Roja 22 î nîsana 2010 an roja bi dawîbûna /15/ salan ji jiyana rojnama NEWROZê ye *

  Memê Alan

    Bi boneya roja rojnemevaniya kurdî, Rojnama Newroz û Yekîtî şevbuhêrkek, bi beşdariya gelek rojnemevan, nivîskar, rewşenbîr û zimanhezan li dar xist. şevbuhêrk bi kêlîkek bêdeng li ser giyana canfîdayên rojnamegeriya kurdî û peyva azad dest pê bû, piştre gotinên herdu rojnaman hatin xwendin, û paşê jî, nirxandinên devkî û nivîskî yên beşdaran ji rewşa rojnemevaniya Kurd re  li Sûriyê, û herweha pêşinyar û têbînên wan ji herdu rojnaman re, ew şev dewlemend kirin. Vaye emê li jêr gotina Newrozê pêşkêş bikin.
–  Xwedî pênûsên hêja û xebatkarên rojnamegeriya Kurd ….Beşdarên bi rûmet ….Rêz , silav û pîrozî ji we re…
*-Berî hertiştî em neçar in , ku we bi girîngî û pêwîstiya rojnemegeriyê di hemî aliyên jiyanê de hestiyar bikin. Ji berê û paşê ve, rojnemevanî di jiyana civakan de, bi roleke mezin rabûye. Hin caran bi roleke erênî lîstî û civak pêşde daye , û hin caran jî bervajî wê kiriye. yanê dema ku rojnemgeriya civakekê li pêş, azad û serbest be xizmet pêşvebirina civaka xwe kiriye, û dema ku li şûn û ne azad be, wê civaka xwe bi şûn xistiye. 
Ji ber ku, ew hemî aliyên jiyan û civakê ronî  dike, pesnê başiyan dike û şaşiyan rexne dike, wêlomê jî, bi destlata çarem bi nav bûye. Herweha di jiyana miletên bindest de, yên mîna gelê me yê Kurd, rola rojnamevaniyê hîn mezin û xurtir dibe. Ji ber ku , hebûna wan ji nifşên paşerojê diterxîne û bi cîhanê dide naskirin. Em dikarin bi kurtî rola rojnemevaniyê-bi taybetî di hevdema me de – bi van çend gotinan şirove bikin : Rojnemegerî û ragiyandin dikarin şoreşan hildin û gelan bi serbixînin û azad bikin, û bervajî wê jî dikarin civakan tar û mar jî bikin.  
*- Çima rojnama Newrozê?
    Li gel rola dîrokî ya rojnemegeriyê ya ku, me li jor aniye zimên, pêşiyan gewrî li xwe ziwa kirine û gotine : Ziman kiltie , navnîşane û hebûn û nebûna miletin e …. Lewre jî zimanê me hatiye qedexekirin . da ku Kurd weke millet xwe ji bîr bikin , xwe nas nekin û hêdî-hêdî di hundir gelên dî de bêne pişaftin. Rêberê kurdîtî û miletperweriyê seydayê mezin Ehmedê Xanî ji berî (315) salan , tiliya xwe danîbû ser birînê  û bi dilşewatî gaziya xwe kiribû Kurdan ,da ku, ew pêşî guh bidin zimanê xwe yê şêrîn bi êş û xemgînî jî gote dora xwe û nivîsî lê, ez çi bikim sûk kesade , ma mirov “zaroyê xwe yê nexwaş bi zaroyê cîrana yê xweş digahêre “?!.
    Mîrê gewre Celadet Bedirxan jî got : yekîtiya kurdan bi yekîtiya zimanê kurdî ve girêdayî ye , û yekîtiya zimên jî bi yekîtiya tîpan pêketê.
Dr. Nûredîn Zaza jî di dermafê zimên de weha digot:
   Kurdo ger tu dixwazî xwe nas bikî , zimanê xwe nas bike , û eger tu dixwazî xwe bi xelkê bidî naskirin , dîsa zimanê xwe binase.
  Jiber van gotinên jorîn ên pîroz ên gorbihuştên me, me xwast bi derçûna vê rojnamê, em bersivên bang û fîganên wan bidin û bibêjin : bila dilên we rûnin, di gorinên xwe de şa bibin. Vaye sûk pir nesekiniye …..û bi sedan pênûs û pirtûk, bi dehan rojname, kovar, pêlweş û qenalên wêneguhêzê yên kurdî, dihêlin ku dilê mirov geş bibe û rê li ber bikaranîna zimanê kurdî were qelaştin û dûz bibe.
    Ji ber sedemên li jor me anîne zimên, em rojnama Newrozê diweşînin û her û her jî emê berdewam bin. Li dawiyê em li hêviya berhemên pênûsên kurdî ne, ta ku, tevlîhevbûna van berheman lehiyeke bi coş di hemî aliyan de, di paşerojê de çêbike.
 
* Ji weşanên  Partiya Yekîtî ya Demokrat  a Kurd li Sûriyê –  YEKÎTÎ
Hejmar  ( 91 )  Nîsan  2010 z  –  2622 k

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…