Rêçên ku mîna tozê direvin*

 
Ehmedê Huseynî 
Hekîm Sefkan

Min destên te li ser durêyên sawê ji bîr dikirin
Min bêriya pêjna te dikir
Wek ku rê ne ji gava me re hatibû xemilandin
Nasnameyên me di qelşên wê re winda dibûn û dara tûyê di hembêza te de digiriya

Şopên kelogirî tika dikirin û serê roavahiyê li ser balgeha bîranînê ditevizî
Xewên xilmaşbûyî li hêviya bidawîhatinê bûn
Lêbelê dawîhatin bi kesera te dest pê dibû
Em di terkên nenas de ber bi bênavnîşaniyê ve digindirîn
De min ragire!
û zimanê xwe li şûna vê xweliyê li cih bihêle ey sefer!
Û qîlên xwe ji nav parsûyên bîranînên birîndar bikişine!
Dayika min ji te hez nedikir
û ne jî ji bagera te
Bavê min zimanşikestî ji hevdîtina te vegeriya
Bişkojên peyvê radestî destana te dibûn
Ewrên te saw di pêsîrên jinebiyan de diçandin
Lê tu bi nexweşiya tozê diketî, ey zersosina vegerê!!
Berî her pizanê tu bi karwanekî laşên lal ber davêjî
Û sirûdên xwîna te asoyên xwe dikujin
Mirîşo di govenda kurtêlxwarinê de serxweş dibin
Ne darbesta te hêjayî mirinê ye û ne jî mirina min têra axa te dike
Tu di devê topa nehezkirinê de nifirek î
Tu bi şevçirayên xwe xewna dayika min dilorînî
De destê xwe ji paxila bêrîkirina min bikişîne û bîna êvarê bi ser berbiskên çîrokê de nerijîne!
Bila siya terkên te nebe hîzarê destbirîna me
De bila darhinara te welatan dorpêç bike û de bila Cûdiyê te hînî xemsariya pêxemberan bibe û çiyayên bûzgirtî ji tîna te ta digirin
Min xwelibakirin û semageriya şînîgiriya te dipesinandin
Û min bi heyvanê te êşa xwe dimeyand, va ye tu min di meşka xwe de dispêrî dewkêlên çavnebar ên berbangê
Reşgirêdana te ne bi dilê min û ne jî bi dilê şevê bû, reşgirêdana te wek dastanekê hêjayî xwekuştina gulê bû
Di bêdengiya kêliyan de hezar şevên kanûnê derbas dibûn Û dema ku axîna min pêrgî nexşeya te dibû, sînorên te di dilê min de diteqiyan û min bawer nedikir
Siya xwîna min dibû xaçerêka pevgirêdana zîvalên te û destên min ji cegerdariya kêla te nedibûn
De hilbe ey xwedayê seferê û mohra xcwe ya ji bêhûdayiyê li ser eniya rêçcen qederê li şûn bihêle!
De were û bargehên xwe yên nenas, nejdeyên kêferata xwe, hespên serberdayî yên nifira xwe di rûpelên qonaxê de daçikîne û vê xweliyê hînî sistegavên penaberan bike!

Wêneyên kulên me li hemû koşeyên axên perçebûyî bi dar veke

Û ji karwanê berbeyabiyê   re bibêje:

Xelata reçên seferê helbest e

Xelata rêçên seferê darbest e…

Têbînî:

* Ev helbesta hevpar, di 2000/ 11/ 24`ê de, di trêna navbera Bruksel û Kolnê de hatiye nivîsandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…