Milet qeşitandina serokên kurdan dixwaze

Qado Şêrîn

Şoreşa Sûryeyê di meha çaran deye, rojane ciwan li kolanan tên kuştin, çarenûsa bi hezarên girtiyan ne diyar e, hîna jî serok û rêberên ereban mîna keviran bê helwest û bê deng in.

Li Sûryê bêtir ji sê milyon kurd dijîn, ew jî ji hemû mafên xwe yên rewa bê parin. Serokên me kurdan jî mîna serokên ereban li dijî rêjîmê bê helwest û bê deng in.
Em ji serokên ereban helwest û dengbilindkirinê li dijî rêjîma Beşar Esed dixwazin, lê serokên me jî ji bo me kurdên rojava hîna bê deng û bê helwest in. Serokên me jî hema hema wek serokên ereban in, êdî guhertin û avêtina wan ji berjewendiya me kurdan e.(kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe).
Serokên me yên ku gelek kurd bi qoqê wan sûnd dixwin û navên wan ên mîxkirî li zarokên xwe yên bêguneh dikin, mîna  Barzanî, Talbanî û Ocalan, mixabin hîna ew jî bê deng û bê helwest in.
Bi gumana min serok Barzanî, Ocalan û Talbanî baş dizanin bê kurdên rojava çi ji wan re kirine. Barzanî û Talbanî baş dizanin ku sedema bingehîn a serhildana 12ê adarê ew bûn. Êdî ji wan tê xwestin ku xwedî li birayên xwe yên kurd derkevin.
Serokên me dikarin rolek dîrokî bilîzin, ew dikarin serok û rêberên partiyên rojava bînin ba hev û helwest û gotara wan di dema şoreşê de bikin yek, çimkî em ji her demê bêtir, îro hewcedarî yekkirina helwest û gotara kurdî ne. Eger serokên partiyên rojava di nêzîktirîn wext de biryara kurdî nekin yek, ew ê li ber lehiya laneta berpirsyariya dîrokê biçin. 
Bi gumana min, serok û merokên me kurdan jî mîna yên ereban kevn bûne, gelek pirsgirêkên me ji dû serê wan in, hin bûne diktator in biçûk, hin serok in ta ebed(wek serokên ereban), hin xurifî ne, dem ne dema wan e, êdî gerek bên guhertin. Di berjewendiya miletê kurd deye ku bên avêtin. Ew bûne sedema pirsgirêkên kurdan, eger ne ji wan be miletê kurd hemû yek deng, yek helwest û yek can e.
Miletê nikaribe ji wan serok û merokan baştir bide, ew milet nehêjaye bijî. Êdî bila ji biçûktirîn serok ta bi mezintirîn serok bê guhertin..avêtin..qeşitandin, eger rewşa kurdan baştir nebû ezê şeş pîvazan bi guhên xwe vekim.

20/07/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…