Birêz Mihyedîn Şêx Alî digel paltokê bi cîgeha Şevger re

Xemxwarê welêt

Piştî min li ew çend kîteyên devkî yên bersivî yên mamoste M.Ş.A di paltokê de , bi cîgeha Şevger re guhdar kir . Herweha ew çend nirxandinên ji wê axaftinê re, yên mamoste Mihemed Se,îd Alocî û Cankurd jî xwendin; Min dît , ku pêwîste ez hin bersivên mamoste Ş.A  û nirxandinên herdu mamostên li jor bi nav bûne û ew wergerandina erebî ya wan bersivan , bi çend têbînan binirxînim.
     Bi rastî pirsên ku ji mamoste Ş.A hatine pirskirin ne xuya ne , lê ji bersivan mirov têdighê , ku pirs çi ne ?.Mamoste weha bersivên pirsa dirêse : 1- Ala Sûriyê , ala me ye jî , em rêza wê digrin û diparêzin , û em ne bi çirandin û binpêkirina wê re ne , wek ku hin dixwazin bi wî awayî licûyê yan bicikirinê werbigirin . 2- Çareserkirina pirsa netewî ya Kurd li Sûriyê di siya vê  heyam û rijîmê de ne gengaze . Lê, gengaz heye em bi hev re wek Tevgera Kurd li Sûriyê digel hêzên niştimanî , ji vir ta çend  salên bê , kanibin ew çewtiyên dîrokî ku,  di dermafê gelê Kurd de kiriye serast bikin . Wek nimûne : Kembera erebî , serjimara awerte , hilanîna erebkirinê,….û H.W.D. 3-Di bikaranîna têrmên mîna tayifî û diktatorî , me di belge û weşanên xwe de bi kar nanîne. Lê em dibînin rijîma Be,is rijîmeke nijad û giştî ye , mîna rijîma Çawsîsko li Romaniya  û rijîmên li Rojhilatî Ewropa. Guherînên em dozdikin , guherînên demoqrat û li dû hev, Kurd û Ereb bi hev re , û li ser şopa Danezana Şamê . 4-Ez ne bawer im wek kes, otonomî û federalî, li Sûriyê dirûşmên xebatê ne , tenê şaşiyên dewletê yên dîrokî,di dermafê gelê Kurd de, di van çend salên bê de, bi xebata me tevan , çi siyasetvan û rewşenbîrên Kurd ,gengaze ji holê rabin . Herweha ez bawerim ,ku rêvebirên partiyên Kurd gihane zanîna ku xebat ne tenê bi hildana dirûşman e û hew. Ya rast ew e , ku dirûşmê were hildan , divê li derve û hundir , mirov lê xwedî derkeve . 5-Taybetmendiyek rewşa Kurd li Sûriyê heye . Em tu Kurdistana li Sûriyê çênakin. Em wek partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê , pirogrameke me rêzanî , zarzimanek û ragihandineke me berpirsiyar heye. Herweha em naxwazin bi du rûyan, du zimanan û minafiq bin. Em wek P.Y.D.K rêza serokomar digirin, herweha em jî, û ez bawerim partiyên Kurd ên dî jî , çi daxwazên xwe hebin , ew ji serkomar doz dikin.
  Ji van bersivên mamoste dixuye ku ew bi tevayî, li gor pirograma rêzanî ya  P.Y.D .K axivî ye .Lê di baweriya min de , li hin ciyan şaş çûye. 1– Kembera erebî,serjimara awerte , erebkirin …..ne şaşî ne , ew siyseteke pilankiriye , û ji bo tunekirina gelê Kurd e .2-Raste çirandina ala Sûriyê   tiştekî şaşe û zirar jê heye , lê , ne her kesê ku diçirîne keysebaze û dixwaze li welatê   lê , pê were bi cikirin.Di baweriya min de ne hewcebû mamoste ev gotina dawiyê bigota .3– Gereke serokomar  ciyê rêzgirtinê be, lê , ew di ber van ton siyasetên bi ziyan di derheqê xelkê Sûriyê bi tevahî û ya gelê Kurd de bi taybetî ,  divê berpirsiyar be jî.   4-Yanê mamoste hin caran ji bîr dike ku sekretêrê P.Y.D.K de , û axaftina wî ji bo ragiyandinê ye , û têrmên şaş ku bi kar tîne ziyanê dighîne siyaseta partiya wî û doza Kurd li Sûriyê.
    Herdu mijarên rexneyî yên herdu mamostên ku li jor bi nav bûne, di baweriya min de ,ne ji bo serastkirinê bûn . Ew ji bo kulandina Şêx Alî û partiya Yekîtî bûn . Min bihna kîn û zikreşiyekê ji herdu mijaran kir. Herweha bêberpirsiyarî ji helwest û nirxandinên wan hildikelî.
Zatirê wergerandina erebî yê ku bixwîne , û ew bersivên bi kurdî nebihîstibin , wê wêneyeke ne baş li ser xwediyê bersivan û partiya wî bibe . Ji ber ku pir hevok yekcar bervajî hatine wergerandin.

Jêder:  rojnama Newroz – hejmar 90

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…