Ma Rûsya hîna jî kumenîst e?

Arşevê Oskan

Berê raya giştî ya navnetewî li kû be, berê Rûsiyayê berovajî wê ye. Ji destpêka sedsala bîstan de û dema ku nav lê dihat kirin ”Cenga Sar” me nas kir ku cîhan di navbera dû qutban de diçin û tên. Her yek hevalbendên xwe bi çekan xurt dikin û mîna dîkan berê wan didin hev. Bi vî awayî dubendî di cîhanê de çêkirin. Giha wê radeyê ku nîvê welatên cîhanê ket himêza kumenîstan û îdyolojiya Markis û Lênîn helbest bi serkêşiya Rûsiyayê.
 Bandora vê îdyolojiyê hetanî bi Europa û Amerîka û Asiyayê çû, lê piştî demekê hat pişrastkirin ku kapîtalizm û fikrên demokrat li pêş ket û welatên wan ava bûn û her çû gelên ku berê xwe dabûn çepîtiyê her çûn hejar û feqîr bûn û ketin bin hukmên mafiyayên dijwar. Gelên ji wan welatan bi refan berê xwe dan koçberiyê û li welatên Europa bûn penaber û karker. Piştî dehên salan ji ”Cenga Sar” di nav herdû qutbên mezin de ” Rûsiya – Amerîka“ hate diyarkirin ku kumistî têk çû, ya ku Rûsiyayê nûnertiya wê dikir. Niha jî em dibînin ku rola Amerîka û Europayê di destwerdana pirsgirêk û nakokiyên di rojhilata navîn de, berz û bilind e. Wisa xuya dibe ku Rûsiya, Çîn dîsa dixwazin dîsa xewna xwe ya berê ku wek qutbekî mezin bûn vegerînin, lê nikarin di bin wî barî de rabin û berê xwe dane berovajî hemû rastiyên dunyayê. Ji nav gelên cîhanê gelê kurd jî rahiştin vê îdyolojia Markisî û wek nemûneya islamê li dijî berjewendiyên netewa xwe di newalên dîrokê de werbûn. Giha wê asteyê ku xortên kurd ji ber kurdîniya xwe, ji ber navê Kurdistan şerm û fehêt bikin, helbet ew jî di bin çend navên ku di mejiyên wan hatibûn perwerdekirin û çandin ”Nijadperstîya netewî, kevneşopî, paşverûtî … hin navên din” lê ji layekî din ve pirsgirêkên Felestîn, Kuba, Nekaregwa, Filipîn, Vietnam…. kirin yên xwe.
Dîrok bi me nade jibîrkirin, dema ku Sedam bi çekên kîmawî yên jahrê li kurdan xist û di nav sê rojan de 5000 kurdên sivîl û bêguneh li bajarokê Helebçe kuştin, Rûsiya ji bo berjewendiyên xwe li rêjîma Bass ya Îraqê mikur nedihat û serê xwe mîna neamê dixist nav qûmê. Ji ber ku kurdên me jî kumenist bûn, dixwestin kuştiyên xwe, xwişk û birayên xwe paşguh bikin, da ku ji xêzik û şopa Rûsiyaya kumenist dernekevin, anku xwe mîna sofîkên dema nû didan diyarkirin. Îro jî mixabin dîroka Rûsiyayê ya di derbarê mafên mirovan de, xwe dûbare dike. Îro jî dîsa hevalbendên dîktator û çavsoran e. Ev şoreşên ku niha cîhan pê mijûl bûye ku gelên bi dehên salan nema dîktatoran dipejirînin bi raperînek bêhempa lidar xistine, mixabin ku kumenistên pîr dîsa alîgirên Qezafî, Esed û Îranê ne. Partiyên kumenist ew radighînin ku kî dijminên Amerîka û Israilê bin em hevalên wan in, bê qeyd û şert. Ev fikra kumenistiya kilasîk, li cem ramanên nûjen êdî nema tê pejirandin û têk çûye.
Em dibînin ku dîktatorek dimre kurê wî an yek ji malbatê şûna wî digere, ev yek hema hema li piraniya welatên ereb pêk hat û dixwest pêk were, lê ji hinekan re lihev nehat, wek Misr û Lîbiya û Yemenê. Em dinerin ku kumenistên li Sûriyê jî hema hema ew rêç meşand. Xalid Begdaş mir, kurê wî Amar Begdaş niha serok û sekreterê partiya kumenista Sûriyê ye û teriya Bassiyan e. Em niha jî dibînin ku hemû bajarên Sûriyê bi sedhezaran dixwazin hîmên dîktator hilweşînin, lê endam û alîgirên kumenistan ku êdî li ser tiliyan têne hijmartin dadikevin kolanên Qamişlo û piştgiyê didin rêjîmê Bass, ji ber ew dizanin piçek hêza wan mabe jî, ew jî bi hebûna basiyan e.
26.07.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...