Werin em tirsê ji hev bidizin!

  Mihemed Ebdê

Dihat xuyanî kirin ji mêj ve em kurd naskirî bûn di dîrokê de, bi mêrxasî, û mêraniya xwe li seranserê cîhanê.
Lê mixabin xuya ye jiyan me diguhere, û dihêle ku em dîroka xwe ji bîr bikin, tevlî vê xweşiya ku dikeve jiyanê. Ta ku em xwe bi saxî di veşêrin  hezar carî di rojê de, û em tên bin axkirin, û kes jî bi me nabihîze . Ji ber ku em xwe bê deng ,û ziman dikin, ji ber tirs di nava me û dilê me de hatiya çandin.
Ta ku dighêje warekî  ku em dixwazin navê xwe jî ji bîr bikin, û em xwe bê Çav,Guh, û Ziman jî bikin.Ta ku em xwe biparêzin dive ku em ne axivin, û ne bibînin û ne jî bibhîzin!

Gelo em kurd hîn mîna dîroka xwe ne, yan em jê hatina cudakirin……………?

Lê mixabin salan em guhertine bi timamî, ji ber ku ji mêjve berbaziya me kurdan li ser başî, û qencî, mêrxasî, huner, filiklor, û parastina ax û ziman, û xizmeta mirovatiyê bû.

Lê niha  em kitina berbaziya ne qencî,û ne başiyê de,û windabûna ziman,û dîroka me,û tinebûna  hastên netewiya xwe. Mebesta min ji vê nivîsê birano ewe, ku tirs ketiya nav çermê me de,kesek  îdî nema kare bipeyve, ji dora xwe em di tirsin îdî wisa bûya ku em ji xwe jî di tirsin,tirsa nava me birano ne kevne, ev tirs nûjene,berê bav û kalan gotine” dîwar bi guhin”.lê kes li dîwaran ne disekinî, her kar  û qîr bi pêşve di çû, û bê sekin ewan kesê karmendên  berî me tirs şikandibûn, û ala mêraniyê dan destên me, û va em jî di nav tirsê de wê alê di çikizînin..

Werin em hev hînî dîroka ewan lehengên ku wana tirsê ne xwendibûn,û ji nav rûpelan qetandibûn.

Werin em hev hînî evîna ziman û dîroka xwe bikin.

Werin  em xwe bibînin berpirs di ber herfandina hastên netewî de, û windabûna  me ji wêje û kiltora kurdî.

Werin em bi bin berpisyar li her cihî, nifşekî nû bi afirînin bê tirs, kerwanê wêje,ziman,kiltor,huner, ne seknînin.Û tirsê ji hev bidizn û  diyarî tirsonekan bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…