Silavname


Bavê helbest

Ji Bavê şino re
Ma gelo çawa nûçe ji min re hat, çima wisa hate bê destûr, derbasî jiyna me ya camî bû, dilan dişkîne, çi bixwaze diperçiqîne, ger mirov bide ser riyeke taybet, pêrî perwanekê bê, jê bipirse ariya zindanê li kû dimîne, li ku tê veşartin dema ku kilît xwe dikuje, emê matmayî bimînin ji van pirsê mijî, lê bersivê didim û dibêjim tû bi xêr hatî bira
Tû bi xêr hatî, gulan digvêşim li ber piyên te, bi xêr hatî nîşanên şahiyê sînorên amûdê derbas dikin, ta pencera dilê min, zindan pîroze,
Li qiraxê şermola li pûtan bigerim, xwe fêrî pilên demê bikim, da ji te re pûtekî di ferhenga  dilê xwe de çekim, bixêrhatina te ,geşbîniyeke, berdewamiyê di hêviyan de dicine, dîsan dîlana perweriyê xwe vedijîne, damarên te yên bê sînor û dilê te yê kesk  bi evîna azadiyê hûnayî,  di asoyê de keskesor
Tû bi xêr hatîs

Qamişlo 19/1/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…