Bîhoka li pişt sînor

Dirêj an jî kurt, her jiyîn li dev xwediyê xwe xwediyê xwe û çîrokekê ye.
Dîkekî min hebû ku her sihar bi hilatina spêdeyê re li hewşê dikir qûqû… qûûû, û pîreke min, ku her êvar ji serboriya xwe ya têr karesat qetek jê bi çîrokî vedigot!
Her ku min li çîroka pîrê guh didêra, li bendî bûm ku ne çîroka xwe, çîroka Dîko vebêje ji min re…
Lê wê; heçku bixwaze min jî bike şirîkê serboriyên xwe, hercar guhkê buxçika êşa xwe bi vê peyvê vedikir: Xwedê heqê me nehêle, kurrê min…
Ji ber heq û neheqiyê bû gelo, min ji çîroka Dîko û Pîrê hez dikir?
Di herdu çîrokên gelerî de jî -Dîko û Pîrê, Şengê û Pengê- tolwergirtin hebû, û di herdu çîrokan de jî yên neheq: Gur û pîrê di dawiya çîrokê de bi ser ‘heqê’ xwe ve dibûn…
Soxî; piştî zarokatiyeke tiştîşî û jiyaneke zîvar zîvarî, di ber şairtiya xwe ya kulek re ez jî bi ser çîroka xwe ve bûm:
Hinekî bîranîn, hînekî çîrok…

Bîhoka li pişt sînor
Hinek çîrok hinek bîranîn
Arjen Arî
ISBN: 978-605-5585-12-9

19.5×13, 120 rûpel, 10 TL

Arjen Arî – Sala 1956 an  li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979 an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand.Weke gelek şa`ir û nivîskarén kurd wî jî bi tirkî dest bi helbésté kir. Di sala 1976é de li Nisébîné ji ber belavkirina belavokeké hate girtin. Wé demé polisan dest danîn ser helbestén wî yén bi tirkî û kurdî.Qasî hefteyeké di hepsé de ma. Ew berdan, lé helbestén wî taa niha di mexzena Dadgeha Nisébîné de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêşîn di kovara Tîrêj’ê de helbestên wî weşiyan tét zanîn, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li heréma Mérdîn hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sé malikan/beytan pék dihat. Malikek jé ev bû:
Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisébîné
Xewa sibé bela kirin,avétin nav tirs û xwîné.
Her wisa, beriya 12é îloné helbestén wî ji héla paleyén tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wek:
Tewrik tewrik tewriko, tevriko
Ber tayé pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko,tevriko
Tevrik tevrik tevriko,tevriko
An,
Roja pala erzan e
Kufleté mal girina
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pé nizane!

Bi dû 12é Îloné de ew li welét ma, helbestén wî di kovarên li derveyî welét;wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992é li navçeya Nisébîné li ber deriyé mala xwe rastî érişeké çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyé. Ji wé bûyeré de li Amedê dijî.

Berhem

Ramûsan min veşartin li geliyekî,Şi’r, Avesta,, 2000
Ev çiya rûspî ne, Şi’r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Şi’r, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka, Şi’r, Weşanên Lîs, 2006
Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr,Wş.Y.N.Kurd,Duhok,2007
Çil Çarîn, Şi’r, Wş.Ens.Kurdî ya Amedé, 2008   
Şérgele, Şi’r, Avesta, 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...