newala bê binî dikene.
Nameyên yara xwe çirand.
Pênûsa xwe kira gema qulungeke kor.
Bîranînên xwe diyarî bê kir.
Û berî tama memikên yara wî ji ser tiliyên wî biçe…
giyana xwe spart kevirê li ber pala xwe.
Kevir bû dû û çend fermêskekên kesk di gewriya wê newala bê binî de.

İstanbol 9/9/2009
Shengo76@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…