Li aliyê rasteqîn

Dimuqrati *

Dema ku teqezkirî be ku siyaseta zordariya netewî a ku bingeha wê ji ramanê regezperest derketiye ku li ser newekheviya netewî avabûbe, ya teqeztir jî ew e ku meş bi aliyê wekhevî û dijîtiya newekheviyê di navbera welatiyan de li ser bîrûbaweriya mafên hemwelatî ên wekhev, û bicihanîna çareseriyan ji dozen niştimanî re, divê ku ew jî bi helwest û raman û siyasteke rasteqîn destpê bike.
Û ji vê giringiya daxuyaniyên ku berêz serokê komarê dabûn tê, ew daxuyaniyên ku têde dozeke giring rakiribû, ew jî doza kurdî ye, ji ber wê partiya me yekser daxuyaniyek belav kir têde piştgirî xwe dide vê helwesta niştimanperwer û wêrek û ketwar.
Ew piştgiriya berfireh ji daxuyaniyên serok komar re, ji gelek navendên siyasî û gelêrî, ji ber giringiya ramanên ku di daxuyaniyan de hatine tê, û ji ber ku naveroka wan daxuyaniyan hatiye ku nerastiya tawanên li ser kurdan û doza wan a niştimanî derew derxîne, û bi sedema hişkî û zordariya ku li ser kurd dibe li Sûrya, ji bizavên siyasetên zordariya netewî û tiştê ku jê derket ji projeyên inkar û perîşanî û hilandina netewî û destdansera mafên netewî û mirovatî, ev van bizavan hiştin ku rewşek xerab ji welatiyên gelê kurd re derkeve. Û giringiya wan daxuyaniyan tê jî ji ber baweriya piraniya gelê Sûrya ku siyaseta zordarî û newekheviyê a ku kurdan di êşîne nema tê pejirandin li ser asta niştimanî, ji ber vê siyasetê xizmeta welatê me nekir û me tu sûde jî jê wernegirt, li vajî wê derbûnên ku jê derketin tada xwe li gelek hêlên jiyanê li welatê me kirin û ew zirareke mezin li welatê me dike.
Ji dema damezrandina partiya me de, herdem xebat dikir ji bona bicihanîna çareseriyê ji doza kurdî re, ew doza ku partiya me wê dibîne dozeke niştimanî ye, û herdem kar dikir ji bona belavkirina çanda xebata siyasî û dîmoqratî ji bona peydakirina çareyek aştiyane ji vê doze re û ji xeynî wê ji dozen welêt, û div ê derbarê de û tevî pirbûna astengiyan a ku li pêşberî partiya me derdiketin ji ber vê rêbazê ji ber bikaranînên şovînî û siyaseta zordariya netewî û ji ber helwestên xwedûrkirinê ji hinek aliyên kurdî ve, lê partiya me pêdar bû di meşa xwe de divê riyê de, û teqez berdewambûna xebatê û bizavên berdewam encamin baş dan, giringtirîn encam ew bû ku xeleka hevxem û pêbaweriyan fireh bû bi dadweriya doza kurdî re di civaka Sûrya de, û baweriya piraniya gelê Sûrya bi dûrbûnê ji ramanê şovînî ê paşketî û ji muzawedên vala ên di navenda kurdî de û bi bînahî bi giyanê niştimanî û ketwarî de. Ev raman û bîrûbawerî hemû partiya me kar dikir da wan belav bike û wan biçesipîne, û nayê veşartin ku ev erkê xanedan wê gelek astengî raberî wê derkevin û wê bizav bibn da nehêlin bicih bibin, û nayê veşartin jî ku dijminê vê rêbazê û alavên wan û şabaşçiyên wan ên nasraw wê hemû bizavên xwe bikin ji bona vê rêbazê biêşînin, û wê dest bavêjin xerakirinê û alozkirinê da kar bi wê rêbazê nebe, li hemberî wê, erkê niştimanî bare li ser milê hemû kesên dilsoz û niştimanperwerane ku piştgirî û alîkariya vê rêbazê bikin, da bighên bicihanîna van ramanên ku berêz serok komar ew danxuyan û wan bikin pilanek kar.    

* rojnameke mehane ye partiya dimoqrati peşverû li sûrya belav dike – Hejmar 23 Destpêka Tebaxê 2010
   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…