Banga komîta Roja Helbesta Kurdî

Wek hatiye zanîn ku roja koçbarkirina helbestvanê mezin Cegerxwîn ( 22. 10) bi ( roja helbesta kurdî ) ji sala 1993 ê de, hatiye binav kirin. Ji lewre her sal di meha Çiriya Pêşîn ( Oktober ) de, mehrecana helbesta kurdî li der û hundirê rojavayê welêt lidar dikeve.

Ev çalakî û komcivîna ku ji gelek nivîskar, sazî û rewşenbîran pêk tê, dewlemendî û parvekirina hestên kurdewarî geş dike û li van welatên dûrî axa me moraleke baş dide civata zimanhez û helbestvanan.
Ji bo lidarxistina vê roja girîng, em her sal bang li sazî, destgeh, komele û kesayetiyên xwe dikin, ku li vê rojê xwedî derkevin.
      Da ku em bi hev re wan dîwarên qedexe yên li ser zimanê kurdî biherifînin, û zimanê kurdî ji binpêkirin û têkçûnê rizgar bikin, hêviya me ew e ku di salên bê de jî, kesayetiyên welatperwer, û rêxistin û sazî û komeleyên Kurdan bibin alîkar.
Berpirsiyariya parastin û pêşketina zimanê kurdî erkekî netewî ye.
Roja helbesta kurdî nîşana vejîna zimanê me ye.

Komîta amadekar:
Keça Kurd
Helîm Yûsiv
Arşev Oskan
Nezîr Palo
Elî Cefer
* Ji bo têkiliya:  helbest-2010@hotmail.de

3. 8. 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…