Em dibê nêre dibê bidoşe

lazgîn dêrûnî

Ev salfeta gelê kurdê sûriye
Her yek li mala xwe paldaye û ling danye ser ling şûşa çayê jî li bere ûdibêjê: partî hene bera ew bikin, ma ya min çiye؟ ma kar bi ser milê min tenê de ketiye؟û bi vî awayî xwe dûrî mijarê dikê.

Bûye weke tiralê BEXDAYÊ ,heger kete devê wîde wê bixwê, lê wekîdî destê xwe na avêjyê. Bi vî awayî xwe bi hêvya partî û rêxistinave hiştiye.
ew nizanê kû partiyê kurda li sûrî di rewşeke xirabde dijîn , ji alyê parçebûnê ve jimara wan bûye bêtirî deh partiya, lê ew partî tev bibin yek partî, ancix partîkeke baş derkevê , kû bi hêz û cihê baweriyê bê, û ji aliyekî dîve serok û endamê van partiya, her xwe tenê li meydanê dîtine , ji lewra kar û xebata wa gelek siste.
Kudê reben kurê camêra: pirsgirêk ne ya partî û partîzana tenê ye, belê pirsgirêk ya kurda tevaye, her yek di cihê xwede, û her kesek li gor xwe, partîzan bi partiya xwe , nivîskar bi pênûsa xwe, rewşenbîr bi bîr û baweryê xwe, hinermend bi deng û stiranê xwe, maldar bi mal û perê xwe, xort û keç bi germatiya hêza xwe.
Vêce :nabê yek bi hêvya yê dîve bihêlê, her kesê kurd berpirsyare di vê dozêde, kurd bihevre hêzeke mezin çêdikin û divê çêbikin di vî nîrê zêrînde.
Îro dem dema guhertinêye,şoreş li darin ,lê mixabin em bê kar û barin.
Kurdo:rabe ji xewa giran şiyarbe,dakeve meydanê,bigre ser hildanê,doza mafê xwe bike , biya pîsa û xêrnexwaza neke.
Ez qurbana çavê xortame.
21-7-2011
 lazgin60@gmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…