Diyar Ehmed
Dema mirovekê kurd yê têkoşer û xebatkar ber bi dilovaniya xwedê ve diçe,gelek gotar û nivîser li ser jîn û jiyana wî kesî têne weşandin,lê mixabin tevaya wan nivîsaran di warê jimartina qenciyan û vedana pesnan de dimînin.

ji ber tivavekî ew alî hatiye têrkirin, pir nivîs û babet li ser hatine belavkirin.emê hewil bidin ku hinekî xwe dûrî wî warî bikin û tenê derbasbibin di naverasta daxuyanîkirina hizir,nêrîn û ramanên wî mirovê civakêş û cangorî de.
ew kesê navdar bi xwe ne li hêviya wê ma ye, ku mirov pesnê wî bide yan jê li ser wî bi girî û reşê li ser girê bide.dawiyê dana pesnan,jimartina başî û qenciyan weke şabaşên mitirbane,bi betalkirina dawetê re, ew şabaşî dimînin di şûn de û li cihê dawetê diqurmiçin, û têne jibîrkirin.
Vêca Pirs ewe,eger em tenê pesnê wî kesê bîrber,rewşenbîr, zîrek û çeleng bidin,qencî û başiyên wî diyar bikin,emê çi li jiyana wî zêde bikin…?.wek ku bav û kalên me di zargotina xwe ya şêrîn de gotine: ( girî û reşgirêdana li ser miriyan weke gazî û hewara li dûv guraye ).ji ber vê yekê jî em dizanin, em nikarin xwe û xwe nagirin,emê li şûna delal û xoşewîstên xwe hêstiran bi barînin,rondika birijînin, keserên di zengeloran de tevizîn rakin, tenûra derd û kelan sar bikin û biborînin.ne xasim di demeka wisa tenik û hestya de ku meydana kar û xebatê ji xebatkar û cangoriyan maye vale,jimara kurdperwer û berevanên kêşa kurdî di kêmê de ye,kaniya dana merd û qehremanan îro ziwa bûye, emê bikin hawar û qêrîn,hevsarê hêstir û rondikan berdin ku di ser dêman de bi gindirin,tevî ku em dizanin wê serkaniya wan hêstir û rondikan bi çike.lê tevî wan jî gereke û tişta giring û pêtvî ewe, ku mirov tucarî şûn û şopa wan têkoşer û xebatgêran bernede,bîr û ramanên wan ronî bike, li dûv daxwaz û xwestekên wan venegere,doz û kêşa wan dayî li ser milên xwe ne deyîne,ta nîrê serdestî,pêstûrî,sitem û zordariyê li ser singa miletê me rabe û milet bi serbetî li ser xaka bav û kalan bi azadî û wekheviyê şabibe.hingî di baweriya me de wê cangorî û cefakêşên miletê me serê xwe bi nazî deyînin û bêhin fereh herin gorê.
Emê di van çend rêzan de li ser hin çirîskên geş di quncikin tarî de vêketine, û li ber bayê peyîzê serê wan çirîskan miçûbel dibin, li ber çirîskên çiraya yekî ji wan mirovên merd û cansivik rawestin,tevî ku me berî niha jî daxuyanîkirin ku pir gotar û nivîser li ser wê rewşê hatin weşandin.lê emê hinekî xwe berdin di nava keliş û kevanên bîr û boçûnên mamosta Isma`il Omer serokê Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyê (Yekîtî) de û hin ji raman û nêrînên wî yên balkêş diyar bikin,û hin dîtir ji destxet û helwêstên wî yên mifadar bidin xuykirin,rêya wî girtî bikelêjin wan têgehên hûr û kûr vedin,hilkewêşin û wan li ber ronahiya çirahilgirê wê vewejêrin,ji seqemê bi parêzin.
Mamosta Isma`il Omer rêkelêjê peyîv û gotinên nazik û ciwan bû,çirahilgirê têgehên ravekêş û nûjen bû,yek ji serkird û xebatkarên pêşeng bû di nav rêzên tevgera kurdî li rojavayê kurdistanê de ,cihekê wî yê taybet û xuya hebû.çima ev cihê beriz girtibû û ew baweriya mezin di civaka kurdî de pê hatibû kirin,û dîsanê ew cihê bilin û xuya di dil û canê dost û hevalên xwe de jî çêkirbû…?
Bi rastî wek min mamosta Isma`il Omer ji nêzîk ve nasdikir, û wek ji nivîsar û ramanên wî jî tê xuyakirin,û di kor û simînarên wî de amadebûm,ewî ev cihê beriz û bilind,ew baweriya kûr li rex hejêker û dostên xwe standibû, ne tenê ji ber ew peyîvxweş,bêhinfereh,kêrhatî,xemraker,birêz, cansivik û rastbêj bû,lê belê ji ber bîr û ramanin wî taybet hebûn , bi taybetmendiya kesatiya wî ve û wan nêrînan ve girêdayî bûn,ew raman û nêrîn navik û nîvişkê serbor û pêvajoya dîroka kar û xebata wî ya dûr û dirêj bû, di ber kêşa gelê kurd de li rojavayê kurdistanê bi taybetî û berevanî û têkoşîna di ber mafê gelê sûriyê de bi giştî,ew kar û xebata bê rawestan ya ku jîn û jiyana wî pêhatibû xemilandin û hişê wî li ber pêl û awazên wê di jenî.
