Nakokiya çivîkan di gulistaneke dagîrkirî de

  Hîn Welat

Demeke dirêj min di rûpelên hin hevalan de, peyvên çep û rast didîtin, tê de didan xuyanîkirin, ko ew dijî nivîskarên kurd ên ko bi zimanê biyanî dinivîsînin radibin.
Ez hêvîdar im, ko ev kesên ji xwe razî piçikî li xwe vegerin, û bi çavekî girs û berfirehtir li mijarê binerin.

Dema mirov ji aliyekî tenê li nivîsên wan dinere, wê hingê mirov dibîne ev xebata wan li ber avê diçe û bi keda wan tora biyanî biser dikeve.
Lê gava em ji her alî de, li nivîsên wan dinerin, em dibînin ko wan nivîskarên me, bi nivîsên xwe yên geran buha, derdên û daxwazên kurdan, li ber awirên welatên biyanî raxistine, û bilindiya hestên kurdî bi cihanê dane naskirin.
Eger em li xwe vegerin û morikên pirsan bidarve bikin emê deyndarên gelek nivîskarên kurd yên bi zimanê biyanî dinvîsînin derkevin ko mafên wan widaye.
Çi mirovkî kurd heye di gerînoka pirsan de bêzar dibe.
Kanîn dibistanên kurdî?
Kanîn ferhêngên resen?
Ka me bi çi zimanî xwendiye?
Ev hin ji hezar pirsên rojana em ji xwe dikin lê mixabin em li ber jî radiwestin û tu xebatê nakin.
Dema carê em li peyveke kurdî digerin, û dibînin ko wa di ferhengê de peyveke biyanî xistine cihê wê de, û hember wê sê çar peyvên kurdî hene, lê ew peyva wata dirist dide nexistine ferhengê, ew jî, ji ber ko lêvegera bi hûrbînî lê nebûye û ev tişt jî vedgere ser kemasiya berpirsên welatê me.
Ka kî berpirsên zimanê kurdî ne?
Ta kangî emê êrîşî nivîsên hev bikin û her kes wê bibêjî serê werîs di destên min de ye?
Çima em li hev guhdar nakin û gav bi gav bi hev re pêşde naçin?!.
Çi nivîskarên bi zimanê biyanî dinivîsînin, bêtirî ji 17 salan bi wî zimanî xwendine, dibe ko ji wan re pir zahmet be hestên xwe bi zimanê kurdî binivîsîne.
Ma ev nivîskarên bi zimanê biyanî dinivîsînin, gelo ji xwe napirsîn bê ka çi sûdê dighînin kurdan?
Helbet ji xwe jî dipirsin be ka bi çi zimanî xurtin da ko pê binivîsînin û sûdakê bighînin miletên xwe.
Eger hin kes hene xwe dibînin zanyarên zimanê kurdî bila nivîsên wan wergerînin kurdî da ko sûdakê bighînin milet baştire ji jûtina peyvên nivîsê û birînkirina hestên nivîskar.
 

12.02.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…