ZIMANÊ KURDÎ LI KONGREYA NAVNETEWÎ

  Ev Kongre, bi serkêşiya Sendîqaya Nivîskarên Swêdî hatiye damezirandin û bi navê WALTIC hatiye binavkirin.
Kongreya WALTICê ji bo nivîskar, helbestvan û wergerên dinyayê bêne ba hevûdu û li ser gelşên zimanên kêmketî danûstendin bikin, hatiye damezirandin.

Cara pêşî kongre li Siwêdê bajarê Stockholmê di sala 2008an de hatiye çêkirin. Wê demê ji nivîskarên kurd tenê Zeynelabidin Zinar beşdarî Kongreyê bûye, bi zimanê kurdî peyiviye û li ser giringiya yekbûna alfabeyekê bo Kurdan rawestiyaye. 
Zimanê kongreyê çendî ku ingilêzê ye, îsal sê nivîskarên Kurd beşdar bûne û di Kongreyê de dîsa bi zimanê kurdî xeberdane.
Kongre li Bilgi Uniwersisteya Stenmbolê di nava rojên 2-5ê Êlûna 2010an de didomîne.
Encama Kongreya WALTICê, werdigerînin 140 zimanan û li dinyayê belav dibe.

Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar li ser Folklora Kurdî axiviye. Nivîskar Fehîm Işik li sere wêjeya klasîk û Eli Fikri Işik jî li ser romana kurdî ya nûjen peyivîye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...