Mamosta Isma`il Omer ronakbîr û ramankêş bû,giha bû astê ku hiriya bîr û boçûnan vediçirî,rîsê nêrîn û ramanan dirist,tevna têkilî û helwêstan dihûnand,û karî di nîr û kewdanin teng û tarî de,bi şanazî imza xwe li guhertina reng û şêwazê kar û xebata gelê kurd li rojavayê kurdistanê bide,û gotara siyasî ya tevgerê ber bi astin bilidtir ve bibe,ku bigihê qûnaxa wan nêrîn û ramanên ku di hiş û sewdanê wî de diqeliqî û lîsdigirtin,li ber jena dilê wî yê paqij dijenî,bi êş û jana miletê kurd ve dijiya,rêz û rêbazên çareseriyê li pêş kêşa kurdî nîşan dida,sînorê nexşek lihevhatî serastdikir,dest pê dikir û digot:sûriya îro ne bi dest û vîna gelê Kurd û Ereban hatiye avakirin,Sûriya bi sînorê xwe yê niha ve, li ser lihevkirin û lihevhatinên hêzên nêvdewletî gorî rêkeftina Sayîkis – Pîko hatiye damezrandin.li gorî xalên wê rêkeftina nêvdewletî dewletên hevalbend parçek ji welatê Kurdan û parçek ji welatê Ereban gihandinhev û tevlîhevkirin û nexşê Sûriya îro danan.anko welatê Sûriyê ji du gelên serekî pêktê,ku herdu gel jî di herêmên xwe yên dîrokî de dijîn, tevlî hin miletê dî jî mîna Ermen,Aşor,Çerkes û Suryan di bin pêkhatiyên Sûriyê.tevî ku rêkeftina Sayîkis – pîko bê vîna wan miletan gihandinhev ,lê belê Sûriya kir welatê tevan û li ser wan hate ferzkirin ku tev de şirîkbin di rizgarkirin,avakirin û parastina serwerî û serxwebûna wê de,destnîşankirina reng û rûyê wê yê paşerojê di destên wan deye,beramberî ku tev de wekî hevbin di maf û erkan de û li pêşberî yasyê jî bê cudayî yek bin.
her dîsanê li ser bilinkirna ala kurdistanê ji aliyê xortên kurd ve,çi di hundirê welêt de yan jê li derveyî wê li Ewropa û derên dî, di got : bilindkirina ala kurdistanê ne ku merem û armanc jê ewe daxwaza cudakirin yan serxwebûna kurdistanê ye,lê belê mebest jê ewe ku ala kurdistanê nîşana miletê kurde û tayîbetmendiya wî jî dide naskirin.hildana wê tê diwarê pênasîna bi kêşa kurdî û daxwaza mafê rewayê gelê kurd di çarçêweyê yekîtiya welêt de.
Baweriya wî xurt û mezin bû bi reseniya gelê kurd û dîroka wî ya kevnar,herweha baweriya wî gihayî û pija bû bi berxwedana gelê kurd û girêdana wî bi kêşa wî ya dadmend ve,di got : tucarî di dîroka gelan de siyasetên tepeserî û binbirkirinê,pirojeyên hêran û bijaftina netewan sernakeve,û hewldanên guhertina nav û nîşanên netewayetî ji çi gelî re be çarenivîsa wê têkçûn û şikestine,ji ber navê resenî yê gund û bajarê hevwelatiyê kurdê Sûriyê ji bîranîa wî dernakeve,çiqasî hêza Erebkarî û xwedanên wê xurt û mezin bibe,ji ber ew nav di kaniya dilê wî de hatiye çandin, di hiş û sewdanê wî de hatiye nimandin,bû ye parçek giring ji jîn û jiyana wî,xewin û bîranînên zarokatiya wî pê ve hatine girêdan û li cem wî parastina vî navî bû ye erkekê netewî û niştîmanperwerî herdu bi hev re û di bin ti nîr û kewdanên hişik û dijwar de ew dest jê ber nade û herweha ji bîr jî nake.
Bi kurtî em dikarin bêjin ku li ber çira raman û nêrînên wî reng û şêwazê xebata gelê kurd li rojavayê kurdistanê ber bi qûnaxin bilidtir û nûtir ve çû.rol û kartêkirina wî ya berçav di guhertin û nûjenkirina şêwazên xebatkarî de û herweha derbaskirina raman û têgehên nû mîna pêvedna daxuyanî û beyanaman li sikak û celdan de,xwepêşandan û mangirtin li pêşberî dezgehên desthilatdariyê li Şamê,gurkirina çalakiyên revenda kurdî li Ewropa û deverên dî yên ji der ve,piştgiriya bizav û tevgerên rewşenbîrî û civakî,guhdan û piştevaniya rojname û govarên kurdî,girêdana kêşa kurdî li sûriyê bi pêkhatina dîmoqrasiyê ve,giringiya xutkirina eniya berhingariya sûriyê û damezrandina danezana şamê,helwêstên zelal ji (PKK) ê û parçên dî yên kurdistanê,reftara wî ya nêvnas bi cudakar û rikeberên wî re,nûjenkirina raman û nêrnên yekkirin û yekîtiya nav rêzên basik û aliyên tevgera kurdî li rojavayê kurdistanê,yekkirina gotara siyasî û rêkûpêk kirina navmala kurdî,girêdana kongirê netewî û peydakirina lêvegereka kurdî.ev gurzeke ji nêrîn û ramanên ku hişê mamosta Isma`il Omer pê dijenî , di kovanên dilê wî yê fereh de dihat çandin û bi ceger û mêrxasiya wî dihate parastin.
*Ev gotar sala borî di rojnama (Newroz) de hatiye weşandin.